Bajarê desteserkirî: Wan

Di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de tevî ku gelê Wanê dengê xwe da HDP'ê, hikumeta AKP'ê dest danî ser temamiya 10 şaredariyên HDP'î.

Wan duyemîn bajarê herî mezin ê Bakurê Kurdistanê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve timî di bin zexta leşkerî û siyasî de tê hiştin. Li Wanê AKP di her hilbijartinê de têk diçe. Gelê Wanê her tim HDP û partiyên beriya wê yên li ser heman xetê hilbijart. Di hilbijartinên xwecihî yên 2014'an de DBP'ê gelek şaredariyên bajêr bi dest xist. Hikumeta AKP'ê bi rêya qeyûman dest danî ser şaredariyên DBP'ê û heman şaredariyên HDP'ê jî ku di hilbijartinên 2019'an de 10 şaredarî bi dest xist, bi rêya qeyûm desteser kir.

HDP di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi rêjeya 53 ji sedî, şaredariya Qelqeliyê 75 ji sedî, şaredariya Rêya Armûşê bi 54 ji sedî, şaredariya Bêgirê bi rêjeya 42 ji sedî, şaredariya Ebexê bi rêjeya 53 ji sedî, şaredariya Tûşbayê bi rêjeya 52 ji sedî, şaredariya Artemêtanê 53 ji sedî, şaredariya Sarayê bi 61 ji sedî, şaredariya Elbakê jî bi rêjeya 71 ji sedî yê dengan bi dest xist. AKP'ê şaredariyên HDP'î yên Wanê hemû desteser kir û karmendên xwe lê kir qeyûm. Hevşaredar jî dîl girt.

BAJARÊ KU KÊFA ERDOGAN NEANÎ

AKP û lîderê wê Erdogan ku di hilbijartinên xwecihî de tişta dixwest li Wanê û navçeyên wê nekarî bi dest bixin, heman piştî hilbijartinê desteserkirina îradeya gel ji xwe re kir kevneşopiyek. Gelê Wanê ku di her hilbijartinê de kêfa lîderê AKP'ê Erdogan neanî, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de jî bi rêjeyeke bilind ji nû ve HDP hilbijart. Piştî ku gelê Wanê careke din HDP hilbijart, lîderê AKP'ê di 19'ê Tebaxê de tevî şaredariyên Amed û Mêrdînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî bi tayînkirina qeyûm desteser kir. Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate tayînkirin bi dehan xebatkarên şaredariyê ji kar hatin derxistin, bi sedan jî hatin sirgûnkirin. Qeyûm qaseya şaredariyê di demeke kurt de vala kir û welê li şaredariyê anî ku nikaribe maeşên karkerên şaredariyê jî bidin.

JI BO ERDÎŞIYAN ERDHEJA DUYEMÎN

Hikumeta AKP'ê di 15'ê Cotmehê de jî qeyûm li Şaredariya Erdîşê tayîn kir û Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn dîl girt. Çetîn di 11'ê Kanûnê de ji Wanê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê kirin. Navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de hilweşiya, piştî ku di hilbijartinên xwecihî yên 2014'an de DBP bi ser ket ji nû ve hate ser xwe. Navçeya Erdîşê di sala 2016'an de bi desteserkirina bi rêya qeyûm mîna ku cara duyemîn erdhej lê qewimî hate serê wê. Qeyûmê Erdîşê di navbera salên 2016 û 2019'an de hebûneya Şaredariya Erdîşê pêşkêşî alîgirên xwe yên AKP'î kir. Gelê Erdîşê ku ji kiryarên qeyûm bêzar bû, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji nû ve HDP hilbijart û AKP û qeyûm ji herêmê şand. Şaredariya Erdîşê ya HDP'î di demeke kurt de navenda bajarê Erdîşê û taxên wê nûjen kir. Şaredariya Erdîşê ya HDP'î ku bi piştgiriya mezin a gel xizmetên xwe dewam kir, di 15'ê Cotmehê de ji aliyê AKP'ê ve careke din hate desteserkirin û qeyûm lê hate tayînkirin.

NAVÊ XIZMETÊ: ŞAREDARIYA RÊYA ERMÛŞÊ

Şaredariya Rêya Ermûşê ya HDP'î ku yek ji navçeyên herî mezin ê Wanê ye, di 8'ê Mijdarê de hate desteserkirin. Hevşaredarên Rêya Armûşê yên qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin piştre hatin destgîrkirin û girtin. Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan ku şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê piştre sirgûnî Girtîgeha Erzîromê kirin. Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î bi xizmetên xwe yên li navçeya Rêya Armûşê deng veda. Ji bo bi sedan cotkaran piştgiriya tovan pêşkêş kir, li dehan gund û taxan sera ava kir.

NAVÇEYA KU AKP'Ê EW KIR GUND

Navçeya Sarayê ku deriyê xwe yê sînor heye, ji ber ambargoya dewleta Tirk mîna gundekî mezin lê hatiye. Tevî ku sînorê xwe bi Rojhilatê Kurdistanê re heye gelê Sarayê nikare ji bazirganiya li sînor sûdê werbigire. Saray ku dewleta Tirk ji aliyê aborî ve nahêle bi pêş ve bikeve, di sala 2014'an de DBP, di sala 2019'an de jî HDP hilbijart. Gelê Sarayê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rêjeyeke bilind a dengan bi rêjeya 61 ji sedî HDP hilbijart. Lê belê di 2'ê Mijdarê de şaredarî hate desteserkirin û bi tayînkirina qeyûm şaredarî hate desteserkirin. Hevşaredara Sarayê Caziye Dûman jî dîl hate girtin.

NAVÇEYÊN KU BI BAHANEYÊN BIRYARNAMEYÊN DI HUKMÊ QANÛNAN DE HATIN DESTESERKIRIN

AKP ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li Wanê û navçeyên wê derba giran xwar, yek ji deverên ku destpêkê desteser kir navçeyên Tûşba, Artemêtan û Ebexe. HDP li navçeya Tûşba ya Wanê bi rêjeya 53 ji sedî bi ser ket. Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî bi hinceta ku bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ji wezîfeya xwe hate dûrxistin AKP'ê mazbataya wî dester kir. Li şûna şaredarê HDP'î yê Tûşbayê Salîh Akman ê AKP'î hate bicihkirin.

Navçeya Artemêtan a Wanê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rêjeya 54 ji sedî HDP hilbijart. AKP'ê bi bahaneya ku bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ji wezîfeya xwe hatiye dûrxistin AKP'ê li şûna Hevşaredara Artemêtanê Gulçan Kaçmaz Sayyîgît namzetê xwe Îsmaîl Sayi weke Şaredarê Artemêtanê tayîn kir.

Çarenûsa Şaredariya Ebexê ya HDP'î jî mîna şaredariyên Tûşba û Artemêtanê bû. HDP di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li navçeya Ebexê bi rêjeya 53 ji sedî bi ser ket. Bi bahaneya biryarnameya di hukmê qanûnan de mazbataya Hevşaredara Ebexê ya HDP'î Leyla Balkan hate desteserkirin.