Balafirên keşfê têrê nekir, artêşa Tirk niha balonên zarokan bi kar tîne

Artêşa Tirk balonên biçûk davêje Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rêya cîhazên li nava van balonan dixwaze liv û tevgera gerîla bişopîne.

Artêşa Tirk a ku derbên giran ji gerîlayên HPG û YJA Starê dixwin, ji xwe re li hêviyeke nû digere. Ev hêvî jî balonên zarokan e. Artêşa Tirk balonên biçûk davêje Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rêya cîhazên li nava van balonan dixwaze liv û tevgera gerîla bişopîne.

Artêşa Tirk, ku teknîka pêşketî ya mîna balafirên keşfê bi kar tîne, lê dike nake nikare liv û tevgera gerîla bişopîne, serî li balonan da. Bi rêya cîhazên li nava van balonan, artêşa Tirk hewl dide liv û tevgera gerîla teng bike, wan bişopîne û bi vî rengî xwe ewle bike. Ev balonên zarokan ên dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve hatin vemirandin.

Gerîla Brûsk diyar kir, piştî ku wan balon vemirandine, artêşa Tirk gelek caran hawan û obus avêtiye cihê vala û der barê balonan de got, "Leşker êdî nizanin çi bikin. Bi teknîka herî pêşketî hewl didin vê herêmê kontrol bikin, lê nikarin. Vê carê jî bi pêlîstokan hewl dide. Balon bûye hêviya wan. Ewqasî mesrefê dikin û di dawiya dawî de jî obus û hawanan davêjin erdê vala. Di rewşeke ku gel di nava xizaniyê de ye, lazim e were pirsîn bê ev pere ji ku tê. Balonên bi kar tînin jî, pêlîstokên zarokan e. Zîhniyeteke ku bi hezaran zarok kuşt, pêlîstokan jî ancax bike xefika mirinê. Bila bi vê baş zanibin; çi dikin bila bikin wê nikaribin li çiyayên Kurdistanê bisekinin."