Balafirên şer ên Tirk bombe li Bradost barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe gundê Mêrge Reş ya herêma Bradostê barand.

Li gorî saeta herêmî saet derdorî 17:00’an de balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundê Mêrge Reş ya herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barand.

Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê ziyan gihiştiye zeviyên çandiniyê yên gundiyan.