AYM'ê Komkujiya Cizîrê parast: 'Binpêkirina mafan nîne'

AYM’ê serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ya kesên li Cizîrê hatin qetilkirin de wek “nayê qebûlkirin” dît û mafê jiyanê piştguh kir.

Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin de, biryar da. AYM’ê serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît û binpêkirina mafê welatiyên hatine qetilkirin ji nedîtî ve hat.

AYM di biryara xwe de gotiye ku di qetilkirina welatiyan de "binpêkrina mafê jiyanê" nîne.

DEMÎR: LI GORÎ BÎRDOZIYA FERMÎ YE

Ji parêzerên dosyeyê Ramazan Demîr biryarê nirxand û bi bîr xist ku AYM'ê têkildarî mirina biryara "binpêkirina mafê jiyanê" nebûye daye û got: "Yanî dibêjin ev mirov bi awayek li gorî hiqûqê hatin kuştin. Kurt û kurmancî wisa dibêjin. Ji bo darazê tişta ku dewlet bêje esas e. Ev biryar li gorî bîrdoziya fermî ya dewletê hatiye dayîn. Mirov dikare bêje AYM bi vê biryarê re bûye nîqaşa ku ka saziyek qanûna bingehîn e yan na."