Azweriya li azadiyê wiha dide şerkirin

Amara Cûdî ji kulîlkan hez dikir. Û dagirker ne tenê ji bo ku gerîla tine bikin, ji bo ku hemû kulîlkên li çiyayan tine bikin hatibûn.

Gerîla Elî Kanîroj ku li çiyayan xwediyê wan çavan bû ku pir dibiriqî, gotibû, ''Dema ku hûn dimeşin ne hûn lê rê biryar dide ku hûn ê bigigihijin kûderê.'' Li dilê şîn ê Zagrosan Avaşînê dema ku dimeşiyam ev hîs bi min re çêbû. Û ew hevok hate bîra min. Bi rastî jî wiha bû.  Li Avaşînê dema ku mirov Dola Mara, Dola Konferansê derbas neke û negihije Arisfaris mirov nizane bê ka çi qasî li hev hatî ne. Dema ku mirov diçe cihê herî bilind û li ava Avaşînê dinere ew hîs bi mirov re çêdibe, weke ku mirov ne li wan çiyayan lê li ser avê dimeşe. Ango gerîla Elî Kanîroj ku çiya û gerîla bi qadraya xwe derbasî dîrokê bûyî, rast bû. Rê em didin ber xwe û dibir. Ev sûlavên ku dikir ku spî hesûdiyan lê bike, ev hevsenga şînahiyê û şînatiyê ya bêdawî, hejijîna kulîlkê ya ji bo ku were dîtin, çemên ku dixwazin avrêka xwe bibînin, çemên ku axê diqelêşin û gerîlayê ku hewl dide me sipîsaxlem bigihîne yekîneya gerîla û ji aliyekî ve jî xweşikiya eraziyê ji me re vedibêje. Dema ku mirov bi gerîla re dimeşe, gerîlayê ku bi dildarî we dibe, dema rêwîtiyê li her şivereyê bîranînekê vedibêje û behsa hevrêyekî xwe yê şehîd dike kı pir bêrî li wan kiriye û winda kiriye.Dema rêwîtiyê ji we re behsa heyraniya xwe ya li wir, manewiyata ku wan bi wir ve girêdide, utopyayên xwe û healên xwe dike. Ev bêfikarî, ev bêdudilî encex bi van mirovan re çêdibe. Dema ku kamerayê hevsenga mûcîzewî ya sirûştê digrirt, min jî dêhnê xwe dabû meşa gerîlayê li pêş min û heyran bûbûm. Ev meş encex dikarîbû ya jinekê bûya ku bi çiyayan re xwe kiriye yek, xwe bi çiyayan re yek hîs dike. Ev meş û bi asta azweriyê ya ku pêgirê Avaşînê bû gerîla Amara Cûdî bû.

Jiyaneke ku xwe ji hemû gemariya sedan salan xwe par kirî, hîsên herî pîroz ên pêşî bi mirov dide jiyîn. Jiyana li çiyan jiyaneke wiha ye ku guleyê  li gemariya li nav xwe û li derveyî xwe direşîne û mirovahiyê bi cewhera wê ya rawstîn re digihîne hev, utoyayeke wiha ku xwe bi gerîla re derdixîne ser rûzemînê.  Rêber Apo ku bi eşs li azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn radiwestiyan, îhtîmal e ku bêrî lê çi kiribe ew bi gerîla ve girêdabû. Û ciwanên Kurdistanê, bi zarokên xwe destûr nadin dagirker bijîn li van çiyayan digihaştin hev. Naxwe çi dikarîbû bike ku gerîla Amara Cûdî li van çiyayên asê mînak xezalan bibeze, her dema ku dimeşî kulîlkan bide bêhnkirin, di ser wan avan re ku weke asteng disekinîn û bilind dibûn bêyî ku şil jê bibihure, çeka xwe weke parçeyek ji milê xwe bibîne û bi eynî sivikiyê bibeze? Gerîlaya jin Amara Cûdî zaroktiya xwe ya ku li Kurdistanê nejiyayî li van çiyayan dijiya. Wê hem xeyalên Kurdan û hem jî yên Rêber Apo pêk dianî û hem jî digihişt xeyalên xwe û xwe nas dikir. Têkiliya wê ya bi sirûştê re li ser zimanê hemû hevalên wê bû. Hevalên wê digotin, ''dema ku derdikev nav sirûştê me hemûyan ji bîr dike''. Amara Cûdî ji bo hevalên xwe gelek nebatên sûdewar komî ser hev dikir. Hin ji van hişk dikir ji bo ku dema zivistanê hevalên wê nexweş bikevin bi kar bîne, hin jê dema pêvajoyên nûjenbûna jinê ji bo ku êşên wan bide sekinandin, hin ji wan jî ji bo ku di dema şer de ji bo hevalên xwe yên birîndar derman bike û hin jê ji bo xwarinê. Dema ku dest dida kulîlkan weke ku bi me re biaxive bi wan re diaxivî. Ji bo ku wê kulîlkê bêhn bike an jî ji nebatê sûd werbigire ne navber dida civatê ne jî meşa xwe. Jineke wiha bû ku ji bo çiyayan hatibû afirandin, ji bo ku bibe gerîla. Şervana YJA Starê Amara Cûdî ku dema behsa sirûştê û gerilyan dikir bi hîsên tenik bû, dema ku behsa dagirkeran dikir bi qasî eşqa wê ya li kulîlkan hêrsa wê radibû. Ji ber ku dagirker ne ku tenê hatibûn ku gerîla tine bikin, her wiha hatibûn ku hemû xweşikiya li çiyayan jî tine bikin. Hay ji vê hebû û şer dikir. Wê dema ku li tûnelên şer şer dikir paratina wê jiyanê dikir ku bi zaroktiya wê re digihand. Dema ku di tûneleke şer de bi hevalên xwe re li ber xwe dida parastina wan nirxand dikir ku bi keda xwe ew afirandibûn. Ya ku ew dida şer kirin, di her dewisandinê de dikir ku zîl bide, ew evîna li afirandina rihê berwedêr bû ku raperîna Kurdistanê hewceyî pê didît. Ji ber ku Amara û hevalên wê ji bo dahatuya civakekê şer dikirin. Û tenê azweriya li azadiyê dikarîbû Amara Cûdî bida şerkirin. Di şeveke wiha de ku berxwedan li her deverê gerîyabû, dema ku saeta li zenda wê 8'ê Gulana 2021'an nîşan da, li Avaşînê, li qada Arisfaris, di tûnelên şer de li gel çar hevalên xwe şehîd bû.