Başûrê Kurdistan ji bo Rojava li qadan bû

Welatiyên bajar, navçe, bajarok û gundên Başûrê Kurdistanê îro li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyên bajar, navçe, bajarok û gundên Başûrê Kurdistanê daketin qadan û dagirkerî şermezar kirin.

Li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Kelar-Germiyan, Şêladiz, Qeladiz, Sengeser ên Başûr Kurdistanê gel daketin qadan û dagirkerî protesto kirin û xwedî li Rojava derketin.

Piştî Silêmaniyê navenda ku xwepêşandaneke mezin lê hate kirin Kelar-Germiyan bû. Bi sedan kesên li Kelar-Germiyan kom bûn ji navenda bajarê Kelar heta Parka Leyla Qasim meşiyan.

Li Germiyanê jî li Dijî Dagirkeriyê Eniya Welatparêz meşek hate kirin û dagirkerî hate protestokirin.

Piştî meşê li ser navê Bereya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê Mela Taha Germiyanî axivî û got: “Rojava ya ku niha bûye hedefa êrîşan, di şikandina çeteyên DAIŞ’ê de rolek sereke lîstiye. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd dane. Ev qas berdelan û qurbanî hatine dayîn. Lewma divê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Rusya, Yekîtiya Ewropa erkên xwe yên exlaqî pêk bînin.”

Piştî axaftina Mela Taha, liser navê Bereya Niştimanî, 4 daxwaz ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re hatin eşkerekirin.

Xalên hatine diyarkirin wiha ne:

Divê Kurd ji bo rewşa Rojava û misrogerkirina parastina Rojava yekîtiya xwe pêk bînin.

Em daxwaz ji hemû Kurdistaniyan, kesayetên dilsoz û raya giştî ya Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û viya wekî erka xwe ya netewî zanibin.

Pêwîste Neteweyên Yekbûyî biryarek derxîne ku parastina îdareya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li hemberî her cure êrîşên biyanî mîsoger bike.

Divê ji bo darizandina DAIŞ’yên hatine girtin, dadgehek navneteweyî bê avakirin. Ji ber ku hebûna wan bi vî rengî tuleke û DAIŞ wê dîsa serî hilde.

Xelkê Şêladizê û ciwan di saetên şevê de daketin kolanan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protestokirin. Asayîşê xwestin çalakiyê asteng bikin lê biryardariya gel rê neda vê û çalakiya xwe domandin.

Li bajarokê Sengeser û navçeya Qeladiz a Ranyayê jî gel li kolanan bû.

Bi hezaran welatiyên li Ranya, Qeladiz, Şêladizê, Hewlêr û Silêmaniyê daketin qadan li dijî dagirkirina Rojava amadene biçin Rojava.