Balafirên şer ên Tirk gundên Beşîlî û Bazê bombe kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Beşîlî û Bazê yên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amediyê bombe kirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Beşîlî û Bazê yên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amediyê bombe kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro li gorî seata herêmê 16:04’an gundê Beşîlî yê girêdayî bajarokê Kanî Masiya Amediyê bombe kirin.
Hate diyarkirin ku seat 16:12’an jî balafiran derdora gundê Bazê bombe kir.
Tevger û bombardumana balafirên şer li ser herêma Metîna berdewam e.