Bayik: 24'ê Hezîranê ji bo têkbirina faşîzmê şansek e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji rêzê nîne û got, ji bo têkbirina faşîzmê ev hilbijartin şansek e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê ku wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk werin ji ANF'ê re axivî.

Bayik got, eger Erdogan-Bahçelî bi ser bikevin wê gelên Tirkiyeyê bikevin nava xeteriyeke mezintir û destnîşan kir ku ji bo têkbirina faşîzma Erdogan-Bahçelî divê hêzên demokratîk di van hilbijartinan de baş bixebitin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku çawa AKP û MHP vê hilbijartinê ji bo xwe weke şansekê dibînin, hilbijartin ji bo hêzên demokrasiyê jî şanseke ji bo têkbirina faşîzmê.

Bayik bang li hemû aliyên sosyalîst, liberal, Kurd, Elewî û her wiha pêkhatêyên din ên li Tirkiye û Ewropayê kir ku û got pêwîste, bi şev û roj bixebitin da ku HDP li bendê nealiqe.

ERDOGAN BÊYÎ DARBEYÊ NIKARE LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE

Bayik got, "Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartinê dan. Ev biryar ne bi biryareke normal e. Her kes vê biryarê û hilbjartinê bi sergirtinê şîrove dikin, ev yek rast e. Ji ber ku ev biryar darbeyek e. Ji xwe rastiya Erdogan bi xwe darbe ye. Bêyî darbeyê Erdogan nikare li ser desthilatiyê bimîne. Her tim darbeyan dike ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne.

Ji ber çi biryara hilbijartinê da? Bi xwe jî vê yekê îtiraf dikin; Eger hilbijartin di dema xwe pêk hatiba wê me winda bikira û zerar bidîta. Ev yek rast e. Ji ber ku rewşa Tirkiye aniha ji her alî ve ber bi xerabûn û rizînê ve diçe. Têkiliyên Tirkiyeyê yên derve û peywendiyên wan ên hûndirîn. Niha AKP û MHP bi xwe ber bi belavbûnê ve diçe. Di mijara aborî de krîz heye. Ji her alî de gava mirov lê dinêre, mirov kambaxbûnê û xirabûnê dibîne. Ji bo AKP û MHP felaketek rû dide. Ji bo Tirkiyeyê jî felaketek rû dide. AKP û MHP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne her tiştî dike. Ji ber vê yekê hilbjartinên pêşwext hatin ferzkirin.

Ji aliyekî din mirov van hilbjartinan dikare wiha binirxîne; ji bo ku rastiya wan dernekeve holê, ji bo ku di nava civaka Tirk de reş nebin, li gor wan xwestin bi vî rengî mûxelefeta Tirkiyeyê bê amedekarî bigrin, da ku bi lewazbûnê tevlî van hilbijartinan bibin û ew jî bi vî şêwazî qezenc bikin. Ji ber ku pir lewaz û qels in û nêzîkî têkçûnê ne xwestin ku şansekî ji xwe re çêkin, lewra ev biryar girtin. Wê hemû derfetên madî û yên dewletê, zext û zordariyê bi kar binîn ji bo karibin bi ser bikevin.

DIVÊ KES NEKEVE PEY BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ

Ev hilbijartin; hilbijartineke ji rêzê nîne, ji ber ku tiştekî îfade dike. Di vê hilbijartinê de, wê faşîzm bi serbikeve, ya jî wê demokrasî bi ser bikeve? Ev têkoşîneke, Gelo kî wê bi serkeve? Faşîzm qedera xwe bi van hilbjartina ve girêdaye. Ji ber vê yekê eniya demokratîk divê têkoşîna xwe geş bike û bi ser bikeve. Divê ku mirov weke hilbjartinekê nêzîk nebe, divê mirov weke têkoşînekê bibînin. Yanî pêwîte hêza demokrasiyê bê afirandin û bi ser bikeve. Divê faşîzm li Tirkiye têk biçe. Eger AKP û MHP bi ser bikevin, wê faşîzm li Tirkiyeyê bi temamî bi cih bibe. Ev yek ji bo gelên herêmê û Tirkiyeyê bi giştî xeteriyek mezin e. Bi vê bîr û baweriyê divê hemû alî û hêzên demokrasî wiha tevbigerin û ji bo têkçûna faşîzmê hemû hêza xwe bi kar bînin. Çi Kurd, çi Elewî dibe, lîberal, rewşenbîr, nîvîskar, jin û ciwan hemû hêzên ji faşîzma Erdogan û Bahçelî ne rehet in divê li hember vê yekê serî hildin û faşîzmê têk bibin. Tirkiyeyê ji rewşa ne rehet derxin û divê demokrasiyê bi ser bixînin.

EV HILBIJARTIN ŞANSÊ DAWÎ YE

Çawa ku ev hilbijartin ji bo Erdogan û Bahçelî şansê dawî ye, ji bo hêzên demokrasiyê jî şansê dawî ye. Ji ber ku ev hilbijartin, ya wê rê li ber demokrasî û komareke demokratîk veke, ya jî wê faşîzmê kûr bike û bi cih bike. Dibe ku di vê hilbijartinê de hindek kes namzet nebin û aciz bibin. Ji ber ku ev hilbijartin ji yê din cûdatire divê ku bi acizbûn û nerazîbûnê tevnegerin. Divê ewna li gel namzetan tevbigerin. Divê li pey berjewendiyên şexsî û yên teng nekevin. Her kes divê ji bo serketina hêza demokrasiyê bixebitin. Ji bo wê divê hêzên demokrasî cihê xwe di eniya demokrasî de bigrin. Divê HDP di bin bendê de nemîne, kar bike û bi ser bikeve. Eger li gor hatiye plan kirin HDP di bin bendê de bimîne, ev tê wateya ku faşîzma Erdogan û Bahçelî wê bi ser bikeve. Eger faşîzm li Tirkiye bi ser bikeve, ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jin û Ciwanan, liberal, sosyalist, Elewî, nîvîskar û rewşenbîr an tê wateya ku wê ji wan re Tirkiye bibe dojehek. Ji bo ev rewş rû nede divê her kes bixebite.

ERDOGAN ÎSLAMIYETÊ BI KAR TÎNE

Li aliyekî din gelê Kurd demên bihurî ji bo hilbijartinan xebitî û di parlamentê û şaredariyan de encam girt. Dewleta Tirk a dagirker hemû girtin û xistin zindanê. Dibe ku Kurd û çepgir bibêjin; 'Ji bo çi em ê tevlî van hilbijartinan bibin? Bê fêyde ye û tiştê ku me kir li ber çavan e'. Ev nêrînekî şaş e, divê wiha nêzîk nebin. Eger tevlî hilbijartinê nebin û ji bo HDP'ê nexebitin wê faşîzma AKP û MHP bi ser bikeve. Ev ê rê li ber xeteriyên mezin veke. Eger em naxwazin xeteriyên mezin, komkûjiyan, zext û zordariyê bibînin, divê hêzên demokrasî bixebitin û bi rengekî hevgirtî tevlî hibijartinê bibin. Pêwîte ji bo HDP'ê bixebitin. Wê demê wê siyaseta şer, kuştin û zordarî têk biçin.

Bi taybetî bajarên ku Erdogan û Bahçelî xera kirine hene; bajarên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Gever. Ev hilbjartin ji bo wan şansek e, divê tola xwe hilînin. Dengê xwe diyar bikin û bersivekê bidin Erdogan û Bahçelî. Ya tê  xwestin ev e. Gelê ku li Metropolan dijî, çi Kurd dibe, hêzên liberal, sosyalîst dibin ên ji Erdogan û Bahçelî ne rehet in, Misilman dibin ji ber ku Erdogan ti têkiliya xwe bi Îslamê re nîne, li ser navê Îslamiyetê her xirabiyê dike û bawer dikin ku Îslama rastî û heqîqî ew temsîl dikin, divê hemû bixebitin û xwe ji faşîzmê xelas bikin.

JI BO SERKETINA DEMOKRASIYÊ BI ŞEV Û ROJ BIXEBITIN

Ji bo gelê li Ewropayê û demokratên wê; divê ji bo van hilbijartinan bixebitin, da ku faşîzm xwe li Tirkiye bi cih neke û têk biçe. Di vê mijarê de roleke pir mezin li ser milê nivîskar, demokrat û sosyalîstên Ewropa ye. Ku ji bo hêzên demokrasiyê bixebitin û faşîzma Erdogan û Bahçelî têk biçe. Girîng e bi hemû hêza xwe bixebitin. Baweriya min ew e ku di van hilbijartinan de jin, ciwan, gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, hêzên lîberal, sosyalîst, Elewî wê li ber faşîzmê rabin û faşîzmê têk bibin. Bi taybetî jî Misilmanên heqîqî wê li hember faşîzmê bisekinin. Ji bo ku hêzên demokrasiyê bi serkevin wê şev û roj bixebitin. Pêwîste bi vê hilbijartinê re em xwe ji dîktatorî, faşîzm, şer û zordariyê rizgar bikin.

Li ser vê bingehê ez her kesî silav dikim û dibêjim, em biçin ser kar, ji bo her kesî ku ji faşîzmê ne rehet e divê em biçin ser kar û bixebitin."