Barbariya dewleta Tirk: Li Bismilê jî bi kêlan lîstin

Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên li dijî goristanan dewam dikin. Li Bismilê, polîsan bi kêlan lîstin.

Li navçeya Bismil a Amedê, polîsên Tirk navê li ser kêlên gorên endamên HPG, YPG, YPJ, YPS, YPS-Jin û YJA Starê guherandin.

Polîsên Tirk nîvê şevê bi gelek wesayitên zirxî dor li goristanê girtin û kêlên gotinên 'Şehîd, dema şehadetê û nasnav' li ser nivîsandî hemû rakirin û li şûna wan kêlikên tenê nav û dem li ser e, danîn. Di dema guhertina kêlikan de zerar li goran kirin. Her wiha hin nivîsên li ser kêlan jî bi boyaxa reş hatine reşkirin.

Li gorî şahidan, polîsên ku bi maşînên zirxî bi şev dor li goristanê girtin, heta saet 23:00'an lê man.