Balafirên şer ên dewleta Tirk dîsa Avaşîn bombe dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên ku duh li herêma Avaşîn qetlîam kirin, dîsa bomberdûman kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirek herêma Avaşîn a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ye bomberdûman dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bomberdûman ji saet 22:00’an ve destpê kirî hê jî dewam dike. Têkildarî di êrîşê de ziyan gihiştîye mal û canê welatiyan ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser herêma Avaşîn û Şêladizê de, 10 sivîl hatibûn qetilkirin.

Bêdengiya Hikûmeta Herêmê û çapemeniya wê ya li hember qetlîaman hê jî dewam dike.