Balafirên şer ên Tirk bombe li Zapê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Sîda, Karker û Çiyayêreş ê herêma Zapê barandin. HPG'ê ragihand ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Sîda, Karker û Çiyayêreş ê herêma Zapê barandin. HPG'ê ragihand ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; "Balafirên şer roja 19’ê Çileyê saet 14:45’an bombe li herêma Sîda ya herêma Zap, roja 20’ê Çileyê saet navbera 18:00-18:30’an jî herêma Karker û Çiyayêreş ya herêma Zapê barandin.
Di bombeberanê de ti zerar negihişt hêzên me."