Başûr û Rojhilat dîsa hejiyan!
Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi şîdeta 7.3'yan erd lê hejiya bû, dîsa hejiyan.
Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi şîdeta 7.3'yan erd lê hejiya bû, dîsa hejiyan.
Herêma Germiyanê ya Başûr û deverên Qesri Şîrîn, Serpêl Zehawe û Ezgile yên Rojhilatê Kurdistanê piştî erdheja mezin dîsa hejiyan.
Erdhej saet 07.12'an pêk hat. Di erdheja peyrev de ti ziyan nehate ser mal û canê gel.
Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 12'ê Mijdarê bi şîdeta 7.3'yan erdhej çêbûbû û di encamê de 474 kes miribûn û 9 hezar û 388 kes birîndar bûbûn.
Li eyaleta Kirmanşanê ku erdhejê herî pir bandor li wir kiribû, ziyan gihabû 30 hezar avahî.