Başûr nerazî ye: PDK pêşwaziyê li dagirkeran dike!

Nerazîbûna gelê Başur a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêde dibe. Siyasetmedar û nûnerên saziyan der barê dagirkeriyê de hişyarî dan.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê, Qendîl û gelek herêmên din ên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Lê belê gelek malper, rojname û saziyên çapemeniyê yên li Başûr vê êrîşa dagirkeriyê nabînin. Rojnameya heftane Hawalnews a ku li Kerkûkê tê weşandin, êrîşên dagirkeriyê vê hefteyê ji manşeta xwe ragihand. Rojnameyê li ser mijarê cih da nêrînên siyasetmedaran û nûnerên saziyan.

'GELEKÎ METIRSÎ YE'

Parlamenterê Iraqê yê YNK'yî Şivan Dawûdî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji rojnameyê re axivî û got, "Hêzên Tirk bêyî astengiya hikumetên herêmî û Iraqê, êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Mîna ku şovê dike, bi wesayitên xwe yên zirxî êrîşên xwe didomîne. Weke ku bi rengekî fermî derbas bûne, bêdengî heye. Lê belê ev yek hewldaneke vekirî ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê rewşeke gelekî metirsî ye."

Dawûdî işaret bi bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir û got, "Neteweyên Yekbûyî Iraqê ji nêz ve dişopîne. Der barê her tiştên li Iraqê diqewime, reaksiyonê nîşan dide. Lê belê heta niha li dijî êrîşên dagirkeriyê tiştek nekiriye. Ev yek cihê fikaran e."

'HINEK HENE, HÊZÊN DAGIRKER VEXWENDINE Û WAN PÊŞWAZÎ DIKIN'

Berdevkê Serokatiya Duhokê ya YNK'ê bilind Şalî işaret bi PDK'ê kir û anî ziman ku hin hêz, dagirkerên Tirk li nava bajarê Duhokê pêşwazî dikin. Şalî daxuyaniya çend roj berê bi navê hikumeta herêmî hate kirin nirxand û got, "Di daxuyaniyê de hate gotin, ku hêzên Tirk ji ber hebûna PKK'yiyan a li herêmê hatine. Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin bê hêzên artêşa Tirk çawa ketine herêmê. Ev daxuyanî bi navê hikumeta herêmî hte kirin, lê belê daxuyaniya hikumeta herêmî nîne, daxuyaniya PDK'ê bi xwe ye."

Şalî gotin anî ser PDK'ê û destnîşan kir ku hin hêzên li Başûr yekser an jî neyekser, hêzên Tirk vexwendine Başûrê Kurdistanê.

'LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE, ARMANC DAGIRKERÎ YE'

Ji Komîteya Pêşmerge û Malbatên Şehîdan a Hikumeta Başûrê Kurdistanê Dilêr Mamatî jî anî ziman ku di navbera hêzên Tirk ên ji bo dagirkirinê ketine Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyan de ti peyman nîne. Mamatî got, "Hêzên Tirk bi rengekî ku li dijî qanûnên navneteweyî ye, ji bo dagirkirina axa welatekî serbixwe ketine herêmê. Ev nêzîkatiya binpêkirina qanûnan, krîza li herêmê girantir dike."