Bagera Cizîrê: QSD pêş ve diçe, 34 çete hatin kuştin

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêş ve diçin, di encama derbên xurt li çeteyên DIAŞ’ê hate xistin de 34 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê ev 68 roj in bê navber dewam dike. Şervan di çarçoveya pêngavê de îro ji 2 baskan ve pêş ve çûn. Baskê yekem ji aliyê Siwar ve 4 km pêş ve çû û di navbera şervanan û çeteyan de şer rû da. Di encama şer de 10 çete hatin kuştin, motorek û rêjeyek çek û cebilxane ketin destê şervanan

Li aliyê din di baskê din de jî şervan li gundê Diban ê 5 km dikeve rojhilatê Meyadin di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Di encama şer de 24 çete hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin û li vir jî rêjeyek çek û cemilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

Her wiha di encama şer û pêşveçûnan de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûne.