Baroya Rihayê: Ji mirina Mûrat Araç dewlet berpirsyar e

Baroya Rihayê li ser mirina Mûrat Araç got, "Dewlet, heta ku nerastiya delîlên heyî îspat neke, ji binpêkirina mafê jiyanê berpirsyar e."

Baroya Rihayê der barê Mûrat Araç de ku hat îdiakirin li Antalyayê xwe ji avahiya emniyetê avêtiye û întixar kiriye daxuyanî da. Baroyê eşkere kir ku heta dewlet delîlên şênber daneyne holê wê ji mirina Araç berpirsyar be.

Baroyê bang li Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê kir ku bi erka xwe rabin û got: "Îdîayên bira û bav îdiayên tirsnak in, cihê ku bûyer lê qewimî emniyet be ji xwe 'îdiaya întixarê' cihê gumanê ye."

Baroyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dema kesek tê binçavkirin, ji benên pêlavê, heta kemera piştê hemû tiştên din li ser kesên tê girtin û wiha got: "Piştre ev kes tên kelepçekirin, hemû yekîneyên emiyetê û parêzer-kesê bi fikar û hevdîtinên wan tên qeydkirin. Dema ev hemû tişt li ber çavan bê girtin, di vir de binpêkirineke mafan a giran xwe daye der. Fikarên cidî di vir de xwe didin der. Ji ber wê der barê îdiayên 'întixar kir' de divê agahiyên berfireh bên dayîn û saziyên eleqedar û karmend di vî warî de daxuyaniyeke têr ker bidin. Cidiyeta bûyerê jî vê yekê ferz dike. Peywira dewletê ew e, kesê emanetê wan hate kirin, sûcê xwe çi dibe bila bibe, di dema Rewşa Awarte de jî ji jiyan wan kesan berpirsyar e."

Baroyê da zanîn ku heta dewlet delîlên şênber daneyne holê, wê kes ji îdîayên 'întixar kiriye' bawer neke û wê dewlet ji mirina Mûrat Araç berpirsyar be.