Bahadir ê di greva birçîbûnê de ye: Roj ne roja rûniştinê ye

Ahmetcan Bahadir ê li Girtîgeha Tarsûsê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku nexweşî li girtiyên di çalakiyê de ne giran bûye û hinek ji wan dema verdişin xwîn ji devê wan tê.

Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven dest pê kir, li girtîgehan didome.  Bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ne. Yek ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Ahmetcan Bahadir e. Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsûsê girtî ye, ji 1'ê Adarê de 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bahadir, bi rêya malbatê agahî dan û wiha got: "Moral û hêza girtiyan baş e, lê tenduristiya wan xerab dibe. Min li gel 19 hevalên xwe di 1'ê Adarê de dest bi grevê kir. Hin hevalên min xwîn verdişin. Çalakiyên dayikan gelek pîroz e. Tenduristiya Ercan û Mahmût pir xerab e. Tenduristiya wan her dadikeve. Bêhal in û gêj dibin. Em bang li hemû kesên muxalif û demokrasiyê diparêzin dikin ku li dora dayikan bibin yek û hêzê bidin dayikan. Li vir tişta me dikuje bêdengî ye. Divê her kes guh bidin wijdanê xwe. Divê hemû kesên bi wijdan dengê xwe bilind bikin."

MIRIN JÎ HEBE EM DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN

Bahadir, mudaxaleya li dijî dayikan jî şermezar kir û wiha got: "Divê hevalên me yên ciwan rabin ser piyan. Divê ciwan li dayikan xwedî derkevin. Dayikên Laçik Spî rastî zilma polîsan tên. Roj ne roja rûniştinê ye. Divê her kes tevli çalakiyên dayikan bibin û hêzê bidin dayikan. Roj roja berxwedanê ye. Heta tecrîda li ser Rêberê me Ocalan bi dawî bibe têkoşîna me yê bidome. Mirin jî hebe em dest ji doza xwe bernadin."