Aykût ê ku hate êşkencekirin dîsa birin qereqolê!

Abdî Aykût ê ku li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hate êşkencekirin, bê ku dermankirina wî biqede dubare birin qereqolê. Vetha Aykûd anî ziman ku ev tê wateya domandina êşkenceyê.

Abdî Aykût di roja 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk û dorpêça du hefteyan a li ser gundê Xerabê Bavan a girêdayî navçeya Nisêbînê domkirin de di bin çavan de hate êşkencekirin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê ku dermankirina wî biqede birin qerqolê. Aykût ê ku piştî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên dewletê ve hate êşkencekirin wêneyên wî derketin holê, piştî êşkencekirinê ji ber rewşa wî giran bû ji bo dermandirinê rakirina Beşa Cerahiyê ya Pilastîk a Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Hevîjnê Aykût, Vetha Aykût, anî ziman ku dewlet êşkenceya li ser hevjînê wê kirî didomîne.

‘HEVJÎNÊ MIN BER BI MIRINÊ VE TÊ KAŞKIRIN’

Aykût diyar kir ku piştî ku hevjînê wê di bin çavan de hatiye êşekencekirin ji aliyê Wezîrê Karê Nundir ve hedef hatiye nîşandan û got: “Hevjînê min ji mal girtin û êşkence kirin, piştre jî înkar kirin ku binçavkirine. Li nexweşxaneyê bê ku dermankirina wî biqede niha jî birine qereqolê. Wezîrê Karê Hundir piştî ku hevjînê min hedef nîşan da û şûnde ev pêkanîn destpê kir, hevjînê min ber bi mirinê ve kaş dikin.”

Aykût destîşan kir ku divê bi lezgîn hevjînê wê bişînin nexweşaneyê ji bo bê dermankirin û wiha pê de çû: “Herî dawî keça min çûbû nexweşxaneyê û anî ziman ku rewşa wî ya ku dîtî ji ya di wêneyan de hatiye nîşandan hê xedartir û xirabtire. Divê bi lezgîn hevjînê min bibin nexweşxaneyê û bê dermenakirin. Hê baş nebûye; bê ku baş bibe birina wî tê wateya qetilkirinê.”