Balafirên şer ên Tirk bombe li qadên gerîla barandin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"27'ê Kanûnê saet di navbera 15:20 û 15:30'î de qada Karker a herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

28'ê Kanûnê saet di 22:00 de derdora gundê Banikê yê herêma Heftanînê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Kanûnê saet di 10:30'î de qada Sîda ya herêma Zapê û derdora gundê Orê yê li qada Şehîd Rustem bi balafirên şer hatin bombekirin.

29'ê Kanûnê saet di 10:30'î de qada Girê Sor ê herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Kanûnê saet di 14:42'an de derdora gundê Yekmalê yê qada Bergarê ya Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

30'ê Kanûnê saet di navbera 10:45 û 11:00 de qada Zendura ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

30'ê Kanûnê saet di 11:33'ê de qada Gundê Guzê ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin."