Balafirên şer gundê Xelîfanê bombebaran kirin
Artêşa dagirker a dewleta Tirk, hawurdora gundê Xelîfanê yê herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Artêşa dagirker a dewleta Tirk, hawurdora gundê Xelîfanê yê herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Gundê Xelîfanê ku li herêma Biradostê a girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê ye, ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.
Bombebarana ku serê sibehê pêk hat demeke dirêj ajot. Di derbarê encamên vê êrîşa hewayî de ti zanyariyek nehate bidest xistin.
Êvarê jî leşkerên dewleta dagirker a Tirk, bi çekên giran êrîşê gundê Xelîfanê kiribûn.