'Azad xwe di nava PKK'ê de nas kir'

Ji fermandarên HPG'ê Serhad Jîhat got, gerîlayê Elman Azad Şergeş ê şehîd bû, xwe di nava PKK'ê de nas kir, ji ber ku PKK weke rêya rizgariya mirovahiyê dît.

Ji fermandarên HPG'ê Serhad Jîhat diyar kir ku Azad Şergeş ê li Xakurkê şehîd bû, dilsozê PKK'ê bû, gelê Kurd weke gelê xwe didît û got, "Dema ku mirov li wî dinihêrî, weke yekî ku bi salan li Kurdistanê maye dihate dîtin."

Di daxuyaniya 23'ê Hezîranê de ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê hate ragihandin ku di çalakiya 15'ê hezîranê ya li Girê Şehîd Şahîn ê Xakurkê de 18 leşker hatin kuştin û yek ji sê gerîlayên şehîd bûn Azad Şergeş (Thomas Johann Spîess) bû. Di daxuyaniyê de têkildarî Azad Şergeş ê ku li bajarê Maînbûrg ê Elmanyayê ji dayik bû, ev agahî hatibûn dayin:

"Bi xwendinê fêhm kir ku cîhaneke cuda ya azad û wekhev dikare bê afirandin. Hevrêyê me Azad dema ku diçû zanîngehê lêgerînên xwe kûrtir kir, nêrîna gelek rêxistinên çep ji nêz ve şopand. Di vê pêvajoyê de Kurd nas kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar man ji xaka Kurdistanê ya qedîm koç bikin. Her ku çand û gelê Kurd nas kir, eleqeya xwe ya ji bo PKK'ê zêde bû, parêznameyên Rêber Apo xwend û kete bin bandora felsefeya Rêber Apo ku azadiya mirovan ji xwe re dike esas. Hevrêyê me Azad ku dixwest têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, tevlî nava karên ciwanan bû, ji xwe re kir esas ku di pratîkê de hîn bibe û did emeke kurt de bi ruhê enternasyonalîst ê PKK'ê re bû yek. Hevrêyê me Azad derfetên qaşo jiyanê yên sîstema kapîtalîst red kir û biryar da ku bibe milîtanê meşa azadiyê ya Rêber Apo. Di sala 2016'an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ku bi eleqe û baldariyeke mezin dişopand. Li çiyayên Kurdistanê yên bi heybet gerîlayên azadiyê nas kir û ala têkoşînê bi rûmeteke mezin dewr wergirt. Mîna navê xwe li çiyayên Kurdistanê azad bû.

BI HÊRSEKE MEZIN ŞER KIR

Her kêliya xwe da têkoşînê. Bi têkiliyên hevrêtiyê re jiyana pîroz a PKK'ê bilind kir. Bi felsefeya Rêbertî û cewhera berxwedanê ya PKK'ê re bû yek. Weke milîtanekî leheng her tim li refên pêş bû û li dijî mêtingeran bi hêrseke mezin şer kir.

Bi perwerdeyê re hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe gihand kûrahiyeke mezin. Bi kesayetiya xwe ya hesas û bi dîsîplîn her kar bi ser xist. Li gelek qadan bû pispor. Piştî pratîka serketî ya li Qendîlê derbasî Xakurkê bû.

Li qada Kolîtê di 15'ê Hezîranê de di çalakiyekê de ku taktîkên gerîla yên dema nû bi xurtî bi cih hate anîn, li refên pêş cih girt û bi rengekî fedaî bi ser dagirkeran ve çû. Ala têkoşînê ya şehîdên nemir bi rengekî hêja hilda.

SEKNA WÎ YA LI NAVA JIYANÊ RASTEQÎN BÛ

Ji fermandarên HPG'ê Serhad Jîhat ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di sala 2022'an de li qada Xakurkê wî Azad Şergeş nas kir û got, "Hevalê Azad sekna wî ya li nava jiyanê sekneke rasteqwîn bû. Dema ku sohbet dikir, digot ku wî di nava PKK'ê de xwe nas kiriye, ji ber ku PKK'ê weke rêya rizgariya mirovahiyê dibîne. Dilsozê PKK'ê û gelê Kurd bû, ji ber ku gelê Kurd weke gelê xwe didît. Dema ku mirov li wî dihinêrî mîna kesekî ku bi salan li Kurdistanê mabû dihate dîtin. Xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr dikir. Kedkar û yekî pratîkê bû. Her kar dikir, bi ser dixist. Di gerîlatiyê de bûbû pispor. Bi dîsîplîn bû, ji aliyê taktîkê ve dewlemend bû. Her tim xwe perwerde dikir û bi pêş ve dibir.

JI BO CIWANÊN KURD JÎ MÎNAK E

Hevalê Azad şoreşgerek bû ku ji bo ciwanên Kurd jî mînak bû. Kurdistan hatiye dagirkirin û nasname û mafên me hatine talankirin. Hevalê Azad weke yekî Elman ji Elmanyayê hat û şer kir. Ji bo gelê Kurdistanê xwe feda kir. Ciwanên Kurd divê hîn bêhtir xwedî li Kurdistanê û gelê xwe derkevin. Ciwanên Kurd dibe ku ji ber şert û mercan nikaribin xwe bigihînin çiyê, lê belê bi ruhê hevalê Azad divê her derê li dijî hêzên dagirker ên Tirk bikin qada şer.

EM SOZ DIDIN MALBATÊN WAN

Çalakiya ku bi pêşengiya Asya Kanîreş, Koçer Medya û Azad Şergeş hate kirin bi rengê fedaî bû. Li qereqola ku dewleta Tirk a dagirker ne li bendê bû ku êrîşa gerîla lê bê kirin, şer kirin û derb li leşkerên Tirk xistin. Bi saya van hevrêyan baweriya bi azadiyê û hêvî hîn bêhtir mezin dibe. Weke hêzên HPG û YJA Starê em ê heta dawiyê li ser şopa hevrêyên yên şehîd bin. Em ê ruhê enternasyonalîzmê her tim zindî bihêlin û xwedî lê derkevin. Em soz didin malbatên hevrêyên Azad, Asya û Koçer ku em ê tola wan hilînin û heta dawiyê li ser şopa wan bin."