Baskê çaremîn a Xezeba Firatê pêşve diçin, 3 gund hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê çaremîn ji duh ve 28 km bi pêşve çûn û 3 gundên din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku duh baskê çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê ji gundê Xerbê Melha destpê kir. Hat destnîşankirin ku ji duh ve şervanên Xezeba Firatê li baskê çaremîn 28 km bi pêşve çûn û gundên Hilû, Qemerdîn û Meliha El-Serû ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di encama şerê ji duh ve wesayîtekî bombebarkirî, 2 motorpêsiklêt û wesayîtekî leşkerî yên çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin û 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Pêşveçûyîna şervanan a li herêmê didome.