Balafirên şer ên Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin -NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk Qendîl, Zap û Avaşîn bombe kir. Di êrîşan de ziyan nehate ser gerîla.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrîşa hewayî aniye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Bi berfirehî li ser êrîşên Tirk wiha hate gotin:

''31'ê Kanûna 2020'an di navbeyna saet 14.30-16.00'an de Girê Casûsan, gundên Tutmê, Bêpalan, Golgamiş û Silê yên herêma Qendîlê bi balafirên şer hatine bombekirin.

1'ê Çile ya 2021'an saet 14.10'an qada Saca ya bi ser herêma Zapê de, saet 14.20'î derdora Çepê Zapê hatiye bombekirin.

1'ê Çile ya 2021'an saet 14.15'an derdora gundê Rênçberaxa ya qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

1'ê Çile ya 2021'an saet 14.20'an qada Şehîd dîran a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''