Balafirên şer gundên Bradost û Batûfa bombe kirin

Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundên herêma Bradost û Batûfayê yê Başûrê Kurdistanê barandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên li herêma Bradostê barandin û ziyanên mezin gihiştin bax û baxçeyên gundiyan.

Heman demê hate ragihandin ku tevgera balafirên şer û keşfê ya li esmanên herêmê heye.

Li aliyê din balafirên şer gundên girêdayî bajarokê Batûfa ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir.