Barzanî: Em ê hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomînin

Nêçîrvan Barzanî yê ku got, referandûm “Nayê wateya îlana dewletê”, diyar kir ku wê hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomîne.

Serokwerîzêr Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî , piştî ku li Hewlêrê dengê xwe bi kar anî û şûnde daxuyaniyek da û got: “Referandûm nayê wateya îlana dewletê.” Barzanî yê ku diyarkir ku wê hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re dewam bike, got: “Referandûm ji bo Tirkiye qet nabe gefeke.”

Barzanî destnîşan kir ku ji bo vîna gelê xwe nîşanî cîhanê bikin referandûm kirine û wiha pêde çû: “Referandûm wê di 26’ê Îlonê de neyê wateya îlana dewleta Kurdistanê. Herêma Kurdistanê dixwaze diyalogên cidî li gel Iraqê bike. Hûnê sibe jî ala Iraqê li bakirî li vir bibînin.”

Barzanî bibîr xist ku wê têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re dom bike û got: “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re gelek baş in. Ji sala 1991’ê ve têkiliyên me baş in. Di demê herî teng de alîkariya me kirin. Em sipasdarên wan in. Ji ber ku hêviya me ya bi Bexda re nema, me serî li vê rêyê da. Referandûm qet ji bo Tirkiyeyê ne gef e. Em li bendê ne ku Tirkiye me fêm bike.”

Barzanî got: “Referandûm nayê wateya îlana dewleta Kurd” û wiha dom kir: “Referandûm wê di 26’ê Îlonê de neyê wateya îlana dewleta Kurdistanê. Bi Birêz Serokkomar û bi hemû Tirkiyeyê re têkiliyên me têkiliyê me baş in.”