Bang li Êzîdiyên koçberbûyî û UNHCR’yê hate kirin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Unîted Natîons Hîgh Commîssîoner for Refugees-Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UHNCR) kir û berpirsyariya wan bi bîr xist.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) bang li UNHCR’yê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo gelê me li şûnwarê xwe vegere divê derfetên pratîk ava bike’’ û hate xwestin ku destûr li dijminahiya dewleta Tirk neyê dayin.

PADÊ daxuyaniyeke nivîskî da û berpirsyariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ( UNHCR) bi bîr xist û xwest ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Di daxunyaniyê de hate gotin, ji bo ku Êzîdî li şûnwarên xwe vegerin tişta ji destê wan tê ew ê bikin û bang li Êzîdiyên koçberbûyî hate kirin, da ku vegerin ser şûnwarên xwe.

Banga PADÊ ya ji bo Êzidiyên penaber bûyîn û UNHCR’ê re wiha ye;

"Şer, kuştin û talan praktîka herî  hov ya mirovane  ku bi destê mirovan hatiye afirandin. Mirov ji cih û warên wan qetandin, ajotine cihên nediyar û li wan deran jî bi her cûre kirinên nemirovî re rû bi rû hiştin, afirêneriyeke dirinde ya mirovan e. Ev diyardeyên ku me li jor bahs kirî di xweza û jiyana giyaneweran de cihê xwe nîne. Lê belê ji sedsala 20'an bigire heta sedsala 21'emîn, penaberî bêrawestan bûye kiryareke rojane. Bi taybet di Rojhilata Navîn de bi milyonan mirov ji cih û warên xwe qut bûne. Êdî wisa lê hatiye ku welatên Ewropa jî nikarin di bin vî barî de rabin. Lewra pêwîste ev pirsgirêk demildest bê çareser kirin.
Li me Êzidiyan 03.08.2014'an fermanek nû rabû. Di encama vê de bi sed hezaran mirovên me bûne penaber. Her malbatek yê me ji gund û warên xwe qut bûn û berê xwe dane nediyariyê. Ji wê rojê heta niha ew pirsgirêka penaberiyê dewam dike û çareser nebûye. Ji ber sedhezaran mirovên me hîna venegeriyane ser axa xwe.

Bi taybet Dewleta Tirk û gelek dewletên din li ser penaberî û perîşaniya penaberan siyaseteke bê exlaq dimeşînin. Dema em baş bala xwe didinê, yên ku şer derxistin, gelên herêmê kirin aware û ser awareyan de dileyizin heman hêz in. Ev hêzana di wijdana mirovahiyê de hatine mehkumkirin. Mixabin li gel wan tiştan Dewleta Tirk pir bi eşkera penaberan kiriye mijara bazarê. Difiroşe, pêdilîze, ji wan terorîstan diafirîne. Ev kiryarana di wijdana mirovahiyê de nayên pejirandin.
Di sala 2014’an de zêdeyî 30 hezar penaberên Êzidî derbasî Tirkiyê bûn. Dewleta Tirk ev hêjmar da Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî. Li gor vê alikarî wergirt. Lê mixabin ji ber Êzidîbûnê ev alikarî nedan wan. Di heman demê de jî mafê penabertiyê ne dane wan. Yên ku xwedî li wan derketî şaredarî û rêxistinên medenî ên Kurdan bûn. Ev alikarî bi darê zorê ser Êzidiyan hatiye qutkirin. Ji ber sazî, dezge û şaredariyên Kurdan hatine desteser kirin.

'DIVÊ FERSEND NEYÊ DAYÎNA DEWLETA TIRK'

Di dema dawî de tê xwestin kampa Fîdanlikê ya li Bajarê Amedê vala bibe. Ev pratîka Dewleta Tirkiyê nayê pejirandin. Ji ber ev dixwazin gelê me yê Êzidî ji ol, rê û resmê wê dûr bixin. Ji xwe re bikin maşik û bikar bînin. Ev kiryarên wiha ji bo me tên wateya kuştineke din ya gelê me. Lewre pêwîste gelê me yê Wargeha Fîdanlik vê praktîka Dewleta Tirk qet pesend neke û rojek zûtir vegere ser axa xwe. Dijmintiya Dewleta Tirk li hemberî Êzidiyan û Zerdûştiyan tê zanîn. Vê helwesta xwe bi aşkera jî tînin ziman. Ji ber van sedeman pêwîste gelê me yê Qampa Fîdanlik li ber xwe bide û xwe radestî Dewleta Tirk neke û zûtirîn demê de  vegere ser gund û warên xwe.

Tekildarî ve mijarê em saziyên navdewletî vedixwînin, da ku ji erkê xwe rabin û berpirsîyartiya xwe bicih bînin. Serî de NY (Netevên Yekbûyî) pêwîste berpirsiyariya dikeve ser milê wê bicih bîne. Komîsertiya Bilind a Penaberan a Netevên Yekbûyî UNHCR pêwîste di milê pratîkî de bibe alîkar û gelê me veguhezîne ser gund û warên wan. Ev erkeke exlaqî û wijdanî ya UNHCR’ê ye.

'TIŞTA KU JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'

Her wiha Ji bo bicihkirina penaberan li ser  axa wan, weke PADÊ, ji çi destê me re were emê bikin. Em amade ne, em ê piştgiriya penaberan bikin. Em ê di  bicihkirina gund û warên wan de bibin alîkar. Da ku gelê me ji nû ve vegere ser axa xwe. Jiyana azad û bi keramet jî dikare bi vî rengî pêk were."