BI DÎMEN

Balafirgeha Tebqayê hat rizgar kirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk piştî şerên çend rojan berdewam dike,  Şervanên Odeya Çalakiyan a  Xezaba Firatê di saet 20:00’an Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin.

Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê  di  Tebaxê 2014’an de DAIŞ’ê ji rejîma Sûriyeyê girtibû. Balefirgeha Tebqayê di erdnîgariya Sûriyeyê de li cihekî stratejîk e û li navenda erdnîgariya Sûriyeyê  cih digire. Di heman demê de nêzî  Iraq û Tirkiyeyê ye. Ev balafirgeh 2. balafirgeh e ku Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk rizgar dike. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk par balafirgeha Minix’ê ya li başûrê Azazê jî rizgar kiribûn.