Balafirên şer ên Tirk bombe li Qilaban û Xakurkê barandin

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk roja 6'ê Kanûnê bombe li herêmên Qilaban û Xakurkê barandine. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 6'ê Kanûnê saet 10:20'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Geliyê Şivamezê ya qada Şehîd Kendal a navçeya Qilaban a Şirnexê barandin. Heman rojê saet 18:00 jî derdora Çemê Lolanê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber vê bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."