Barzanî dewleta Tirk parast!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel ku Tirkiye êrîşan dike jî, li ser Tirkiyeyê qayîl nebû û got, “Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê welatekî girîng e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel ku Tirkiye êrîşan dike jî, li ser Tirkiyeyê qayîl nebû û got, “Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê welatekî girîng e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Lijneya Wezîran a li Hewlêrê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.
Barzanî nexwest qala êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê bike û xwest têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re roj berî rojekê sererast bibe.
Barzanî got ku, “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re didomin. Em dixwazin hevdîtinên me yên bi Tirkiyeyê re û têkiliyên me yên bi wan re bidomin. Lê dîroka serdana me ya Tirkiyeyê hê nehatiye diyarkirin. Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê welatekî girîng e. Herêma Kurdistanê dixwaze bi welatên cîran re têkiliyên xwe yên dostane bidomîne.”
TÊKILIYÊN HEWLÊR Û BEXDAYÊ
Barzanî qala kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û got, “Heke Bexda dixwaze meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bide, em amade ne ku pêşniyarên hêsan li wan bikin. Rewşeke erênî ye ku wezaretên herdu aliyan lîsteya karmendan kontrol dikin. Hêvîdar im wezaretên din jî wisa dest pê bikin. Lê hê Bexdayê meaşên karmendan neşandiye. Em dixwazin ev kêşe çareser bibin. Hikumeta Iraqê 700 milyar dînar deyndarê cotkarên Herêma Kurdistanê ye lê heta niha tiştek nedaye cotkaran.”
Barzanî diyar kir ku hatinên heyî têra meaşên karmendan nake û got, “Şîrketên ku îxracata petrolê kontrol dikin, şîrketên navneteweyî ne. Em amade ne, hemû daneyên têkildarî petrolê bi Bexdayê re par ve bikin. Di warê hilberîn û îxracata petrol û gazê de, em ê şeffaf bin.”
‘JI BO HILBIJARTINAN HEVDÎTIN DIDOME’
Barzanî têkildarî hilbijartinên ku tê payîn li Herêma Kurdistanê were kirin jî got, “Hevdîtinên di navbera komîsyona hilbijartinê, hikumet û parlementoyê didome. Em dixwazin piştî van civînan biryara hilbijartinê bidin.”