Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Sêgirê û Çiyadêl barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Sêgirê ya herêma Nihêla ya Amediyê û herêma Çiyadêl a bajarokê Sîdekan a Hewlêrê barandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Sêgirê ya herêma Nihêla ya Amediyê û herêma Çiyadêl a bajarokê Sîdekan a Hewlêrê barandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê didomin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Sêgirê ya navçeya Amediyê ya Dihokê barandin.
Têkildarî encamên bombebaranê ti agahiyên zelal bidest neketin.
Li aliyê din balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Çiyadêl a bajarokê Sîdekan a bajarê Hewlêrê barandin.
Herêma ku hatiye bombebarankirin nêzî jîngehên welatiyên sivîl in û baregehên PDK'ê jî lê ne. Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket.