Balafirên şer ên Tirk bombe li Zê barandin

Balafirên şer ên Tirk, 19 û 20'ê Sibatê bombe li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber êrîşê gerîlayek şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de:

20'ê Sibatê saet navbera 10:30'î û 11:00 balafirên şer bombe li Gundê Fillehan ê herêma Zê û derdora gundê Mislokê yê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê ziyan negihaşt hêzên me.

19'ê Sibatê saet derdora 19:20'î, balafirên şer bombe li qadên Karker û Cîlo ya Biçûk ên herêma Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevalê me Elî Hewlêrî (Îbrahîm Elçî) şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Elî Hewlêrî
Nav paşnav: Îbrahîm Elçî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şîrîn-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Sibata 2019'an / Zê

Hevrê Elî ku ji bo siberojeke azad û bi rûmet a gelê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, bi pratîka xwe ya fedakar û bi tevlîbûna xwe ya bi moral ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Li ser bingeha evîndariya xwe ya azadiyê her tim xwest di îdeolojiya Partiyê de xwe kûr bike, Rêber Apo fêhm bike û li ser vê bingehê di demeke kin de bû hevrêyekî şareza. Bi têkoşîna xwe ya li herêma Zê-Zagrosê di gerîlatiyê de kûr bû. Ji bo me wezîfeyeke bingehîn e ku em ala azadiyê ya ku hevrê Elî radestî me kiriye bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata Elçî ya hêja û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê armanca 'Rêbertiyê Azad-Kurdistana Azad' ku armanca hevrê Elî bû pêk bînin."