Balafirên şer ên Tirk bombe li Şeladizê barandin: 3 mirî

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma navbera gundên Rêkan û Nerwê yên Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, sivîlek jî bi giranî birîndar bû. Tê gotin, bedena mirovên jiyana xwe ji dest dane, şewitî ye.

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma navbera gundên Rêkan û Nerwê yên Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, sivîlek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, duh danê êvarê saet di 21:00 de li herêma navbera gundên Rêkan û Nerwê yên bajarokê Şeladizê, balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyên ji rezê xwe vedigeriyan, barandin.

Ji ber vê bomberdûmanê, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, sivîlek bi giranî birîndar bû û ji 3 sivîlên din jî agahî nayê girtin.

Qenala televîzyonê NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku ji bo biçin cihê êrîşê xebatkarên wan bi rê ketine, lê belê ji ber ku bomberdûmanê demeke dirêj dewam kiriye, nekariye xwe bigihînin herêmê.

Nûçegihanê NRT ê Şeladizê jî bi rêya telefonê tevlî bultena nîvro bû û got, "Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin bidestxistin, bedena mirovên jiyana xwe ji dest dane şewitiye û nayên naskirin."

Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve ji ber êrîşên balafirên şer ên Tirk, li Başûrê Kurdistanê 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.