Başûr, Iraq û Tirkiyê li ser petrolê li hev kirin?

Li hêlekê lihevnekirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li ser bûdçeyê didome, Serokwezîrê Iraqê got ji bo ku petrola Kerkûkê di ser Tirkiyê re were îxrackirin bi Hewlêrê re li hev kirine.

Lihevnekirina li ser bûdçeyê ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê didome. Parlamentoya Iraqê îro careke dî wê ji bo bûdçeyê bicive. Lê tê gotin ji van hevdîtinan jî wê ti encam neyê standin. Bûdçeya Başûrê Kurdistanê ku dawiya sala 2017’an hatibû kirin bûdçe ji 17 ji 100’î kêmî 12,66’an bûbû. Parlamento dawiya Kanûnê ji bo  vê bûdçeyê civiyabû. Ji ber ku parlamenterên Kurd boykot kiribûn bûdçe ji ber kêmbûna parlamenterna nehatibû qebûlkirin. Sibatê dîsa parlamento ji bo qebûlkirina vê bûdçeyê civiyabû dîsa parlamenterên Kurd boykot kiribûn. Li ser vê hikûmeta navendî ya Iraqê ji petrola Kerkûkê û herêmên dî par da û rêje hilda 17 ji 100’i. Lê vê carê ji bo ku ji para hewce ya Basrayê û herêmên dî yên ku petrol jê dertê nedan hin parlamenteran îtîraz kiribû û hevdîtinên bûdçeyê ti encam bi xwe neanîbûn.

PEYMANA IRAQ-BARZANÎ Û TIRKIYÊ

Li hêlekê ku hevdîtinên li ser bûdçeyê asê bûbûn, geşadenek çêbû ku petrola Kerkûkê di ser Başûrê Kurdistanê re biçe Tirkiyê û ji wir were îxrackirin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî got ji bo ku petrola Kerkûkê di ser Tirkiyê re were îxrackirin wan bi Hewlêrê re li hev kirine.

Abadî piştî kombûna Desteya Wezîran axivî, gotin Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ‘’em hazir in ku petrola Kerkûkê di ser Tirkiyê re îxrac bikin’ hate bibîxistin. Abadî li ser pirsa, ‘Bi Tirkiyê re li ser vê babetê ti hevdîtinên we çêbûn?’’ got: ‘Belê. Xeta petrolê ya ku ji Kerkûkê diçû Mûsilê û ji wir ji Pêşxabûre diçû Tirkiyê ji hêla DAÎŞ’ê ve hatibû tehrîbkirin. Xeta dî ya petrolê ji xaka Herêma Kurdistanê re diçe. Ji bo xeta ku di ser Pêşxabûrê re diçe Tirkiyê em didin û distînin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dema ku hatî Bexdayê em li ser wê axivîn. Ji bo îxrackirina petrolê me li hev kir. Em ê arîşeyan jî piştre çareser bikin. Ji ber ku niha pêdiviya me bi pereyan heye. Heke petrola Kerkûkê neyê îxrackirin wê dahata me nebe.’’