Bavê Şehîd Ezîz qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd re kir

Hesen Şêx Hesen, bi navê xwe yê din Bavê Şehîd Ezîz ji sala 1989'an heyanî sala 2004'an hewl da fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne civakê. Bavê Şehîd Ezîz qala Rêberê Gelê Kurd û karên xwe yên destpêkê kir.

Bavê şehîd Ezîz dibêje, gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bîra wî naçe ku digot, 'Dema ku mirovekî zext û zordarî li te kir, tu bi awayekî exlaqî bersivê bide'. Bavê şehîd Ezîz ê ku ji pêkhateya Ereb, jiyana xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kir û bîranînên xwe yên li gel Ocalan vegot.

NASKIRINA PÊŞÎ

Hesen Şêx Hesen qala rêxistinbûna destpêkê ya sala 1989'an kir û anî ziman ku wan wê demê bi navê 'civînên bijîşkî' bi rengekî veşartî civîn li dar dixistin û hewl didan gotin û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin.

Şêx Hesen diyar kir, bi rêya doktor Yûsêf Terbûş ê li taa Şêx Meqsûd a Helebê wî tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kir û qala wê demê kir:

"Me bi navê civînên bijîşkiyê civînên xwe li dar dixistin, ji ber ku wê demê civînên tevgera azadiyê ya veşartî çêdibûn. Bi tevlîbûna 20 heyanî 30 ciwanan civîn dihat çêkirin û hemû civîn jî li ser wê bû bê ka wê çawa jiyanake azad û bi rêxistinî bijîn û ji aliyê ciwanan ve reflekseke êrênî hebû. Ji sala 1989'an heyanî 2004'an me fikir û felsefeya Serok Apo di nava gel de belav dikir û bajarên ku me civîn lê çêdikir Heleb, Reqa, Qamişlo, Tirpespiyê, Hesekê û Kobanê bû. Li Kobanê hin heval bi me re bûbûn alîkar. Li herêma Cizîrê em ketin nava liv û tevgerê û heta ji me dihat me kar dikir. Civînên me gihîştibûn wê astê ku bi hezaran kes tevlî dibûn. Çalakiyên me yên destpêkê jî xwepêşandan bûn."

'EGER ME BI HEV RE EV NAN PARVE KIR ŞOREŞA ME WÊ BI SER BIKEVE'

Bavê şehîd Ezîz got, dema ew vegeriyan taxa Şêx Meqsûdê ji wî re gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Lubnanê wan bibînin û wiha dewam kir: "Em çûn Lubnanê. Bi taybetî li herêma Hirmilê, di wê demê de ez û Yûsêf Terbûş û doktor Hesen û Doktor Mûhend bi hev re bûn. Serok Apo civînek bi me re çêkir. Di civînê de Serok ji me re nanek anî û got, 'eger me bi hev re ev nan xwar em ê di şoreşê de bi serbikevin, lê belê yek tenê ji me bixwe û yên din birçî bimîne, şoreş bi sernakeve'. Ji ber ku min bi zimanê Kurdî fêhm nedikir, hevalên min gotinên Serok Apo ji min re werdigerand."

'EGER YEKÎ ZEXT Û ZORDARÎ LI TE KIR, TU BI EXLAQÊ MIROVAHIYÊ BERSIVÊ BIDE'

Hesen Şêx Hesen bi domdarî got: "Sala 1991'ê dîsa Rêber Apo ji bo civînekê bang li me kir. Ew civîn jî li bajarê Bekayê bû. Serok Apo di wê civînê de bi piranî li ser mirovahiyê û exlaqê axivî. Gotinek Seroketî hebû, digot 'dema ku mirovekî zext û zordarî li te kir, tu bi exlaqê mirovahiyê bersivê bide'. Her wiha Serok Apo çi ji me re digot me ew li nav civakê belav dikir. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wiha bi lez berbelava bû."

'BERXWEDAN BERÎ HER TIŞTÎ YE'

Bavê şehîd Ezîz anî ziman ku civîna wan a sêyemîn li bajarê Beilbekê yê Lubnanê pêk hat û got, "Serokatî her tim digot, 'hûn ê li hemberî hemû êşkenceyê li ber xwe bidin û mirovahî û exlaqê berbelav bikin. Her wiha hûn ê li hemberî zilmê derkevin û bi kesên temen mezin û jin û zarokan re alîkar bibin û diziyê mekin û eger hûn berxwedana xwe geş bikin serketin ya me ye'."

'JI BER KU EZ DIÇÛM LUBNANÊ JI BO DÎTINA SEROKATÎ, EZ HATIM GIRTIN'

Hesen Şêx Hesen wiha dewam kir: "Piştî demekê Yûsêf Terbûş hate kuştin û piştî kuştina wî bi 15 Rojan dîsa ez çûm Lubnanê. Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê rejîma Sûriyeyê ez girtim û anîm bajara Ximsê. Em ketim bin avahiyekê û nêzî 70 pêlavanan daketim. Ez kirim odeyekê cuda û ji min li ser kurê min Ezîz pirs kirin. Piştre min got, kurê min mezin bû, dema ku tevlî bûye min nizanî û ez nizanim li li ku derê ye. Piştre ez derketim ji zîndanê û bi awayekî qaçax ez derbasî Lubnanê bûm. Me civîna xwe li dar xist û di civînê de Serok Apo ji min re got, 'bila haya te ji xiyanetê hebe'. Her wiha di kesayetiya Serok Apo min her tiştên pîroz dît, weke exlaq, mirovahî, azadî û demokrasî û hwd."

Hesen Şêx Hesen anî ziman ku herî dawî sala 1994'an li Şamê di civînekê de wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît.