Bayik: Desthilatdariya AKP-MHP'ê êdî nikare bi rê ve biçe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: HDP'ê bigirin jî negirin jî desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe, dawî li wan hatiye. Berxwedana Garê, 8'ê Adarê û Newrozê ev yek bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a bernameya taybet de ya Stêrk TV, zextên li ser HDP'ê, êrişên PDK'ê yên li dijî qadên gerîla, polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan û berxwedana zindanan nirxand.

Dema dawî êrişên il ser HDP'ê zêde bûn. Wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, piştre jî doza girtinê li HDP'ê hate vekirin. Hûn van êrişan çawa dinirxînin?

Farûk Fergerlîoglû ji ber ku mirovekî xwedî bawerî ye, bi gel re ye, li dijî zilm û êşkenceyê ye, ji ber ku êşkence teşhîr dikir, ew kirin hedef. Gergerlîoglû mirovekî hêja ye, zilm û êşkence qebûl nekir. Ji ber vê yekê gef li Gergerlîoglû xwarin, lê dîsa jî nekarîn gavê paşve bidin avêtin. Gergerlîoglû hem baweriya xwe hem jî wezîfeya xwe ya mirovane ji bo gelan bi cih anî. Di baweriyê de exlaq û wijdan esas e. Gergerlîoglû jî xwedî exlaq û wijdan e. Timî il ber zilma li dijî gelê Kurd rabû. Li ber êşkenceya li her kesî rabû. Di şexsê Gergerlîoglû de xwestin ku mirovên xwedî li gelan, demokrasiyê, azadiyê, exlaq û wijdan derdikevin bitirsînin, teslîm bigirin. Lê belê bi ser neketin.

Doza girtinê li HDP'ê vekirin, dixwazin qedexeya siyasî deynin ser 700 kesî, hewl didin alîkariya xezîneyê li ser bibirin. Çima? Ji ber ku HDP ne tenê gelê Kurd temsîl dike, ew di heman demê de gelên Tirkiyeyê temsîl dike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê jî desthilatdariyeke li dijî biratiyê, jiyana bi hev re, demokrasî û azadiyê ye. Dixwaze timî civakê parçe bike, teslîm bigire û bixe bin xizmeta xwe. Yên ku teslîm nabin jî digire, qetil dike, zextê lê dike. Partiya ku li ber faşîzma AKP-MHP'ê radibe, ya ku demokrasiyê temsîl dike û serî natewîne HDP ye. Lewma dixwazin HDP'ê bigirin. Di şexsê HDP'ê de dixwazin her kesên li ber wan radibin bitirsînin, teslîm bigirin û bi vî rengî li ser desthilatdariyê bimînin.

Tevî van hemûyan jî HDP'ê serî netewand. Got, 'Kevneşopiyeke me ya siyasî heye û em ê dewam bikin ku vê kevneşopiyê temsîl bikin, bibin xeta 3'emîn'. Gel jî xwedî li HDP'ê derket, ji ber ku gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê, kî xizmetê ji gel re bike xwedî li wan derdikevin. Eger gel îro bi rengekî xurtî xwedî li HDP'ê derdikeve sedema wê jî ew e. Gavên ku AKP-MHP'ê li dijî Gergerlîoglû û HDP'ê avêt di nava gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de bû sedema hêrseke mezin. Lewma di Newrozê de bi rengekî xurt xwedî li HDP'ê derkevin.

KURD NE TENÊ LI NAVA HDP'Ê, LI HER QADÊ TÊDIKOŞIN

Çima dixwazin HDP'ê bigirin? Ji ber ku siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşînin. Ji wan heye ku dema HDP girtin wê siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan bibin serî. Lê belê xwe dixapînin. HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiyeke Tirkiyeyê ye. Hemû hêzên li ber faşîzmê radibin temsîl dike. Rast e, Kurd di nava HDP'ê de siyasetê dikin, lê belê ne tenê li nava HDP'ê hene. Li qadên cuda jî siyasetê dikin û têdikoşin. Kurd li nava gerîla, li nava civakê, li qadên îdeolojîk û propagandayê têdikoşin.

Beriya HDP'ê gelek partî girtin. Gelo encam jê girtin? Na. Kurdan hîn bi xurtî têkoşîna xwe dewam kirin. Bi salan e di siyasetê de israr dikin. Lê belê encama ku vê siyasetê li welêt afirandiye li holê ye. HDP'ê bigirin jî negirin jî desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe, dawî li wan hatiye. Berxwedana Garê, 8'ê Adarê û Newrozê ev yek bi rengekî şênber raxistiye ber çavan.

Her kes hem xwedî li Rêber Apo derket hem jî li gerîla, PKK û HDP'ê. Ne tenê li Bakur, li Başûr, Rojhilat, Rojava, Şengal, Mexmûr, Ewropa, Lavrîo, Rûsya yanî li her cihî Kurd û dostên wan xwedî li Rêbertî, PKK, gerîla, HDP û azadiyê derketin. Bi vê wesîleyê silav û hurmetên xwe ji gelên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji gerîla re dişînim. Ji ber ku di vê dema gelekî girîng de armanc, fikirên xwe bi rengekî şênber raxistin pêş çavan. Lewma spasiya hemûyan dikim.

Erdogan çend roj berê bi rengekî korsanwarî di şevekê de biryar stand û ji Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişand. Bi dîtina we, ev yek tê çi wateyê?

Peymana Stenbolê bi daxwaza Erdogan li Stenbolê hate kirin. Erdogan hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo hêzên li qada navneteweyî bixapîne ev yek kir. Qaşo nîşan dida ku yekî demokrat e. Li ser vî esasî xwest li Tirkiyeyê li gorî dilê xwe desthilatdariyê ava bike. Naxwe derdê wî ne bidawîkirina tundiya li dijî jinê, ne demokrasî û azadî ye. Eger hûn bala xwe bidin ser, Erdogan çi dibêje di pratîkê de berevajî wê dike. Her kes êdî vê dibîne. Ji ber vê yekê kes jê bawer nake. Roj bi roj jî li hundir û derve tengav dibe.

Herî dawî li Garê derbeke mezin xwar, di 8'ê Adarê de tevgera jinê pêngavek kir, vê yekê ew hejand. Piştre jî Newroz gihîşte asteke mezintir. Gelê Kurd îradeya xwe destnîşan kir. Yanî derbeke mezin li siyaseta 'Têkbirinê' xist. Pêvajoyeke nû da destpêkirin. Dema ku siyaseta AKP-MHP'ê pûç bû, çi kirin? Qala reforman kirin, vê jî têrê nekir gotin ku wê destûra bingehîn a nû çêbikin. Destûra Bingehîn a çêbikin wê destûra bingehîn a AKP-MHP'ê be. Bi vî rengî careke din dixwaze her kesî bixapînin.

Tevgera jinê roj bi roj wan tengav dike, desthilatdariya wan dihejîne. Zanin ku eger bi vî rengî dewam bike wê dawî li desthilatdariya wan bê. Lewma dixwazin pêşî li tevgera jinê bigirin. Tevgera jinê, gerîla û Newrozê hev temam kirin. Vê yekê jî pêvajoyeke nû da destpêkirin. Tevgera jinê wê xurtir bibe û ev yek jî wê dawî li desthilatdariyê bîne. Ji ber ku ji vê ditirsin, nîvê şevê gaveke bi vî rengî avêtin. Bi taybetî jî di Newrozê de . Ev yek bersivek li Newrozê û tevgera jinê ye.

ERDOGAN-BAHÇELÎ NIKARIN TÊKILDARÎ JINAN BIRYARÊ BIDIN

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser zîhniyeta nêrza ava bûye. Niha jî dixwazin destûra bingehîn çêbikin. Peymana Stenbolê ji bo mafên jinan hin derfet afirandibû. Bi jiholêrakirina vê peymanê re naxswazin ku tiştekî bi navê mafên jinan bihêlin. Careke din dixwazin ku jinan bikin kole û desthilatdariya xwe ya nêrza dewam bikin. Jin jî vê qebûl nakin û li dijî vê gavan diavêjin. Em bi jinan re ne, heta dawiyê mafdar in. Jin êdî têgihiştî ne. Bi taybetî Rêber Apo ji bo jinan felsefe û îdeolojiyek afirand. Ji bo jinan yê ku destpêkê têkoşiya Rêber Apo ye. Lewma jin hîn bi xurtî xwedî lê derdikevin.

Kes nikare êdî pêşî li jinan bigire. Eger jin cihê xwe di nava tevgerekê de digire, nepêkane ku ew tevger bê astengkirin. Ew tevger wê hîn bêhtir bi pêş bikeve. Tevgera jinê jî her roj hîn xurt dibe û desthilatdariyê dihejîne. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê ne tenê jinên Kurd û sosyalîst, jinên li nava AKP'ê jî wê li ber vê rabin. Her wiha Erdogan û Bahçelî nikarin têkildarî jinan biryarê bidin. Jin tenê dikarin têkildarî xwe biryarê bidin. Eger wê biryarên nû bên girtin, eger wê biryarên heyî bên guhertin tenê jin dikarin vê bikin.

Keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava encam da. Di 8'ê Adarê de mêr jî daketin qadan. Têrker nebe jî ev encameke Şoreşa Rojava ye. Li Rojava gel bi xurtî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket. Hûn vê çawa dinirxînin?

Paradîgmaya Rêber Apo li ku bikeve meriyetê wê li wir guhertin pêk were. Hem di nava jinan û mêran, hem jî li nava civakê. Weke ku we gotin di 8'ê Adarê de mêr jî daketin qadan. Bêguman ev têrê nake, lê belê guhertineke girîng e. Rêbertî dema ku li Sûriyeyê ma ji bo gelê Rojava kedeke mezin da. Perwerde kir, zane kir, kir xwedî îrade. Ji ber vê xizmeta Rêbertî li Rojava Şoreş pêk hat. Eger ne ji keda Rêbertî bûya Şoreşa Rojava pêk nedihat. Hem gelê me yê Rojava hem jî jinên Rojavayî gelekî baş bi vê zanin. Ji ber ku jinên Rojavayî bi têkoşîna Rêbertî xwe nas kirin, rabûn ser piyan û bûn xwedî îrade.

Eger civaka Rojava bi taybetî jî jin xwedî li Rêber Apo derdikevin, sedem jî ev e. Çima ne yekî din, lê xwedî li Rêber Apo derdikevin? Ji ber ku Rêbertî ji bo wan kar kir. Sedemeke din a xwedîderketina civaka Rojava li Rêbertî ew e ku dewleta Tirk xaka wan dagir kiriye. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Cerablûs di nava civakê de hêrseke mezin afirandiye. Dîtin ku dijminê herî mezin ê Kurdan, dewleta Tirk e. Li cihên dagirkirî hovîtiya dewleta Tirk dîtin.

Her wiha dibînin ku hin dewlet hewl didin têkiliya navbera Rêbertî û jinan bibirin. Li dijî vê bi hêrs in. Lewma bi xurtî xwedî li Rêbertî derdikevin. Ne tenê li Rojava, li Bakur, Rojhilat, Ewropayê li her derê jin û ciwan daketin qadan û xwedî li Rêbertî, PKK'ê derketin. Ji ber ku Rêber Apo hem ji bo jinan hem jî ji bo ciwanan gavên dîrokî avêt. Jin û ciwan bûn pêşengên têkoşîna demokrasî û azadiyê. Lewma jin û ciwan li her qadê bi xurtî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin. Bi vê wesîleyê wan silav dikim, pîroz dikim.

We helwesta xwe ya têkildarî PDK'ê beriya niha bi rengekî eşkere nîşan dabûn. Lê belê roja Newrozê PDK'ê êrişek bir ser kampên gerîla. Hûn vê êrişê çawa dinirxînin?

Gelê me û dostên ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin, çi dixwazin? Yekîtiya neteweyî dixwazin. Ev yek bi dengekî bilind anîn ziman û xwestin ku her partî bersiva vê yekê bidin. Ev yekîtî di nava gelê me de pêk hatiye. Divê siyaseta Kurd jî vê yekê pêk bîne. Di nava siyaseta Kurd de di vê der barê de hin gav hatin avêtin. Lê belê gelê me û dostên me xwestin ku ji bo yekîtiya neteweyî partiyên ku beriya niha gav neavêtine bi vê Newrozê re gavê biavêjin. Ev daxwaz bi taybetî ji PDK'ê kir.

Ya ku ji PDK'ê hate xwestin bicihanîna daxwazên gelê me û dostan bû. Lê belê hate dîtin ku roja Newrozê li qada Berdesorê bi çekên giran êriş birin ser kampeke me ya gerîla. Ji bo şer neqewime hevalên me xwe ji qadê vekişandin. Ji ber ku roja Newrozê gelê me dixwaze yekîtiya neteweyî pêk were, lê PDK di bin balafirên dewleta Tirk de êrişî kampa me dike. Ev li dijî ruhê Newrozê ye.

EM NE LI BENDÊ BÛN KU PDK ROJA NEWROZÊ ÊRIŞÎ GERÎLA BIKE

Hevalên me jî ji ber ku ev dîtin, bi ruhê Newrozê tevgeriyan û parastina yekîtiya Kurdan ji xwe re kirin esas. Ji bo pirsgirêk mezin nebe, ji bo bi diyalogê çareser bibe neketin şer. Ne welê bûya, mafê hevalên me bû ku xwe biparêzin. Ji ber ku PDK'ê di bin balafirên dewleta Tirk de bi çekên giran êrişî kampa hevalên me kir. Eger hevalên me bersiv bidan wê ev yek bibûya sedema şer. Lê belê li gorî daxwazên gelê me yê Newrozê xwe vekişandin.

Em ne li bendê bûn ku PDK roja Newrozê tiştekî wiha bike. Ne tenê roja Newrozê, rojên din jî divê tiştekî bi vî rengî neke. Çima? Ji ber ku hewldanên ji bo diyaloga navbera PDK'ê û me de heye. Em nizanin ku ev êriş navendî ye, xwecihî ye yan jî biryara hin kesan e. Em dixwazin pê zanibin. Çima roja Newrozê êrişeke wiha kirin? Çima di nava şert û mercên diyalogê de êrişeke wiha bû, bi rêya vê êrişê xwestin çi bikin? Em dixwazin bi vê zanibin. Lêkolîna me ya têkildarî vê êrişê dewam dike. Em dixwazin hîn bibin ku êrişeke navendî ye yan jî biryara fermandarekî ye.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, li zindanan li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê û li Mexmûrê grevên birçîbûnê 4 meh in dewam dikin. Têkildarî van grevên birçîbûnê hûn dixwazin çi bêjin?

Bi taybetî çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, Lavrîo û Mexmûrê pîroz dikim, silav û hurmetên xwe ji wan re radigihînim, çalakiyeke gelekî pîroz dikin. Lê belê divê her kes zanibe ku ne li zindanan li derve divê çalakî bên kirin. Me dest bi pêngava 'Dem dema azadiyê' ye kir û yê ku pêşengiyê ji vê pêngavê re bike zindan nîne. Ji derve ve divê pêşengî bê kirin û zindan jî piştgiriyê bide. Ne rast e ku zindan vî barî bide ser milê xwe û yên li derve tenê piştgiriyê bidin. Divê yên li derve barê zindaniyan sivik bikin. Ya rast ev e. Ya ku em ji her kesî dixwazin jî ev e.

Kevneşopiyeke zindanê heye û vê dimeşînin. Her demê erk û rola xwe bi cih anîne. Ji ber ku zindan beşek ji qadên me yên têkoşînê ye. Her kes zane ku em li derve çawa têdikoşin, li hundir jî têdikoşin. Lewma zindan beşeke ku têkoşîna me temam dike. Kevneşopiya berxwedana zindanan di 14'ê Tîrmehê de hate afirandin. Çi ye kevneşopiya zindanan? Di nava şert û mercên zehmet û bêderfetiyê de têkoşîna encamgiriyê ye. Ji Mazlûm, Hayrî û Kemalan dest pê kir û heta îro jî dewam dike. Mazlûm, Kemal, Hayrî û Akîfan fermanek dan zindanan. Hevalên li zindanan jî vê fermanê îro bi cih tînin.

BERXWEDAN HER DERÎ VEDIKE

Li zindanan kevneşopiyeke bi vî rengî ya xurt heye û ev kevneşopî wê her tim dewam bike. Lê belê divê em vî barî nexin ser milê hevalên li zindanan. Weke ku tê zanîn gelek hevalên me li zindanan şehîd bûn. Piştî 12'ê Îlonê li girtîgeha Amedê 2 hevalên me bi rengekî hovane hatin şehîdxistin. Heta ku şehîd ketin êşkence lê kirin, lê wan serî netewandin, dest ji berxwedanê bernedan. Di sala 2012 'u 2018'an de jî il zindanan ji bo azadiya Rêbertî çalakiyên gelekî xurt hatin lidarxistin. Di sala 2018'an de hem li zindanan hem jî li derve 9 hevalên me şehîd bûn.

Piştî her çalakiyên xurt dewlet neçar dimîne ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bide kirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku berxwedan her derî vedike. Herî dawî çalakî hatin lidarxistin û kurt jî be neçar man ku destûrê bidin bi telefonê Rêbertî biaxive. Çawa ku Rêber Apo ew û siyaseta wan rexne kir, telefon yekser birîn. Çawa ku gelê me di Newrozê de nîşan da ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêbertî tiştekî din qebûl nake, kadro û xebatkarên vê tevgerê jî divê vê yekê ji bo xwe bikin esas. Li her qadê li ser vê bingehê têbikoşin

Piştî 8'ê Adarê û Newrozê, Hefteya Lehengiyê tê pîrozkirin. Têkildarî Hefteya Lehengiyê hûn dixwazin çi bêjin?

Gelê Kurd û PKK xwedî gelek lehengan e. Ev lehengî jî bi Rêbertî afirîn. Di dîrokê de kesî nekariye îradeya lehengan bişikîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk, Kurdên xayin û sîstema kapîtalîst çi dikin bila bikin; çiqasî dijminatiyê li Kurdan dikin bila bikin wê nikaribin li pêşiya Kurdan, il pêşiya lehengiyên gerîlayên PKK'ê bibin asteng. Ji ber ku lehengiya ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin li ser bingeha fedayîtiyê ye. Yanî ew mirovên ku ji bo azadiyê xwe dikin qurbaniyê xizmetê. Çiqasî xwestin jî nekarîn pêşî li vê lehengiyê bigirin. Tevî ku derfetên xwe hemû bi kar anîn, tevger hîn xurt bû, serhildanên hîn mezintir pêk hatin. Newroza dawî jî ispata vê yekê ye.

Eger gelek lehengên xwe nikaribe biparêze şensê wî gelî nîne ku bijî. Rêber Apo, PKK'ê û gerîla ji bo gelê Kurd leheng û nirxên mezin afirandin. Ji ber vê yekê di nava gelê Kurd de lehengên mezin peyda bûn. Tevî ku zext, zilm û êşkence li gelê Kurd tê kirin, Kurd ji PKK'ê, ji Rêber Apo, ji azadiyê venagerin. Di Newrozê de jî gotin, 'hûn çi dikin bikin nikarin îradeya me bişikînin. Em ê bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn'. Her milîtanekî vê tevgerê lehengeke. Bêguman di nava wan de ên sembol hene; Mazlûm, Egîd, Zîlan. Lê belê gelê Kurd xwedî bi hezaran lehengan e. Ti ji wan jî ji bo şexsê xwe tiştek nekir. Çi kiribin ji bo gelê Kurd, ji bo gelan û mirovahiyê kirin. Jiyana xwe ji bo vê feda kirin. Ji ber vê yekê ev tevger mezin bû, ji bo her kesî bû hêvî.

Hêza tevgerê ji vê milîtaniyê tê. Kes nikare pêşî li vê milîtaniyê bigire. Lewma PKK û gelê Kurd li ser şopa lehengan meşa azadiyê dewam dikin. Heta azadiyê wê vê meşê dewam bikin. Yên ku hesabên şaş dikin divê tavilê ji van hesaban vegerin. Ti hêz nikare pêşî li PKK'ê û gelê Kurd bigire. AKP-MHP, Kurdên xayin û modernîteya kapîtalîst ji bo tasfiyekirina PKK'ê û gelê Kurd derfetên xwe hemû bi kar anîn, lê belê li Garê, 8'ê Adarê û Newrozê careke din hate dîtin ku nikarin bi ser bikevin. Lewma divê her kes dersê ji vê yekê derxîne.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurd 4'ê Nîsanê li her derê bi coşeke mezin pîroz dike. Ji bo rojbûna Birêz Ocalan hûn dixwazin çi bêjin?

Rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyan e. Rojbûna gelan, mirovahiyê ye. Divê her kes bi vî rengî nêzîk bibe. Divê weke rojbûneke ji rêzê ya mirovekî neyê dîtin. Rojbûna Rêber Apo jî divê bibe roja bilindkirina têkoşînê. Divê kes nebêje, em li Garê bi ser ket, di 8'ê Adarê de û Newrozê de daketin qadan, me serdemeke nû dan destpêkirin, ev bes e. Em xwe nexapînin.

Rast e; me pêvajoyeke nû dan destpêkirin, derbeke mezin li siyaseta qirkirinê xist, derfetên azadiyê xurtir kir, lê belê li ser vê bingehê divê pêngaveke hîn xurtir bê avêtin. Ev pêngav çi ye? Biserxistina pêngava 'Dem dema azadiyê' û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Di rojbûna Rêbertî de jî divê em ji bo vê têbikoşin. Ya rast ev e.

Yek ji malbatên ku dibin hedefa êrişên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP'ê malbata Şenyaşar e. Malbata Şenyaşar ji bo edaletê dest bi çalakiya nobedê kir. Emîne Şenyaşar ji ber daxwaza xwe ya edaletê hate destgîrkirin, lê belê dayikên ku ji aliyê AKP'ê ve hatine xapandin jî hîn li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinên. Ji bo vê rewşê dixwazin çi bêjin?

Sedema destgîrkirin û berdana malbata Şenyaşar daxwaza ji bo şikandina îradeya wan û bidawîkirina çalakiyê ye. Ne tenê ji malbata dayika Emîne Şenyaşar, ji malbata Dîlan Îzol jî 3 kes hatin qetilkirin. Yên ku mirovên ji her du malbatan qetil kirin kî ne? Parlamenterên AKP'ê ne. Yên ku ev komkujî li Sêwerek û Pirsûsê kirin parlamenterên AKP'ê ne. Malbatên ku komkujî li wan hatine kirin daxwaza edaletê dikin. Ji xwe ji er ku li Tirkiyeyê edalet nîne, AKP-MHP çi bixwaze wê dike. Çi bixwaze tîne serê mirovên sivîl, gerîla, çandê û olan.

Parlamenterên ku ev komkujî kirine jî xistine rêveberiya AKP'ê. Li şûna girtin û darizandinê xelat dane wî. Ev tê çi wateyê? Di şexsê herdu malbatên ku komkujî li wan hatiye kirin de dijminatiyê mezin dikin. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Şaş e ku mirov bêje tenê çend mirov ji hin malbatan kuştine. Di şexsê wan malbatan de li dijî gelê Kurd siyasetê dimeşînin. Dixwazin çavê her kesî bitirsînin. Peyama, kesên ku serî li ber me natewînin em wan qetil dikin, didin her kesî.

DIVÊ GELÊ KURD MALBATÊN ŞENYAŞAR Û DÎLAN ÎZOL BI TENÊ NEHÊLE

Dixwazin gelê Kurd bitirsînin û teslîm bigirin. Lewma çalakiya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê gelekî hêja ye. Ev ne tenê çalakiya wan e, çalakiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd, dost, her wiha mirovên edaletê dixwazin malbatên Şenyaşar û Dîlan Îzol bi tenê nehêlin, divê xwedî li wan derkevin. Xwedîderketina li van mirovan xwedîderketina li xwe, edalet û azadiyê ye. Bi vê wesîleyê silav û hurmetên xwe ji dayik Emîne Şenyaşar, kurê wê û ji Dîlan Îzol re dişînim, ji ber vê çalakiyê wan pîroz dikim. Çalakiyeke gelekî pîroz û hêja dikin, em heta dawiyê bi wan re ne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li dijî faşîzmê ne, divê bi van malbatan re bin.

DESTANA GARÊ RÛPELEKE NÛ JI BO MIROVAHIYÊ YE

Herî dawî ez careke din Cejna Newrozê li gelê me, gerîla, berxwedêrên li zindanan û dostên me pîroz dikim. Hefteya Lehengiyê di serî de li gerîlayên Garê li hemû gerîlayan pîroz dikim. Lehengiya ku li Garê afirî ji bo PKK'ê û gelê Kurd qehremanî ye. Destana li Garê pêk hat rûpeleke nû ya ji bo mirovahiyê bû. Em careke din gerîlayên li Garê pîroz dikin.

ANF | Bayik: Em qet ji rewşa Rêberê xwe agahdar nînin (anfkurdi.com)