Bayik: Divê cîhana Rojava nêzîkatiya xwe ya li PKK'ê biguherîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku cîhana Rojava bi taybetî Ewropa divê nêzîkatiya xwe ya li PKK'ê biguherînin û got, ev yek wê bi kêrî berjewendiyên wan be.

Nûçegihanê rojnameya înternetê û kovara mehane ya bi navê Tîchys Eînblîck tê weşandin Tomas Spahn, li ser armancên PKK'ê, rista wê ya li Rojhilata Navîn û pozîsyona Ewropayê bi taybetî ya Elmanyayê li hemberî Kurdan, bi Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re axivî.

Bayik di destpêka vê hevpeyvîna xwe de diyar kir, ku binavkirina PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' ji aliyê welatên Ewropayê ve, ji ber sedemên siyasî ne û anî ziman, PKK bi biryareke siyasî li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' hatiye bicihkirin.

Bayik bibîr xist, ku di salên 1990'î de li Kurdistanê şerekî giran ê qirêj dihate meşandin, bi qasî 17 hezar kes di bûyerên 'kiryar nediyar' de hatin kuştin, bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, bi hezaran mirov hatin revandin û îşkence li wan hate kirin û got, "Li pêşberî vê yekê, ji bo mirov serî rake, ne lazim bû ku mirov Kurd be. Mirovbûn têrê dikir ku serî li ber vê yekê rake. Lewma, di sala 1993'an de Kurdên li Ewropayê dijiyan li dijî van êrîşan dest bi çalakiyên protestoyî kirin."

DIVIYABÛ ÇALAKIYÊN OTOBANÊ BIHATA FÊHMKIRIN

Bayik anî ziman, ji bo raya giştî ya Ewropayê van rastiyan baştir bibîne, otoban hatin dagirkirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku Ewropayê jî destek dida vî şerê qirêj. Dema ku mirov hovîtî û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Kurdistanê dihatin kirin binirxînin, wê were fêhmkirin bê çalakiyên bi vî rengî yên Kurdên li Ewropayê çima hatin lidarxistin. Dibe ku çalakiyên qanûnî nebûn, mirov aciz bûn ku Kurd derketin otobanan. Lê belê li Kurdistanê qirkirin hebû; gundên wan ên ku lê ji dayik bûn, lê mezin bûn, hemû hatin şewitandin û xerakirin. Gelo ev dihat çi wateyê? Kuştina bi hezaran mirovan bi rengekî 'kiryar nediyar' dihate çi wateyê? Eger em kiryarên derveyî mirovahiyê, zext û zilma dewleta Tirk hingî li Kkurdistanê kir bînin ziman, wê xwendevan şoq bibin. Lewma girîng e Elmanya wan şert û mercên çalakî lê hatin lidarxisitn fêhm bike."

PKK BI PEYMANA CENEVREYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Bayik bibîr xist, ku li cîhanê gelek caran şer qewimî ye, têkoşînên rizgariya neteweyî hatine dayin û got, di sedsala 20'an de şerê bi vî rengî gelek caran qewimiye.

Bayik destnîşan kir, eger were lêkolînkirin wê bê dîtin, ku di nava şerê sedsala 20'an de qewimîn, di nava şerê rizgariya neteweyî de, her wiha di nava şerê ku ji aliyê Ewropiyan ve weke têkoşîna azadiyê tê binavikrin de, ya herî zêde bi baldarî nêzî mafên mirovan dibe PKK ye.

Bayik anî ziman, PKK'ê ti carî çalakiyên ku sivîlan dikin hedef nekiriye û got, "Çalakiyên bi vî rengî jî timî şermezar kiriye. PKK'ê sala 1994'an Peymana Şer a Cenevreyê erê kir û soz da ku wê li gorî vê peymanê tevbigere. Ji hingî ve girêdayî vê soza xwe ye."

PÊWÎSTE EWROPA NÊZÎKATIYA XWE BIGUHERÎNE

Bayik diyar kir, tevî vê rastiyê jî helwesta Ewropayê ku PKK'ê weke 'rêxistineke terorê' dibîne û hê jî weke nûnerê rewa yê gelê Kurd nabîne, biryareke siyasî ye û ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, dewam dike.

Di dewama axaftina xwe de Bayik got, "Tirkiye dewleteke endamê NATO ye. Dema ku têkoşînek li dijî Tirkiye ya endamê NATO ye bê dayin, nêzîkatiyên bi vî rengî yên endamên din ên NATO'yê rewşek dikare bê fêhmkirin. Lê belê di nava rewşeke ku şerê sar qediya ye û fonksiyona NATO'yê guheriye, dewamkirina nêzîkatiyeke bi vî rengî ya di nava şert û mercên şerê sar de hatiye destnîşankirin, rast nîne. Têkoşîna PKK'ê û çalakiyên wê li holê ne. PKK rêxistineke vekirî ye. Rêxistineke bi qasî PKK'ê vekirî nîne. Rexneyên li nava xwe bi awayekî vekirî dike. Rexneyên xwe yên ji bo derve jî vekirî dike. Nêzîkatiya xwe ya polîtîk û pêkanînên xwe bi awayekî zelal nîşan dide. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku divê cîhana Rojava bi taybetî jî Ewropa nêzîkatiya xwe ya li PKK'ê biguherînin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ev biryar wê ji bo mirovahiyê û tevahiya Ewropayê bi kêrî berjewendiyên wan bê.

Pêwîste Ewropa ya jî Elmanya li karakter, zîhniyet û jiyana Kurdên ku ji PKK'ê hez dikin binerin. Ji jiyan û zîhniyeta van mirovan jî wê karibin fêhm bikin bê PKK rêxistineke çawa ye."

ELMANYA BÊ PÎVAN E Û NE HEVGIRTÎ YE

Bayik ragihand, ku tiştekî şerm û nayê qebûlkirin e ku Elmanya li gorî daxwazên dewleta Tirk tevdigere û got, "Karaktera Tirkiyeyê îro li gelemperiya cîhanê tê dîtin. Elmanya jî pê dizane. Dewlet Tirk ti hêzeke mûxalîf naxwaze. Zextên giran li mûxalîfên li Tirkiyeyê dike. Ne tenê li nava Tirkiyeyê, her wiha li Sûriye, Iraq, Îran û gelemperiya cîhanê naxwaze Kurd bibe xwedî vîneke siyasî, naxwaze bibe xwedî jiyaneke azad."

Heverokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku Elmanya di vê mijarê de gelekî bê pîvan û ne hevgirtî tevdigere û got, "Li gorî daxwaza Tirkiyeyê, alên PYD, YPJ, YPG'ê qedexe kir, ku ev rêxistin li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê Elmanya bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyeke çawa de ye."

Bayik got, eger ji dewleta Tirk bê wê nehêle Kurd hilmê jî bistîne û got, "Gelo polîtîkaya dewleta Tirk a di vî warî de nayê zanîn? Pêwendiya vê yekê bi PKK'ê re nîne. Rêxistineke din a Kurd jî bûya, nêzîkatiya dewleta Tirk wê bi heman rengî bûya. Ji ber ku qirker e, dixwaze Kurdan ji kokê ve tine bike, hebûna Kurdan qebûl nake. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Ermenî qir kir. Gelo niha jî bi desteka Elmanan wê Kurdan qir bike?"

BILA ELMANYA JÊ RE NEBE ŞIRÎK

Bayik da zanîn, bicihanîna daxwazên dewleta Tirk ji aliyê Elmanyayê ve, tê wê wateyê ku Elmanya dibe şirîkê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û got, "Lazim e Elmanya dev ji şirîkatiya vê qirkirinê berde. Ji ber ku polîtîkaya dewleta Tirk teqez polîtîkaya qirkirinê ye. Eger Elmanya dibêje polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan polîtîkaya qirkirinê nîne, ev yek mijareke cuda ye. Ev şerma Elmanyayê ye. Ya jî di çarçoveya berjewendiyan de jinedîtî hatina polîtîkaya qirkirinê ye."

Cemîl Bayik bibîr xist, ku Kurdên li Elmanyayê, Kurdên li Ewropayê mîna Kurdên li Tirkiyeyê ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hez dikin û destnîşan kir, ku Kurdên li Elmanyayê di nava rêxistinûneke demokratîk qanûnî de ne; li gorî qanûnên Elmanyayê, di çarçoveya qanûnên Ewropayê de xwe bi rêxisitn dikin û di vê çarçoveyê de zilma li Kurdistanê şermezar dikin.

Bayik da zanîn, Kurdên ji Rêber Apo û PKK'ê hez dikin, li Ewropayê bi ti awayî qanûnên Ewropayê bin pê nekirine.

KURD LI DIJÎ ELMANYAYÊ NÎNIN

Heverokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Kurdan bi ti awayî helwesteke neyînî li hemberî Elmanyayê nîşan nedane û got, "Hêzên li ser şopa Rêber Apo ne, îro li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi hezaran jê şehîd bûne. Em nabêjin bi sedan, lê bi hezaran şehîd bûne. Ewropa, Elmanya li şûna ku li gorî daxwazên dewleta Tirk tevbigerin, divê hewl bidin hestên mirovên di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe feda dikin, fêhm bikin."