Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Pirbula yê Zaxoyê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Pirbula yê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Pirbula yê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Gundê Pirbula yê li herêma Heftanînê, ku ser bi bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin.
Bomberdûmanê li gorî dema herêmê saet 13:30'î hate kirin, lê li ser encamên wê agahiyeke berfireh bi dest neket. Hat ragihandin, bomberdûman li gundê Pirbula û derdora wê hatiye kirin.