Balafirên şer ên Tirk bombe li Dînartê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundên Dînartê yê Akrê barandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundên Dînartê yê Akrê barandin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li gundên navçeya Dînartê ya bajarê Akrê ya herêma Duhokê barandin.
Balafiran bombe li xelkê herêmê barandin. Hate ragihandin ku gundê Bamişmişan û Şehê yên navçeya Dînartê bûne hedefa bombardûmanê.
Ji ber bombardûmanê xisar li malê gundiyan bû.