Balafirên şer ên Tirk li sivîlan da: Kesek şehîd bû

Balafirên şer ên Tirk careke dî li sivîlan dan. Di êrîşê de ya li ser gundê Sîda ya Zapê welatiyekî bi navê Xelîl Ibrahîm Sîdanî şehîd bû.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandin balafirên şer ên dagirkeriya Tirk êrîşa hewayî birine ser Qadên Parastinên yên Medyayê.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

''27'ê Sibatê balafirên şer saet 14.00'an li gundê Yekmalê yê herêma Metîna, saet 18.00'an li gundê Şikeftiya ya  herêma Garê bombe kirin.

26'ê Sibatê saet 12.00'an balafirên şer qada Şehîd Dîren a Avaşîn bombe kirine.''

Eynî rojê saet 16.00'an artêşa TC'ê ya dagirker wesayiteke sivîlan a gundiyên Sîda ya Zapê kiriye hedef. Di vê êrîşa dewleta TC'ê ya komkuj de, welatiyekî sivîl ê bi navê Xelîl Ibrahîm Sîdanî ê ji bajarokê Şeladizê şehîd bûye. Welatiyên sivîl ku diçûne ser zeviyên xwe yên li gundê Sîda artêşa TC'ê ya dagirker bi çavdêriya amûra hewayî ya bêmirov bi zanebûn kiriye hedef. Ev hişmendiya dagirker ku gelek caran sivîlan bi rêbazên alçaxî dikuje, dixwaze gelê herêmê bitirsîne û bipirnisîne. Li vê qadê gelek welatiyên me yên sivîl kirine hedef û bi dehan welatiyên me şehîd bûne. Peywira her gerîlayê Kurdistanê ye ku hesabê van komkujiyan ji vê hişmendiyê bipirse ku ji mirinê pê ve ti tiştî dî layiqî Kurdan nabîne, divê were zanîn ku wê xwîna mirovên me li wan nemîne.

Em sersaxiyê didine malbata Xelîl Ibrahîm Sîdanî û gelê Kurdistanê yê welatparêz, ku di vêrîşa alçaxî de şehîd bûye û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û têkoşîna xwe serfiraz bikin.''