Başûrê Kurdistanê ji bo baragehên Tirk bên derxistin îmze komkirin

Îmzeyên ji bo derxistina dewleta Tirk a ji Başûrê Kurdistanê hatibûn komkirin radestî hikûmetê hate kirin. 10 hezar îmze hatin kom kirin.

Rêxistina Enoûgh (Êdî Bes e) a ku ji bo derxistina baregehên artêşa Tirk a dagirker din ava 16 rojan de 10 hezar îmze kom kirin. Îmzeyên hatine berhevkirin radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.

‘BIRYARA PARLEMETOYÊ HEYE’

Parêzerê kampanya îmzeyan ya rêxistina Enough di derbarê radestkirina 10 hezar îmzeyên ji bo derxistina hêzên Tirk ji Başûr axivî û diyar kir ku wan heta 16’ê Adarê dem daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku bersiva daxwaza me bide û got ku jixwe biryara parlementoyê jî heye pêwîste were pêk anîn ku ti baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk û MÎT li nava xaka Başûr nemîne.

Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku eger Hikûmeta Herêmê bersiva van îmzeyan nede û pêwîstiyên wê pêk neyêne dê van 10 hezar îmzeyan pêşkêşê Desteya Wezîran ya Iraqê û Parlementoya Iraq û her wiha bidin Neteweyên Yekbûyî.

kampanyaya îmzeyan 3’yê Sibatê destpê kiribû 17’ê Sibatê jî temama bibû.