Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Zap û Avaşînê barandin

HPG'ê diyar kir ku di 22 û 25'ê Çileyê de balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêmên Zap û Avaşînê barandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk daxuyaniye weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ""Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 25'ê Çileyê de saet derdrao 18:30'î bombe li qada Çemço ya Zapê û Geliyê Avaşînê ya herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Her wiha di 22'ê Çileyê de saet 23:30'î balafirên şer bombe li qada Çemço ya Zapê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."