Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê sivîlek qetil kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a bombe li herêma Goşînê ya herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barandin. Di bombebaranê de wesayîta sivîlan hate hedefkirin, sivîlek hate qetikrin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me li herêmê ragihandî, îro piştî nîvro balfirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Goşînê ya herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barandin.

Di êrîşê de wesayîta sivîlan bû hedef. Kurdistanî Mansûr Nafîh hate qetilkirin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Diyar bû ji birîndaran yek birayê Mansûr Nafîh, Peşiywe Nafîh û herdu gundiyên din jî xelkê gundê Digî ne.