Bajarê gelan Îdir bi partiya gelan HDP'ê re ye

HDP'ê ku di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 56.73 li Îdirê 53 hezar û 844 deng bi dest xist, her du wekîlên bajêr wergirt. HDP niha jî bi Dr. Habîb Eksîk û Kiznaz Turkelî ya Azerî xwe amade dike ji bo careke din rekorê bişikîne.

Li Îdirê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de dengekî zêde bi dest xist û 2 wekîl derxist, gel xwe amade dike ku AKP û MHP'ê di 24'ê Hezîranê de ji bajêr rake. Li bajêr ku gelên Kurd û Azerî bi hev re dijîn, tovên dijminatiyê yê ku AKP û MHP'ê xiste nava gelan, bi HDP'ê ji holê rabû. HDP'ê li Îdirê yekîtiya gelan afirand.

Li Îdirê ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê krîzeke mezin a aboriyê heye. Li bajêr ku rêjeya bêkarî, xizanî û bikaranîna madeyên narkotîkê gelekî zêde bûye, xwedî nifûsek ji 194 hezar kesî ye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê 53 hezar deng wergirtibû û 2 parlamenter ji bajêr derxistibû.

ÎDIR WÊ SERÊ AKP'Ê BERDE BER

Cemîl Çîçek ku wextekê wezîrê hikumeta AKP'ê bû, di dema hilbijartina herêmî ya  2009'an de gava DTP'ê şaredarî bi dest xist gotibû, "Ev gihîştine sînorê Ermeniyan" û bi vî rengî serê xwe berdabû ber xwe. Îdir xwe amade dike ku careke din serê AKP'ê berde ber. HDP'ê ku hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 56.73 bi giştî 53 hezar û 844 deng bi dest xist, her du wekîlên bajêr wergirt. HDP niha jî bi Dr. Habîb Eksîk û Kiznaz Turkelî ya Azerî xwe kar dike ku careke din rekorê bişikîne. Eksîk û Turkelî bi rengekî bê navber ji bo hilbijartinê kar dikin û ji ANF'ê re qala Îdirê kirin.

HDP'Ê TOVÊN DIJMINATIYÊ JI HOLÊ RAKIR

Kiznaz Turkelî ku weke yekemîn wekîla HDP'ê ya Azerî sala 2015'an kete meclîsê, anî ziman ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê bibe serketina gelên Kurd û Azerî. Azerî Kiznaz Turkelî ya li Îdirê ji dayik bû û ji ber karên xwe yên siyasî hê di 13 saliya xwe de hate girtin, temamiya jiyana wê bi têkoşîna şoreşgerî derbas bûye. Turkelî timî li cem têkoşîna mafdar a gelê Kurd cih girtiye. Turkelî destnîşan dike ku tovên dijminatiyê yên li Îdirê di navbera gelên Kurd û Azerî hatin çandin, bi rêya HDP'ê ji holê hatin rakirin.

13 SALÎ BÛ HATE GIRTIN

Turkelî anî ziman, ew heta 7 salî li Îdirê li zozanan dima û hê di emrê zarokatiyê de têkoşîna şoreşgerî nas kir. Turkelî got, "Malbata me bi temamî di nava têkoşînê de bû. Demeke dirêj li Stenbolê mam. Sala 1992'an di 13 saliya xwe de ketim girtîgehê. Di hilbijartina 2015'an de ji HDP'ê bûm parlamenter. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji nû ve bûm namzet, lê belê 2 wekîl winda kir. Têkoşîna me di nava her şert û mercî de dewam kir. Dema li Stenbolê di rêveberiya navçeya Avcilarê de bûm ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji nû ve bûm bernamzet. Û partiya min careke din ez weke namzet nîşan da."

'YÊN KU HEWL DIDIN HDP'Ê DI BENDAN DE BIFETISÎNIN, WÊ TÊK BIÇIN'

Turkelî destnîşan kir ku mîna 7'ê Hezîranê wê careke din li Îdirê bi ser bikevin û wiha dewam kir: "Me bi gelê xwe ji vê bawer kir û em ê bi ser bixînin. Li Îdirê tifaqeke qirêj li ser gelê me heye. Lê wê bi ser nekevin. Yên ku hewl didin HDP'ê di nava bendê de bifetisînin, bila zanibin HDP têkoşîna hevgirtî ya hemû reng û neteweyan e. Damezrînerê jiyana nû ye. Em ê teqez bi ser bikevin. Dengek ji bo Demîrtaş, dengek ji bo HDP'ê."

LI ÎDIRÊ WÊ GELÊN KURD Û AZERÎ BI SER BIKEVIN'

Turkelî da xuyakirin, mîna 7'ê Hezîranê eger ew 2 wekîlan li Îdirê bi dest bixin, ev yek wê bibe serketina gelên Kurd û Azerî û bi dewamî got, "Bi fedakariya gelê Kurd û bi tinebûna pêşhukmê gelê me yê Azerî, em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin. Yên ku hewl didin tovên dijminatiyê di nava gelên Kurd û Azerî biçînin, wê ji niha û pê ve bi ser nekevin. Li Îdirê ji bilî Azerî û Kurdan, HDP her wiha nûnerê Terekeme û gelên din e. HDP partiya gelan e, Îdir jî bajarê gelan e."

'HAYA ME JI PIRSGIRÊKÊN ÎDÎR HEYE Û EM Ê ÇARESER BIKIN'

Turkelî diyar kir ku haya wan ji pirsgirêkên gelê Azerî yên li Îdirê heye û wê çareser bikin. Turkelî bi bîr xist ku li Îdirê xizanî zêde bûye û got, wê Îdirê bikin navenda bazirganiyê.

'ÎDIR WÊ JI PARTIYÊN SÎSTEMÊ PAQIJ BIBE'

Li gel Turkelî, namzetê din ê HDP'ê Doktor Habîp Eksîk e. Doktorê ciwan ê 33 salî Habîp Eksîk sala 2016'an bi biryarnameya di hukmê qanûnî de ji bo 7 salan ji pîşeyê xwe hate derxistin. Eksîk ku sala 2015'an ji HDP'ê bû bernamzet, niha jî ji bo gelê Îdirê namzetê parlamenteriyê ye.

Eksîk ji ANF'ê re got, "Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hate dayin, ez ji HDP'ê bûm bernamzet. Tevî gelê xwe em ê bibin dengê demokrasî, aştî û azadiyê, bibin afirînerên jiyaan nû."

Eksîk diyar kir, feraseta faşîst a ku bi salan e Îdirê bi rê ve dibe, li pêşberî HDP'ê timî têk diçe û got, "Yên ku bi salan bi feraseta faşîst Îdir bi rê ve birin û tovên dijminatiyê di nava gelan de çandin, dixwazin vê faşîzma xwe ji nû ve li Îdirê pêk bînin. Lê wê bi ser nekevin. Gelê me yê li Îdirê zûdeyî biryara xwe daye. 24'ê Hezîranê em ê careke din li Îdirê bikin 2-0. AKP û MHP wê li Îdirê nemînin."