Bayik: Em ê di sala nû de hîn bi xurtî têbikoşin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku polîtîkayên zext û zilmê yên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin û got, tevgera Kurd wê di sala nû de têkoşîneke hîn xurt bimeşîne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa destpêkê ya bernameya taybet a Stêrk TV de bûyerên li Rojhilata Navîn, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser bandora berxwedana gelê Rojava ya li ser gelên dinyayê. Di beşa duyemîn de jî rewşa li Bakur û Başûr nirxand. Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:

Em vê beşê zêdetir giranî bidin Tirkiyê, em dixwazin bi vê pirrsê dest pê bikin. Ev 5 sal di ser belgeya Çokşikandinê derbas bû, ku siyaseta qirkirinê bi asta herî zêde li ser Kurdan rê ve birin û ev hê jî berdewam e. Ev siyaset ber bi kû ve diçe?

Yanî ku dewletên faşîst, dagirker, qirker ê Tirk, plana çokşikandinê danî ber xwe, ev ne beleheqek e. Çikû tevgera gelê Kurd,her ku çû li Rojhilata Navîn mezin bû, bû hêzeke esasî, ji bo gelan bû hêzeke pêşeng û bi gelê Kurd re a daxwaza azadiyê, armanca azadiyê her ku çû zêdetir geş bû. Yanî jiyaneke ne azad li xwe heram kir, got, 'heke jiyanek bibe wê azad be, an na jiyan nabe'. Li ser vî esasî têkoşîn geş kir û bi hêzeke pêşeng. Dewleta Tirkiyê ti caran hişmendiya xwe neguherandibû. Li dijî Kurdan siyaseta ku dimeşand siyaseta îmha û înkarê yanî ya qirkirinê bû. Tirkiyê nexwest ku bi Kurdan e bi asta payebilind rûne. Nikarîbû bi vî şeklî daxwaziyên xwe bi Kurdan bida qebûlkirin. Ji bo vê dît ku Kurd daxwazên dewleta Tİrkiyê yên ji bo Kurdan qebûl nake, Kurd li azadiya xwe radiwestin, her ku diçe jî ev meztir dibe. Ji bo vê plana çokşikandinê danîn ber xwe. Ev berdewamiya planên berê yên li ser Kurdan bû. Çikû hê di destpêka Komarê de ji bo Kurdan  Plana Şark Islahatê sazkar kirin. Li ser vê planê jî gelek planên dî, birayarên din dan û sazî ji bo vê danîn. Vana dibe ku hinek encam bi xwe re anîbin lê tam encam neanîbûn. Li gorî wan wê Kurd bimirana lê  Kurd zindî man, bûne hêzeke esasî li qadê. Dîtin ku êdî bi planên berê, bi saziyên berê, bi qanûnên berê nikarin pêşî li tevgera Kurdan bigirin, nikarin daxwaziyên xwe jî bi Kurdan bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî plana çokşikandinê danîn ber xwe. Di vê planê de çi esas e? Dixwazin Kurdan ji holê rakin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye dixwazin ji holê rakin. Ji bo vê jî hemû tiştên Tirkiyê xistin ber xizmeta vê planê, da ku bikaribin dawiya Kurdan bînin û qirkirinê temam bikin. Piştî ku plan qebûl kirin, li ser vê esasê dest bi pratîkê kirin, ketin hicûmê. Hicûm jî pêşî li ser Rêber Apo kirin, çikû ku hicûm li ser Rêber Apo dane destpêkirin dikarin vê geş bikin, heke ji vê encam bigirin dikarin encamê bigirin, ku ji vê encamê negirin nikarin vê planê rê ve bibin. Rêber Apo li dijî vê planê rawestiya, pir xurt rawestiya, gel rawestiya, gerîla rawestiya, ji bo vê nikarîbûn vê planê weke ku dixwestin rê ve bibin. Di armanca wan de jî qirkirina Kurdan hebû, qirkirina fizikî, asîmîlasyon, koçberkirin, guhartina demografiyê û hwd. hebû. Xwestin ku vê planê pêk bînin, çikû di hişmendiya wan de ji bilî vê tiştekî dî nîne. Her çendî berxwedan nahêle ku plan pêk were jî, wan jî israr kir ku vê planê pêk bînin. Hemû derfetên Tirkiyê yên madî û manewî kirin ber xizmeta vê. Siyaseta hundir û derve li ser vî esasî meşandin, ji bo vê li nav Tirkiyê û li derveyî Tirkiyê şer rê ve birin. Bi vêya civaka Tİrkiyê parçe kirin, Tirkiye parçe kirin. Tirkiye li hundir û derve qels ket, di asta navnetewî de pir qels ket û teşhîr jî bû. Lê her çi qas teşhîr bû û qels ket jî dev ji vê siyastê berneda û bernade jî. Qeraktarê deshilatdariya faşîst ê ku dagirkeriyê, qirkirinê esas digire, li ser vê esasê ye jixwe. Yanî heta dawî di siyaseta tinekirinê de radiwestin.  Dixwazin yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman, yek civak çêbibe. Vê jî, civaka heyî, zimanê heyî ji holê radike û dixwaze wiha pêk bîne. Dijminatiyeke mezin dike, di vê de jî dişike. Çikû li cîhanê ti caran faşîstan, ê ku qirkirinê esas digirin negihaştine armanca xwe. Bo ku bigihin armanca xwe zilm zêdetir kirine, zêdetir qir kirine, êşkence, koçberî, asîmîlasyon her alî ve geş kirine lê dîsa jî şikestine. Ji bo vê jî lazim e gelê me bizanibe ku dawiya desthilatariya AKP-MHP'ê nîne, her çi qas ew bixwazin  Kurdan ji holê rabikin, nikarin ji holê rakin. Ev 10 sal in hemû îmkanên xwe xebitandin da ku encamê bigirin lê encam negirtin. Tevgera Kurd her ku çû zêdetir meztir bû, dostên wê yên li cîhanê zêdetir bûn. Pirsgirêk bû pirsgirêkek navnetewî û çareserî  û çareserî zêdetir anî rojevê. Ji bo vê jî Tirkiye çi dike bila bike nikare encamê werbigire, her ku bixwazin encamê werbigirin  wê zilmê û tundiyê zêdetir bikin û di vê de jî bişikin, dawiya wan şikandine.

Peyva siyaseta AKP-MHP'ê ya esasî meseleya 'bekayê' ye. Bi vê hincetê herî dawî bi Libyayê re peymanek danîn, ya esas jî her tim dijminekî diafirîne, yan jî yekî li derve weke dijmin nîşan dide û li qada navnetewî Emerîka û Ewropa jî zêde dengê xwe li vê siyasetê nake. Dixwazim vê jî bi taybetî bipirsim, çima ev qasî bi Libyayê re mijûl dibe?

Niha dewleta Tirkiyê ji destpêkê ve li ser şerê taybet çêbûye. Ev dewlet li ser  vê dimeşe. Ji bo vê jî her dem li hundir û derve ji bo xwe dijminan peyda dike, vê dike rojev û dibe ber gel. Gel bi vê mijûl dike û dixapîne, ew zilam û kuştin û  qetlîamên ku dike, koçberiyê ku dike hemûyan jî bi vê vedibêje. Dibêje, 'li derve dijminên min hene û li nav Tirkiyê jî hin hene ku alîkariya wan dikin, ev hemû dixwazin ku Tirkiyê belav bikin, dixwazin gelê Tirkiyê tine bikin', her tim propagandaya vê dikin. Her dem jî ji bo ku gel bidin pişt xwe, ji bo armancên xwe dîn û nîjatperestiyê jî dixebitînin, da ku bikaribin tesîrê li ser gel bikin, da ku alîkariya wan bidin pişt xwe. Ji bo ku hem nîjatperestiyê û dîn bi kar tînin, hem jî ji bo ku her dem li derve û hundir dijminan peyda dikin, gel çavtirsandî dikin. Çikû  Osmanî jî têk çûye, bi zorê, bi lîstikan, bi xapandinan, ew komar ava kirine, dibêjin,'dixwazin vê jî ji dest me bistînin, heke ev dewlet jî ji dest me biçe, ji bo me ev mirin e'. Bi vê gel û  civakê ditirsînin. Da ku bikaribin alîkariya wan bidin pişta xwe  û desthilata xwe bidomînin. Ji bo vê jî daîm dibêjin, ji bo komarê Tirkiyê pirsgirêkeke manûnemanê heye. Her tişt ji bo wê pirsgirêk e. Libya jî, Kurd jî, Sûriye jî, Behra Spî jî pirsgirêk e. Mînak niha Bahçetlî û Mehmet Agar dibêjin, hinek partiyên nû çêdibin, ev jî pirsgirêk e, ji bo manûnemana Tirkiyê û gefan li wan dixwin. Dibêjin, 'çima hûn partiyên nû çêdikin. Hûn çima nahêlin ku em qirkirinê tamam bikin. Hûn nahêlin ku em dewleta Tirkiyê li gelek cihan belav bikin, fireh bikin, gelek cihan bi dest bixin, çima hûn nahêlin em Împaratoriya Osmanî ji nû ve ava bikin. Hûn li dijî vê disekinin. Ji bo vê hûn ziyanê didin têkoşîna me, armancên me, em jî dikarin zirarê bidin we jî.'' Wan tehdît jî dikin. Yanî her tiştî li dijî desthilatdariya xwe dibînin, tiştê ku xizmetê ji AKP-MHP'ê re neke hemûyan dijmin dibînin. Li Tirkiyê û derveyî Tirkiyê wiha dikin. Ji bo vê jî diwazin dijminên xwe ji holê rakin. Ji bo vê jî hemû rêyan ji bo xwe esas dibînin, hemû îmkanan dikin xizmetê.

Li ser Libyayê jî dibêjin, ji bo Tirkiyê meseleya manûnemanê ye. Lê ti eleqeya xwe bi vê re nîne. Bi vêya dixwazin peyrola Libyayê ji bo xwe bişixûlînin, bi dest bixin û bixin xizmeta xwe û feydê ji vê bibîne. Ya dî jî dixwazin li Libyayê tesîra xwe çêbikin, xwe bi cih bikin. Çikû Libya welatekî Ereb e, hem li Efrîka û hem jî li aliyê Rojhilata Navîn mîna pirekê ye. Heke bikaribin li ser desthilatdarya xwe xurt bikin dikarin di ser Libyayê re hem li aliyê Efrîka û hem li aliyê Ereban armanca xwe pêk bînin. Ji bo vê Libyayê ji bo xwe esas dibînin. Her wiha li Behra Spî gaz û petrol heye, dixazin bi vî şeklî hinekî li ser vê jî desthilat bin, hinek derfetan bi dest bixe. Ji bo vê dibêje, ''Libya meseleya bekayê ye''. Heke dît ku wê nikaribe armanca xwe pêk bîne,  dixwaze hinek tawîzan ji hinek hêzan bistîne. Heke meseleya Libyayê wiha dike rojev, ji bo vê ye.

Emerîka û Ewropa çima li dijî Tirkiyê nasekinin? Sebebên vê hene. Çikû bi Tİrkiyê re hinek tiştan dikin. Yanî bi hev re hin sûcan dikin. Ji bo vê jî zêde nikarin bi ser Tirkiyê de biçin. Heke naçin sedemek jê ev e. Ya dî jî Tirkiye dewletke NATO'yê ye û têkiliya xwe bi Yekîtiya Ewropayê re jî heye. NATO û YE berjewendiyê xwe yên bi Tirkiyê re esas dibînin. Naxwazin berjewendiyên xwe jî bikin talokeyê û ji bo vê jî naxwazin zêde bi ser Tirkiyê de biçin. Tirkiye jî vê dibîne. Ji bo vê têkiliya xwe ya bi NATO'yê û YE'yê li dijî wan dişixulîne, ji bo berjewendiyên xwe. Heke naçin ser Tirkiyê, ji ber vê sedemê ye.

Rojeveke esasî li Tirkiyê derkeve pêş ku alternatîf li hemberî AKP'ê têne afirandin. Lê ji ber ku çapemaniya azad, fikra azad tine, zêde nikarin bibin rojev lê dîsa jî partî têne avakirin, kesên ku ji nav AKP'ê qût bûne vêga partiyan  ava dikin. We jî got Mehmet Agar û wekî wan, gefê jî li wan dixwin. Hûn li ser vê rojevê dixwazin çi bibêjin?

Niha hinek kesên li gel Erdogan, bi hev re AKP ava kirin û hinek berpirsyarî jî dane ser milên xwe ji AKP'ê dûr ketin. Ev ê çi bikin mirov tam nizane. Ji ber ku tam nediyar e. Ji axaftinan mirov nikare rastiya wan fêhm bike. Ê çi bikin, divê mirov li pratîka wan binere. Wê demê mirov li ser wan dikare biryarinan bide. Çikû wexta ku AKP hatî damezirandin û derkete pêş gel, gelek tişt digotin, li ser demokratîkbûnê diaxivîn. Pisgirêkên gelê Tirkiyê wê çawa çareser bikin, li ser vê diaxivtin. Valahî jî li Tirkiyê hebû, vêya tesîr li ser gel çêdikir, gelê Tirkiyê wiha fêhm dikir ku rastiya AKP'ê ev e. AKP'ê bi vê gelê Tirkiyê xapand û desthilatdarî bi dest xist, heta ku xwe cih kir. Piştî ku xwe bi cih kir, rastiya xwe diyar kir û çi têkiliya xwe bi demokrasiyê û hwd. re nîne. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê ji bo xwe esasî nabîne, desthilatdariya xwe esas dibîne, ji bo desthilatdariya xwe çi lazim e jî vê li ser gelan pêk tîne. Ev jî di nav AKP'ê de bûn, li gel Erdogan bi hev re gelek kar kirine. Li ser Kurdan jî gelek kar kirin. Her kes bi vê dizane. Ji bo vê jî, ji niha ve mirov nikare li ser wan tiştekî bibêje. Divê mirov li pratîk wan binere. Bi pratîk wan rastiya wan ji her alî ve derxîne holê. Niha ev çima dixwazin partiyên nû ava bikin. Ji ber ku dîtin ku temenê AKP-MHP'ê temam bûye. Ji deshilatê çend caran ketin, rewatiya wan nema. Lê hêza ku wan bide alî çênebû, ji bo vê hê jî li ser desthilatê dimînin. Ya dî jî tişta ku desthilata AKP-MHP'ê li nav Tirkiyê û li derve kirin, Tirkiye parçe parçe kirin. Civak parçe kirin, kirin dijminên hev, alî siyasî, aborî, civakî, çandî de Tİrkiye kavil kirin. Bi navê Îslamiyetê, bi navê Tirk xirabiyên mezin kirin. Ew vê dibînin. Ê ku ji Erdogan bawer kirin, dîtin ku Erdogan zirara mezin didin îslamiyetê. Çi têkiliya xwe bi Îslamiyetê re nîne.  Yên ku ji dil rastiya Îslamiyetê dijîn, ew dîtin. Ji ber vê nikarin vî tiştî qebûl bikin, nikarin xwe bikin şirîkê vî tiştî. Wê bingeha ku AKP berê li ser Îslamiyetê qezenc kiribû, winda kir. Lîberalan piştgiriya xwe dan sekinandin. Gelek nivîskar, hunermend, akademîsyen ango yên ku wijdanê civakê temsîl dikin, hemûyan piştgiriya xwe ji AKP’ê kişandin. Yên ku ji dil û can li gorî rastiya Îslamîyetê dijiyan, wan jî piştgiriya xwe kişandin. Ji ber vê jî bingeha vê desthilatdariya qels bû, gemarî bû. Dema ku derket hin hedef dabû pêş xwe lê ji van hedefan dûr ket û êdî temamî li dijî wê ye. Siyaseta ku niha AKP dimeşîne û çalakiyên wê, eleqeya wê bi destpêkirina AKP’ê tune. AKP berevajî wê siyasetekê dimeşîne, dijminatiya gelan dike, gelê Kurd qir dike, dijminatiya Îslamiyetê dike, dijminatiya Rojhilata Navîn dike, dijminatiya nirxên mirovayetiyê dike, dijminatiya hunermend û akademîsyenan dike. Wê kî vî tiştî qebûl bike wê kî bibe şirîkê vî tiştî? Ji ber vê jî kesên van tiştan dibînin, naxwazin xwe bikin şirîkê AKP’ê. Ji ber wê dev ji AKP’ê berdan û niha jî dixwazin partiyên nû ava bikin. 

Em derbasî Başûr bibin. Her roj li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakur û Başûrê Kurdistanê di bejahî û hewayî de êrîşên dagirkeriyê hene. Ev dagirkerî xisareke mezin dide gelê herêmê, gerîla jî şehîd dibin. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî vî tiştî bêdeng e. Li gorî we gelo ji bo çi Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng e?

Niha dewleta Tirk a faşîst, qirker û dagirker bi tenê ne li dijî PKK û gelê Bakur e. Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan e. Çi li Kurdistanê û çi jî li derveyî Kurdistanê. Li ku derê kî bi navê Kurd û Kurdistanê biaxive û têbikoşe, hinek nirxan ava bike, dewleta Tirk dijminê van hemûyan e. Belkî bi taktîkî dibêje ez ne li dijî Kurdan im, ez li dijî PKK’ê me, PKK ne Kurd e Kurdan temsîl nake, lê ev gotinên wê ji bo xapandina Kurdan e. Ji bo ku mirovayetiyê bixapîne, van gotinan dike. Desthilatdariya li Tirkiyeyê çi biaxive û bibêje, divê mirov bizanibe ku fikra wê berevajî vî tiştî ye. Şerê psîkolojîk û taybet dimeşîne. Di şerê psîkolojîk û taybet de derew, xapandin, tirsê bi kar tînin. Ev jî şerê psîkolojîk û taybet pir xurt dimeşîne. Ji bo ku karibin Kurdan qir bikin, Kurdan parçe parçe dikin. Ev siyaseta wan e. Ji ber vê jî her dem êrîşî Kurdan dikin. Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat jî vî tiştî dikin. Li Ewropa jî vî tiştî dikin. Li Parîsê Sakîne Cansiz û hevalên wê qetil kirin. Bi van êrîşan re bi tenê xisarê nadin PKK’ê û gelê Bakur. Xisarê didin hemû Kurdan. Ji ber van êrîşan xisareke mezin digihêje gelê me yê li Başûr jî. Xisar bi tenê ne li dijî gerîla ye. Gel vî tiştî îfade jî dike û ji desthilatdariya ya Başûr daxwaziyan dikin. Gel dibêje, divê hûn li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bidin, Tirkiye başûr dagir dike, Tirkiye xisarên mezin dide me, destkeftiyên me dikevin xetereyê. Ji ber vê jî divê hûn li dijî van bomberdûmanan helwesta xwe nîşan bidin û hûn leşkerên wan derxînin.Ji ber ku Tirkiye ji her alî ve Başûr dixe destê xwe, ew berdêlên ku me dane, hemû belasebeb diçe. Lê desthilatdariya li Başûr, partiya li ser desthilatdariyê bêdeng in û daxwazên gel ji xwe re nakin esas, li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan nadin, tu caran Tirkiyeyê şermezar nakin. Hikumet û partî ji bo çi ne? Divê daxwaziyên gel pêk bînin. Gel vî tiştî dixwaze lê ew xwe li kerîtî datînin. Bêdengiya wan xizmetî gelê Kurd nake. Ji ber vê jî dewleta Tirk sûdê ji vî tiştî werdigire û her roj dagirkeriya xwe ya li Başûr xurt dike. Talûkeya li ser gel mezin dike. Îro heke li ser beşekî talûke hebe, li ser beşên din jî talûke çêdibe. Li beşekê pêşketinek çêbibe, ev tişt bandora xwe li ser hemû beşan dike, ev tişt girêdayî hev e. Kes nikare bibêje êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr bi tenê xisarê dide PKK’ê. Xisarê dide hemû gelê Kurd, dide Başûr, dide wan jî. Belkî ew rojane difikirin lê ev nêzikbûn ne rast e. Ji ber ku Tirkiye hin destkeftiyên Kurdan ji holê radike. Rojekê li dijî vê helwesta xwe diyar nakin, daxuyaniyekê nadin. 

Li Bakur hovîtiya li ser Rêber Apo tê kirin, li cîhanê li ser tu kesan nehatiye kirin. Welatparêzî ji mirovan çi dixwaze? Divê mirov li dijî vê hovîtiyê helwesta xwe diyar bike. Li ser siyaseta demokratîk  hovîtiyek heye, her roj bi dehan kes tên girtin, şaredariyên ku gelê Kurd bi ked û têkoşîna xwe bi dest xistine, desteser dikin. Dagirkeran tînin ser şaredariyan. Gelek êşkence hene, saziyên gelê Kurd ji holê tên rakirin, çi tiştên li ser navê Kurd û Kurdistanê hebin ji holê radikin. Koçberiyê didin kirin, asîmîlasyonê didin meşandin, qirkirinê didin lê rojekê be jî li dijî vî tiştî daxuyaniyekê nadin. Tirkiyeyê Rojava dagir kir, destkeftiyên gelê Kurd ji holê tê rakirin, demografî tê guherandin, li dijî vê helwesta xwe diyar nakin. Li Başûr bomberdûman çêdibe, kuştin çêdibe, Tirkiye her roj dagirkeriyê berfirehtir dike li dijî vî tiştî daxuyaniyekê nadin. Ev tişt wê çawa xizmetê ji gelê Kurd re bike? Tirkiye sûdê ji vî tiştî werdigire. Ev tişt xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk dike. Belkî bibêjin em qels in, Tirkiye gelekî xurt e, em nikarin li dijî Tirkiyeyê bisekinin, ji bo ku em xwe biparêzin em bêdeng dimînin. Ev ne siyaseteke rast e. Ev siyaset xizmeta gelê Kurd nake. Ev siyaset xizmeta dewleta Tirk dike, Tirkiye sûdê ji vî tiştî werdigire. Heke Başûr li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bike, wê ev tişt Başûr xurt bike. Belkî bibêjin di warê aborî de em muxtacî Tirkiyeyê ne, ev jî ne rast e. Aboriya li Başûr û Iraqê têra deh Başûr û Iraqê dike. Tirkiye muxtacî Başûr e. Dema ku referandûm çêbû, Tirkiyeyê çi got? Tirkiyeyê got li dijî Tirkiyeyê ez ê dest bi ambargoyên aborî bikim lê nekir. Çima? Ji ber ku Tirkiyeyê dît ambargoyê bike, ew ê jî xisarê bibîne. Aboriya Tirkiyeyê ji Başûr feydeke mezin dibîne. Tirkiye li Başûr gelek tiştan difiroşe, bi milyaran pereyan qezenc dike. Aboriya Tirkiyeyê xwe spartiye Başûr.  Heke li Başûr li dijî aboriya Tirkiyeyê pêngavek bi pêş bikeve, wê ev tişt derbeke mezin li Tirkiyeyê bixe. Jixwe Tirkiye pirsgirêkên wê yên aborî heye wê ev pirsgirêk mezintir bibe. Bi têkoşîna PKK’ê gelê me yê li Başûr rastiya dewleta Tirkiyeyê baş nas dike. Talûkeyên ku Tirkiye li ser wan ava dike, bêtir dibînin. Li dijî berhemên Tirkiyeyê boykot dan destpêkirin. Ew boykot di cî de ye û rast e.  Boykota li dijî berhemên Tirkiyeyê têr nake, divê kes neçe Tirkiyeyê jî. Ji ber ku dema diçe Tirkiyeyê, pereyan bi Tirkiyeyê dide qezenckirin. Ji ber vê divê neçe Tirkiyeyê û berhemên Tirkiyeyê nekire. Li Bakur jî divê Kurd her tiştî zêde nekire. Divê Kurd bi destê xwe celadê xwe xwedî nekin. Her dolareke ku Tirkiye qezenc dike, li ser Kurdan dibe bombe. Heke tu biçî Tirkiyeyê yan jî berhemên Tirkiyeyê bikire, tu xizmeta şer dikî. Kurd heke dixwazin li dijî qirkirinê bin, divê wisa helwesta xwe diyar bikin. 
Başûr nikare bibêje ku di warê aborî de em muxtacî Tirkiyeyê ne. Ev ne rast e. Îro li cîhanê tiştekî wisa çêbûye ku tu dikarî her tiştî li her derê bibînî. Başûr ne muxtacî Tirkiyeyê ye, Tirkiye muxtacî Başûr e. Siyaseta ku xizmeta gelê Kurd dike, divê ji xwe re bike esas. Bi vê re wê rola Kurdan bêtir xurt bibe. 

Em di nav gel de jî digerin û dibihîzin. Gel jî bertekan nîşan dide ku sîxurkirina MÎT’ê gelekî zêde bûye. Di nav civaka Başûr de hewldan hene ku gel bikin sîxur. Encamên vî tiştî wê çi be?

MÎT li Başûr xwe birêxistin dike û dixwaze Kurdan qir bike. Her ku diçe gerîla û kadroyên pêşeng ên PKK’ê qir dike. Her kes jî vî tiştî dibîne. Ne bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê vî tiştî dikin. Li Silêmanî jî dikin. Ji ber vê jî divê Başûr pêşîyê li rêxistinkirina MÎT’ê bigire. Ev tişt xisareke mezin dide tevgerên Kurd. Sibê wê li Başûr jî dest bi kuştinan bikin. Ne bi tenê endamên PKK’ê, welatparêzên hêja yên ji Başûr jî tên kuştin. Tirkiyeyê heta niha bi dehan kes qetil kir. Heke MÎT endam û kadroyên PKK’ê bikuje, gelo ev tişt çiqasî xizmetê ji gelê Başûr re dike? Li cîhanê kîjan dewlet dixwaze îstîxbaratek li welatê wî xwe bi rêxistin bike û kuştinan bike? Kes rêya vî tiştî venakin, her kes li dijî vî tiştî helwesta xwe diyar dikin. Li Başûr em dibînin ku MÎT li her derê xwe birêxistin dike. Di nav civaka Başûr de gelek kesan ji bo xwe bi rêxistin dike, dixwaze bi wan gerîla bide kuştin. Dewleta Tirkiyeyê bi zanebûn vî tiştî dike. Ji ber ku dixwaze Kurdan parçe bike, dixwaze Kurdan bera ber hev bide. Tirkiye li Bakur jî vî tiştî dike. Gelek mirovan dike sîxur û çete. Ev kes nikarin xwe nêzî gel bikin. Divê partiyên li Başûr vî tiştî bibînin. Divê nehêlin ku Tirkiye li Başûr parçebûneke wisa çêbike. 

Li ser Şengal û Mexmûrê jî zext û êrîş zêde bûne. Sedemên van çi ne?

Gelê Mexmûrê ji ber Tirkiyeyê revîya û hate li Başûr dijî. Tirkiye xwest wan têxe bin xizmeta xwe. Lê gel ev tişt qebûl nekir. Gund û erdên xwe terikandin û hatin di şertên koçberiyê de dijîn. Bi çand, îrade û nasnameya xwe dijîn. 

Şengal hê di dema Osmaniyan de, li ser gelê Êzidî gelek ferman hatine kirin. Di dawiyê de jî DAÎŞ’ê êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Xwest Şengal û Êzidiyan ji holê rake. DAÎŞ’ê ji ber daxwazên Tirkiyeyê êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Ji ber ku him Şengal û him jî Mexmûr ji bo Tirkiyeyê gelekî muhîm e. Di dîrokê de jî xwestiye li ser wan qetlîaman bike û wan têxe bin xizmeta xwe. Şengalê jî ev tişt qebûl nekir û Mexmûrê jî ev tişt qebûl nekir. Li dijî DAÎŞ’ê jî sekinîn û li dijî Tirkiyeyê jî sekinîn. Nehiştin ku DAÎŞ bigihêje hedefa xwe. Dema DAÎŞ têk çû, Tirkiye kete şûna DAÎŞ’ê. Niha Tirkiye êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. Berê DAÎŞ’ê êrîş dikir, niha jî Tirkiye êrîş dike. Ji ber ku Erdogan serokê rastîn ên DAÎŞ’ê ye. Yê ku vê siyasetê dimeşîne Erdogan e. Xwestin bi DAÎŞ’ê encamê werbigire, pêk nehat. Niha jî ew bi xwe ketiye dewrê. 

Bi DAÎŞ’ê xwestin netîce werbigrin nebû bi xwe ketin dewrê. Niha Şengal jî Mexmûr jî li dijî vê siyastê berxwedanê dike têkoşînê dike. Bi vê minasebetê ez wana silav dikim, pîroz dikim. Ew wezîfê kî netewî pîroz pêk tînin. Belkî zoarî û zehmetî jiyan dikin, belkî bedelan didin faqat wezîfeyekî birûmet pêk tînin. Tirkiye ji bo çi êrîşî wan deran dike, ji ber ku Tirkiye dijminê gelê Kurd e bi taybet Kurdê ku bi îradeya xwe, bi nirxê xwe dixwaaze bi azadî jiyan bike ji bo wan hedef. Mexmûr û Şengal jî xwerêxisitin dike û xwe birêve dibin, xwe dimeşînin. Xwe mihtacî kesekê nakin, Tirkiyê naxwaze ku Kurd xwe birêve bibe. Ji bo Tirkiyê Kurd lazime yan nebe yan hebe jî, xwe înkar bike dijî xwe bisekînin xizmetê Tirkiyê de bin Tirkiye ji bo wan çi diaxwaze wê pêk tîne. Mexmûr û Şengal ne dibe Tirk û ne jî dikeve bin xizmeta wan. Ji bo Kurditiya xwe ji bo mirovahiyê dijîn, xwe dimeşînin. Tirkiye li kuderê Kurdekî wiha hebe ji bo wan dijminahiyê dike eger ku dijminahiyê ji bo Şengal û Mexmûr dike sedem ew e.

Li pêşberî êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê saziya Neteweyên Yekbûyî çima bêdeng e?

Niha Tirkiye dibîne ku hinek hêz li dijî Şengal û dijî mexmûr in, vêya ji bo xwe firsend dibîne. Dibêje ez dikarim vêya ji bo xwe bi kar bîn, îşte heqer êrîşa li Şengal û Mexmûr pêş dixe yek girêdayî vê ye. Yê ku li Şengal li Mexmûr xwedî derkeve yek kîjan saziye Yekîtiya Netewî ye, Nav yekîtiya Netewî ye faqat vêya dewletan diparêze ne gelan, ne netewan li dijî netewan e. Berjewdniyên dewletan esas werdigrin rastiya wan saziyan ewe. Ji bo wê ew sazî li Mexmûr û Şengal xwedÎ dernakeve li Tirkiyê xwedî derdikeve daxwazên tirkiyê ji bo wê qebûl dike pêk tîne ji bo wê li dijî êrîşan na sekine ji bo wê wezîfeya xwe ji bo memxûr û Şengal pêk anîne û daxwaziyên wan pêwistiyên wan pêk na îne. Tirkiye ji vêya feyde dibîne van êrîşan her ku diçe zêde dike.

Niha li Rojhilatê Kurdistan, Îran û Iraqê xwepêşandanên gelan hene, heta bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan ev pirsgirêk çawa dikare werin çareserkirin û çareser bibe bandora wê tevahiyê herêmê çawa be?

Niha li Rojhilata Navîn ne weke herêmên di ye, Rojhilata Navîn bo cîhanê girîngiyekî xwe heye. Taybetmendiyekî xwe heye, ji ber ku hemû dengê cîhanê li ser Rojhilata Navîn xira dibin çêdibin. Ji bo wê jî li cîhanê yê ku desthiatdariyê ji bo xwe esas digrin û mudaxeleyî rojhilta Navîn dikin. Ji bo bikaribin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe rêxistin bikin. Denga ava bikin li ser vê armancê xwe pêk bînin ji bo wê daîm mudaxeleya derve li Rojhilata Navîn çêdibe, wê ji niha û pêve jî çêbibin îşte ji çi feyde dibînin van mudaxleya pêş dixin ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tê jiyin ji ber ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn hene van pirsgirêkan jî bi rêyên demokratîkbûnê mirov dikare çareser bike. Sîstema demokrasî dikare çareser bike, lê desthilatdariya ku di rojhilata Navîn de demokrasî demokratîkbûnê bo xwe esas nagrin, jiber ku wextê nikarin bibin desthilatdar. Ji bo bes desthialtdariya xwe difirkirin demokratîbûnê biratiya gelan netewê demokratîk ji bo xwe esas nagrin. Ji bo desthilatdariya xwe daha zêde nîjadperestiyê û yek jî mezhebûyînê esas werdigrin. Va jî pirsigêka rojhilata navîn mezintir dike va jî dibe sedema hêzên derve mûdaxele bikin. Hêzên derve bi mudaxeleya xwe pirsigrêkan çareser nakin, pirsigrêkên heyî hê bêhtir giran dike. Rojhilata Navîn xira dike dirizîne, pirsigrêka rojhilata navîn encaq dikare bi sîstemeke demokratîk were çareser kirin û netewa demokartîk dibe çareserî ji bo wê lazime kes van nîjadperstiyê û mezhebûyînê ji bo xwe esas wernegrin. Parçebûna gelan dijminahiya gelan pêş nexe ji bo desthilatdariya xwe ji bo berjewendiyê xwe. Girtin kuştin, zext ne çareserî ye. Gelê Rojhilata Navîn tim mudaxleyea derve ji bo xwe rast nabîne ji ber ku nakeve xizmeta wan pirsgirêka wan çareser nake , giran dike hem jî ew desthiatdariya ku li Rojhliata Navîn de jî pirsgirêka gelan çareser nake pêwistiyên wan pêk naîne pirgirêkên wan giran dike ji bo wê gelê Rojhliata Navîn Taybet li Iraq,li Îran li Lubnan li gelek cihan gel li dijî tim mudaxleya derve disekine hem jî li dijî wê desthilatdariya heyî disekine, ji ber ku li rojhilata Navîn civak civakbûyîn xurt e, kapîtal3izm modernîte dixwaze civakbûyînê civakê xirabe bike ji bo wê kar dike va li dijî Rojhilata Navîn sekinîn e. Gelê Rojhilata Navîn vêya dibîne ji bo wê li civaka xwe li civakbûyîna xwe xwedî derdikeve, va nakokiyên mezin çêdike. Ji bo wê jî dibîne ku ne sîstema kapîtalîst modernîte ne jî yê ku Rojhilata Navîn desthiatdariyê esas werdigre hurmetê civakê civakbûyînê nagrin. Cidî nagrin cidî nêzik nabin, heta li dijî wê disekinin vê dixwazin parçe bikin civak jî dixwaze li civakbûyÎna xwe xwedî derbiekve eger ku va welatan e gel hinde radibe ser piyan t^keoşînê dike berxwedanê dike sedem ew e. Dibînin ku desthialtdariya heyî pêwisityê wan pêk na3inin giran dikin û li gel xirabiyê dikin ji bo wê civak xwedî li xwe derdikeve pêşengê wan zeîf e nikare netîce werbigre. Li vê jî s3istema kapîitalîst modernîte ew desthiatdariya kud i rojhilata navîn de feyde dibîne dixwazin va serhildanan bitefisînin heta dest bizivirînin têxin bin xizmeta xwe ku bikarin armancên xwe pêk bînin. Niha li Îran gelê Îran dîrokê wan dewlemend e, gelek tevgerên azadiyê demokrasiyê pêş ketine. Dawî jî li dijî Şah şoreşeke pir mezin çêbû gelê Îran gelekî şoreşger e. Gelekî wiha şoreşger bi şoreşê çêbûye, şoreş çêkiriye bi şoreşê ji xwe çêkiriye nikare wer ser xwe zilmê qebûl bike. Nikare wer deskeftiyê desthiadartiya heyî cidî nêzik nebe qebûl bike, qeb3ul nake ji bo wê serhildanê dike bedelan dide. Li Iraqê jî dewlet bi xwe ye artik dewleta klasîk nikare bimeşe bê dewletî heye gel jî vêya dibîne ku dewlet ne çareserî ye dixwazin ji bo xwe çareseriyê pêş bixin, dixwaze p3eşiya wê bigrin ew jî li dijî vê disekinin Luban jî wiha ye li İraq jî wiha ye li gelek cihan jî wiha ye. Mirov dîqat bike belkî li cîhanê gel tevgerê de ne faqat bi giran3i li Rojhlita navîn di serhildanê de ne çima ji ber ku taybetmendiyê rojhliata Navîn heye, taybetmendiyeke gelê Rojhliata Navîn heye civakbûyîn xurt e, dewlet desthilatdarî vir pêş ket ê li vir jî dibînin ku ne çareseriye ew sîstem ji bo wê li dijî wê sîstemê disekinin ji bo xwe alternatîfkê pêş bixin alternatîf jî Rêber Apo pêşxist da dest wan eger sîstema konfederalîzma demokatîk ji bo xwe baş fam bikin dikarin alternatîfê xwe pêş bixin.

Dewleta Tirkiyê bi politîkayeke ku digot sifir pirsgirêk yan sifir problem xwest Rojhilata navin de rol bigre lê pitşî ku dewletên Ereb dîtin ku armancê wan nûjenkrina Osmaniya dagirkirina welatê heta Erebiye jî mînakên Sûrî me dît li hemberî wê tawir helwest danîn ji derveyî Qatarê hûn van helwestên dewletên Ereb çawa şîrove dikin?

Raste dewleta Tirkiyê xwest ku Ereben bixapîne. Heta destpêkê hinek hêvî Ereban li Tirkiyê hebû, li Erdogan hebû. Faqat paşê dîtin ku zihniyeta Tirkiyê da Erdogan da çi guhertinek nîne hemû xapandine, dixwaze vê xapandinê li ser Ereban desthilatdariya xwe pêş bixe, Osmaniya nû pêş bixe ew dît ji bo wê ew hêviya ku ji Erdogan û Tirkiyê hebû guhertin tek îro Qatar li gel wan e, li gel Tirkiyê li gel Erdogan maye. Derveyî Qatar hemû Ereb li dijî Tirkiyê li dijî Erdogan disekine ji ber ku di dîrokê de dîtin rastiya Osmanî, Tirkan ji bo wan çiye ji bo wê helwesta ku li dijî Tirkiye û Erdogan pêş dixin  helwesteke raste. Zihniyeta Erdogan Tirkiyê de çi guhertin nîne berê nerm nêzikî Ereban dibî ku ne tirsîne ku bikaribe hedefên xwe pêk bîne berxwedanek li dijî wan çênebe, çi wextê şer pêş ket berxwedana PKK’ê xurt pêş ket vêya rastiya Tirkiyê rastiya Erodgan bi her alî ve derxist holê bi herkesê da naskirin. Berê bi nerm dixwestin netîce werbigrin êdî rastiya wan derket nikaribîn bi wî şekilî nêzî Ereban bin ruyê xwe yê rast derxist holê. Yanî çawa dijminê gelan in çawa dijminê Ereban in çawa dixwazin erdê Ereban dagir bikin, ew dan diyar kirin. Ereb bi vê hesiyan, ji bo wê li dijî Erdogan Tirkiyê nêzikbûnê xwe guhertin çêkirin vê çi da diyarkirin li Sûriyê li Iraqê Kurd Ereb dikarin îtifaqekê çêbikin li dijî dagirkeriya Tirkiyê li dijî metirsiyên Tirkiyê, niha va di pratîkê de jî hinek pêş ket. Vê da diyarkirin ku ba Ereban siyaseta rast ew e, ji ber ku li Rojhilata Navîn yê ku dagirkeriyê di qirkirinê li parçekirinê zirar dîtî gelê Ereb û Kurd e. Herêm jî bi giranî herêma Eraban herêmeke Îslamiye çandekî wê heye Kurd jî wê çandê esas werdigrin ji bo wê Kurda jî Ereban jî dît ku eger tifaqekê pêk bînin dikarin vê parçebûnê rakirin, dikarin rastiya xwe qezenç bikin rastiya Rojhilata Navîn dîsan qezenç bikin. Ji bo wê li ser wê esasê nêzikbûnek pêş dikeve ew raste di cih de ye. Helwesta Ereban ji bo Erdogan û Tirkiyê pêş xistî ji bo wê raste.

Ev sedema ku niha wekî mînaka Sûrî de em dibînin gelê Ereb û Kurd bi hevre li dijî dagirkeriyê şer dikin û li ber xwe didin girêdayî vê ye?

Raste, Bakurê Sûriyê felsefeya îdeolojî ya Rêber Apo esas digrin, di wê de jî çi esase civaka demokratîk pêşxistin, wê netewa demokratîk, konfederalîzma demokartîk pêşxistin, xweseriya demokartîk pêşxistin esase va çi çêdike vêya biratiya gelan çêdike, îradeya gelan çêdike, rêxistina gelan çêdike xwe azadî îfadekirinê çêdike, va Rojava dîtin ku a rast ew e. Yê ku pêşî li talukeya Tirkiyê bigre ew e.

Dewleta Tirkiyê siyaseteke xwe ya penaberan heye weke amûrekî şantaj û tehdîtê li beramberî cîhanê dişûxulîne lê di esas de mirov vê dibîne li Bakurê Kurdistanê jî li Rojavayê Kurdistanê dixwaze penaberan “bicih bike û demografiya Kurdistanê biguherîne” Hûn vê siyasetê çawa şîrove dikin?

Niha li Tirkiyê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî bi zanebûn bi mîlyonan koçberên Sûriyê kişandin tirkiyê. Ji ber ku armancê xwe bû li ser Sûriyê xwestin armancê xwe bi vî şêweyî pêk bînin. Bi mîlyonan mirov şandin hemû fabrîqeyên Sûriyê jî kişandin Tirkiyê derbeyek mezin li Sûriyê xistin tolhildan ji Sûriyê werdigrin vêya berdewam dikin û ji bo gel fabrîqe anîn feyde dîtin. Dîsan bi mîlyonan miorvên Sûriyê anîn xistin şixûlandin. Pereyekî pir erzan dan wan, keda wan xwarin di aliyê aboriyê de gelek ji wana feyde dîtin û xwestin ku bi wa koçberan him aboriya xwe xurt dikin xistin xizmetê wan û xizmeta wan jî kir yek ji xwestin bi koçberan li ser çeteyan desthilatiya xwe çêbikin ku bikarin çeteyan bi armancê xwe li Sûriyê bişûxulin. Ji bo wê çek dan wan, perwede kirin artêş ava kirin gelek tişt kirin malbatê wan jî li Tirkiyê hemû destê wan de ne rehînin çi dixwazin bi destê çeteyan didin kirin û dîsan li ser çeteyan xwestin Rûsya jî bikêşin siyaseta xwe di wê de jî netîce wergirt û dîsan jî koçberên ku anîn Tirkiyê li dijî Ewropa jî şixûland, hem aliyê aborî de şixûland gotin lazime hûn alîkariya min ya madî bikin, bi mîlyonan pere qezenç kirin dîsan got lazime hûn alîkariya siyaseta min bikin ez çi siyasetê pêş bixim lazime hûn dijî wê ne sekinin ew jî da ber Ewropa û Ewropa tehdît kir di wê de jî netîce wergirt. Ew pere bir xiste temelê yê li Sûriyê xwe rêxistin bike xwe bike hêz û bikare bi vî şêweyî mudaxeleyî Sûriyê bike li Sûriyê xwe xurt bike, Sûriyeke nû li ser wî esasî bo armancê xwe ava bike. Wextê ku bi çeteyan gelek şer kirin, bi taybetî li dijî Kurdan û texrîp kirin Sûriye, çeteyan derbe xwar û piştre bi xwe kete dewrê. Niha jî çeteyan li bakurê Sûriyeyê ji Efrînê heta Serêkaniyê bi cih dike, demografiyê diguherîne, asîmîlasyonê dike. Qirkirinê dike û dixwaze bi vî rengî giraniya xwe li Sûriyeyê çêbike. Bi vî rengî dixwaze Sûriyeyeke demokratîk pêk neyê û Kurd negihêjin mafê xwe, ku bandorê li desthilatdariya wan neke û karibe desthilatdariya xwe dewam bike. Niha jî dibêjin ji Îdlibê koçber tên û dibêjin, 'eger hûn siyaseta min a li Sûriyeyê, siyaseta min a dagirkeriyê, siyaseta min a qirkirina li dijî Kurdan qebûl nekin, ez ê derî vekim bila koçber bên Ewropayê'. Bi vî rengî gefê li Ewropayê dixwe. Ji ber vê yekê Ewropa jî li dijî Erdogan nikare helwestekê nîşan bide. Lewma hemû nirxên xwe dan ber lingan. Digotin mafên mirovan, demokrasî, azadî, edalet, ev hemû dan bin lingan. Wijdan, exlaq dan bin lingan. Ketin xizmetê Erdogan. Mirov binere, Amerîka, Ewropa, Rûsya hemû li pişt siyaseta Erdogan cih digirin. Dibe ku eşkere hinekî diaxivin li dijî siyaseta Tirkiyeyê disekinin, ev hemû gelê Kurd û gelê Ewropa xapandine, qada navneteweyî xapandine ku berxwedan û nerazîbûn zêde çênebe. Di bin de jî alîkariya Erdogan dikin, ji her alî ve. Erdogan ji vê yekê gelekî sûdê werdigrie. Têkiliya xwe ya bi Ewropa û NATO'yê jî ji bo vê bi kar tîne. Bi taybetî jî Merkel alîkariya siyaseta Erdogan dike. Dib şirîkê qirkirinê li ser Kurdan. Divê mirov vê jî mehkûm bikin.

Tayyîp Erdogan bi siyaseta xwe ya qirkirinê ya şer aboriya Tirkiyeyê têk bir. Di encama vê de li nava civaka Tirkiyeyê krîz heye, malbat bi malbat mirov xwe dikujin, întixar dikn. Hûn bandora vê siyasetê li ser aborî û civaka Tirkiyeyê bi çi rengî şîrove dikin?

Dema ku hinekan pirsgirêka aboriyê anî ziman Erdogan bersiv da wan. Got, 'hûn buhayê bombeyan, fîşekan dizanin çi ye?' Bi vê zîhniyeta xwe diyar kir. Zîhniyeta ku şer esas werdigire, siyaseta ku qirkirinê esas werdigire. Vê zîhniyeta demokrasî ji holê rakir, Tirkiye parçe kir, Tirkiye, civak xera kir, kir dijminê hev. Niha şer esas werdigirin, hem li Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê. Hemû aboriya dixe xizmeta şer. Eger li Tirkiyeyê pirsgirêkên ewqasî mezin ê aboriyê çêdibin sedem şerê ku li dijî Kurdan, li hundir û derveyî Tirkiyeyê ye. Divê gelê Tirkiyeyê vê fêhm bike, vê qebûl neke. Eger dixwzin aboriya Tirkiyeyê baş bibe lazime li dijî şer bisekine, yekîtiya xwe bi gelê Kurdan re çêbike. Wê demê wê aborî bi pêş bikeve, birçîbûn ji holê radibe. Di heman demê de bi hezaran çeteyan xwedî dike, maeşan dide wan hemûyan. Ev jî pirsgirêkên aboriyê xurt dike, lazime gelê Tirkiyeyê ji Erdogan û Bahçelî vê bipirse. Çima hûn me birçî dihêlin, hûn maeşê didin van çeteyan? Ev çete kî ne? Wê demê ew nikarin vî şerî berdewam bikin. Eger şer dewam dike, ku aborî her roj têk diçe sedema wê gelê Tirkiyeyê hesabê wê napirse, ew jî jê sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê jî birçîbûn heye û mirov ji ber wê întixar dikin.

Li hemberî malbatên gerîla û girtiyan bi taybetî vê sala dawî pirs zêde polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li gorî we sedema vê çi ye?

Li ser Kurdan plana 'çokdanînê' heye, wê dimeşînin. Li ser malbatan jî radiwestin, sedem ewe ku beşeke wê planê pêk tînin. Berê jî li ser malbatan disekinînin, lê belê niha hîn bêhtir disekinin. Zextê dikin, gefan dixwin, xapandinê dikin, dibêjin 'em ê hin îmkanan bidin we'. Bi vî rengî dixwazin malbatên hevalan, bi taybetî yên gerîla û girtiyan ji tevgerê qut bikin, bixin xizmeta xwe. Bi vî rengî dixwazin tasfiyeyê çêbikin. Vê planê ji ber wê dimeşînin. Lazime malbat nekevin xizmeta wê planê. Li dijî wê bisekinin, ya ku tê xwestin ewe, li zarokên xwe, li têkoşînê, li nirxên xwe, li berdêlên xwe lazime xwedî derkevin, li azadiya xwe lazime xwedî derkevin. Eger li dijî nêzîkbûnên dagirkeran bisekinin, wê dagirker nikaribin vî planî bimeşînin. Dagirker bi vî rengî dixwazin PKK li pêş çavên malbatan, gel lawaz nîşan bidin. Ji ber ku şerekî taybet, psîkolojîk li dijî PKK'ê tê meşandin. Lewma li ser malbatan bi wî rengî disekinin, dixwazin ku malbatan bawer bikin ku PKK lawaz ketiye û ji bo wê bêjin çê nabe, em zarokên xwe dûrî hereketê bixin, em bi xwe jî dûr bikevin. Dijmin dixwaze wê bike. Li ser malbatên şehîdan, gerîla, girtiyan disekine ku karibe tasfiye û qirkirinê bike. Lazime malbatên me di vir de hişyar bin, li dijî vê planê bisekinin. Dibe ku gefan jî bixwin, dibe ku gelek gefên xerab jî bixwin, kes lazime li pêş wan çokê xwe danîne, divê li dijî wan bisekine. Divê her kes bedela bidin pêş çavan, destê xwe têxin bin bar. Ya ku ji her kesî tê xwestin ew e. Ne tenê li ser malbatan bi wî rengî disekinin, li Kurdistanê ajantî, fûhûşê dikin, esrarê, bê exlaqiyê dikin. Bi vî şeklî dixwazin civaka me xera bikin, dixwazin însanên me li neteweya xwe dûr bixînin, ji têkoşînê dûr bikevin. Li gel wê birçîbûnê jî dikin ku gel nikaribe li Kurdistanê, li azadiyê bifkire. Bi vî rengî karibe bi hêsanî qirkirinê bike. Vê siyaseta beşek çokdanîne, her mirovên me divê hişyar be.

Navenda siyaseta qirkirinê jî û li hemberî wê navenda berxwedanê jî Bakurê Kurdistanê ye. Li dijî vê gelê Bakurê Kurdistanê û dostên Kurdan divê bi rêbazeke çawa têbikoşin?

Niha ku li Bakur berxwedan nebe, li beşên din jî nabe. Eger îro li beşên din berxwedan heye û hinek destketî çêdibe, ew encama berxwedana li Bakur çêdibe. Bakur esas e, bingeh e. Dijminê esas li Bakur e, dewleta Tirkiyeyê ye. Ji bo hemû beşan dijminê esas Tirkiye ye. Ji ber wê jî berxwedana Bakur esas e. Beşên din heta ku li Bakur encam neyê wergirtin nikarin rehet bin. Ev jî li ber çavane. Vaye tê dîtin ku Tirkiye dest li Rojava, Başûr werdide. Eger Rojava, Başûr dixwzin rehet bijîn, wê demê lazime li Bakur pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber wê li pişt berxwedanê bisekinin, alîkariya wê bikin. Ne ku bên lîstika dewleta Tirk. Dewleta Tirk dixwaze Bakur, PKK cuda bike, hêzên Kurd lawaz bike, parçe parçe bike ku karibe netîceyê werbigire. Bakur li dijî vê disekine, berdêlan dide. Berxwedana Bakur ji bo tevahiya beşan e, ne tenê ji bo Bakur e. Ev berxwedan ruhekî di nava gelê Kurd de çêdike, netewetiya Kurd bi pêş dixe. Li beşên din jî berxwedana ku tê kirin ew jî ruhê yekîtiya neteweyî xurt dike. Hevdu bi vî rengî temam dike. Ji ber vê gelê Kurd li Bakur berxwedanê lazime bi her şeklî xurt bike. Belkî niha desthilatdariyeke faşîst, dagirker, qirkirinê esas werdigire heye, ji her alî ve êriş dike. Dibe ku gelek rêxistinên siyasî têk birine, lê belê lazime kes gav paşde neavêje. Divê xwe rêxistin bike, ji bo xwe têbikoşe vê yekê ji bo xwe esas werbigire. Divê li benda siyaseta demokratîk nesekine, dikare xwe bi rêxistin bike, têkoşînê bike. Lazime wê çawa vê zexta, vê zilma bişikîne nîqaş bike, her kes rêya vê ji bo xwe bibîne. Ya rast ew e, li dijî faşîzmê, li dijî dagirkerî û qirkirinê mirov dikarin bi vî rengî rawestin. Ew bi her şêwazî, bi hemû îmkanan, gelan bi taybetî gelê Kurd dûrî vê bixin. Bi vî rengî kes nefikire, rêyên têkoşînê neafirînin û ew jî karibin bi hêsanî qirkirinê çêbikin. Lazime gelê me jî bifikire ku wê çawa vê zexta bişikîne, vê zilmê bişikîne, wê çawa ji bo xwe têbikoşe, rêyên wê lazime biafirîne. Ya tê xwestin ew e. Niha dagirker bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê radike. Lazime gelê me xwe ji saziyên dewletê dûr bixîne. Divê xizmetê ji wan saziyan re neke. Ji bo xwe rêxistinê bike, ji bo xwe lazime têbikoşe. Dostên Kurdan jî lazime alîkariya dewleta Tirk nekin. Tiştên Tirkiyeyê nekirin, neçin Tirkiyeyê û li dijî Tirkiyeyê bisekinin. Têkilî û alîkariya xwe ya bi Kurdan re xurtir bikin. Wê demê dikarin li vê faşîzmê xilas bibin, ji ber faşîzma Tirkiyeyê ne tenê li dijî Kurdan metirsî ye û dijminahiyê Kurdan dike. Metirsiya xwe li ser tevahiya mirovahiyê ye, dostên Kurdan jî ev fêhm kirine. Ji ber vê yekê li gelê Kurd xwedî derdikevin, divê vê yekê xurtir bikin. Wê demê ew faşîzm, ew belayê mezin hem ji bo Kurdan hem ji bo însaniyetê dikeve bin lingan. Her kes wê xwe ji wê xilas bike.

Faşîzm niha çima ewqasî êriş dike?

Niha faşîzm karakterê xwe ew e. Yanî li dijî gelane, li dijî demokrasiyê ye, her tim şer esas werdigire, her tim zilmê esas werdigire. Bêyî wê nikare xwe îdare bike, xwe bimeşîne. Eger li Tirkiyeyê AKP-MHP hîn şer, zilmê, neheqiyê, bê edaletiyê, bê hiqûqiyê, kuştin, girtin, koçberiyê dike, sedema wê ji bo ku nîjadperestiyê ji bo xwe esas werdigire. Dixwazin dewleteke netewe li ser Tirkan ava bikin. Ji ber wê dibêjin, yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat. Ev yek ji xwe fikir û felsefeya faşîzmê ye. Erdogan, Bahçelî her roj vê tînin ziman û li ser vî esasî jî her tim dijminahiyê, şer dikin. Karakterê vê desthilatdariyê wiha ye. Nikare wekî din nêzîk bibin, nikarin demokratîkbûnê, azadiyê, hurmetê gelan ji bo xwe esas werbigirin. Her tiştî dixin xizmeta xwe, tiştê ku nekeve xizmeta wan dijmin dibînin, diçin ser. Vê siyaseta xwe heta dawiyê dimeşînin. Dawiya vê siyasetê jî nîne, di vê siyasetê de jî çiqasî israr dikin, dawiya xwe tînin. Her ku nêzî dawiya xwe dibin vê siyaseta gemar, qirêj bêhtir dikin. Ev yek jî wê di nava wan de şikestinê çêbike. Lê belê lazime mirov vê bibîne; yanî vê desthilatdariya xwe meşrûbûna xwe nemaye, esas ketiye. Lazime bê xistin. Ev nayê wê wateyê ku madem meşrûbûna xwe xilas kirye, nêzîkî ketinê bûye, em jî nêzî azadiyê bûne, wê demê ne lazime em zêde têkoşînê bikin. Ev şaşitiyeke mezine. Ev wan li ser desthilatdariyê dihêle. Lazime li dijî wan em têkoşînê xurt bikin ku em bikaribin dawiya wan bîne. Ya ku dawiya wan bîne ewe. Ji her kesî ew tê xwestin.

We 2019 nirxand Birêz Bayik. Di sala 2020'an de wê têkoşîneke çawa bê kirin, em ê çi bibînin?

Çawa ku sala 2019'an bi dijwarî derbas bû îsal jî wê bi dijwar derbas bibe. Dibe ku hîn bi dijwarî derbas bibe. Ev rastiyeke. Ji ber ku faşîzma li Tirkiyeyê her ku diçe ber bi dawiyê ve diçe. Her ku ber bi dawiye ve diçe, zilma xwe, şîdet û komkujiyê xwe zêde dike. Ji ber vê jî li dijî wê jî gelê Kurd, tevgerên sosyalîst ên li dijî faşîzmê, yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin divê têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin ku rojek pêş de netîceyê werbigirin. Eger bi vî rengî nebe ew desthilatdarî bi xwe nakeve. Çiqas hatibe dawî jî dîsa dimîne. Yê ku wê bixîne têkoşîne. Me têkoşîn kir, me dijwar kir, me berdêlên mezin dan, rastiya wan me hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê bi her kesî da fêhmkirin, teşhîr kir, lawaz kir, ber bi ketinê anî. Lazime em vê temam bikin. Sala ku em ketinê ji bo wê em ê têkoşînê mezintir bikin. Her kesên li dijî faşîzmê jî wê têkoşîna lazime mezintir bikin. Ji bo ku têkoşîn mezintir bibe ku Tirkiye di parçebûnê de di faşîzmê de derbikeve, ku Tirkiye bigihêje demokratîkbûnê azadiyê, ji bo wê Kurd lazime di nava xwe de yekîtiya xwe xurt bikin li her beşê. Li ser wê yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî xurt bikin. Karê ku niha li ser wê esasê çêdibe lazime em bigihînin dawî. Ji bo wê em ê kar bikin. Dîsa Kurd lazime bi gelê Tirkiyeyê re, bi tevgerên demokrasiyê re bi çepan re tifaqa xwe xurt bikin ku bikaribin encamê werbigirin. Dîsa li dinyayê dostên Kurd re, yên ku li dijî faşîzmê, desthilatdariyê re tifaqa xwe xurt bikin. Di wê de gelek pêşketin çêbûne, lazime ew sal ew zêdetir bê xurtkirin. Bi vî rengî em karibin li dijî faşîzmê encamê werbigirin, vê rejîmê têxin bin lingan. Ji bo wê lazime her kes li Rêber Apo zêdetir xwedî derkeve, ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan rêbertiyê dike. Ji bo hemû gelan, ji bo însaniyetê, ji bo demokrasiyê azadiyê rêbertiyê dike. Ne tenê em vê dibêjin, gelek ên ku rastiya rêbertî fêhm kiriye, Rêbertî ji bo xwe rêber dibînin, dibêjin 'Rêberê me Rêber Apo ye'. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo esas werdigirin. Niha li ser Rêber Apo tecrîdekê dimeşînin, heta metirsiyeke mezin çêdikin. Ji ber ku dibînin ku gel Rêber Apo ji bo xwe esas werdgire. Ew jî li ser Rêber Apo hîn zêde tecrîdê xurt dikin, tehlîkeyê xurt dikin. Ji bo vê li dijî vê Kurd û hemû hêzên demokrasî, azadî û sosyalîst divê li Rêber Apo ji her demê bêhtir xwedî derkevin ku tecrîd bê şikandin. Têkbirina tecrîdê bidawîbûna siyaseta li dijî Kurdane. Siyaset ku li ser gelan dimeşîne, li nava Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê bi dawî dibe. Dawiya faşîzmê tê. Gel ji faşîzmê xilas dibin, digihêjin demokrasî û azadiyê. Ji bo wê sala ku em dikevinê ew têkoşîn wê mezintir bibin. Li ser van esasana em dikevin sala nû. Bi vê hêviyê em nêzîkî sala nû dibin. Di sala nû de em ê têkoşînê di her alî de xurt bikin. Ji ber ku têkoşîna ku di bin rêbertiya Rêber Apo de pêk tê bû têkoşîneke navneteweyî. Gihîşt wê astê, lewma lazime ew xurtir bê meşandin. Hêviya însaniyetê, hêviya gelan em xurtir temsîl bikin. Li ser van esasan em ê nêzî salê nêzîkî kar bibin. Berdêl çi dibin bila bibin, em ê wan berdêlan ji bo însaniyetê dîsa bidin ser milê xwe, weke me heta niha dan ser milê xwe. Ez dixwazim vê bêjim; kes lazime rêya rehet nede pêş xwe, eger rêya rehet bide pêş xwe, ew ji berxwedanê dûr dikeve teslimiyetê esas werdigire. Ji ber ku karakterê şoreşa Kurdistanê heye. Çi ye ew? Her tim li dijî zor û zehmetiyan û astengiyan radiweste, têkbirina astengiyan, afirandina çareseriyane. Va rastiay Kurdistanê ye. Yê ku vê rastiyê esas werbigire dikare li dijî zilmê, zehmetiyê, astengiyan bisekine. Ew dikare têkoşîna demokrasî azadiyê pêk bîne. Lewma divê gelê me rêya rehet nede pêş xwe, nebêje zext heye, zilm heye, ez xwe hinekî paşde bikişînim û xwe biparêzim. Na, lazime li xwe û nirxên xwe xwedî derkeve, li dijî zor û zehmetiyê bisekine, li dijî astengiyê bisekine, ku bikaribe têkoşînê bi pêş bixe, dawiya faşîzmê pêk bîne. Bi van hestan ez sala nû li hemû gelê Kurd, li dostên Kurd, li însaniyetê pîroz dikim. Ji bo wan serketinê dixwazim.