Aydin: Oparasyon tê wateya tol hilînê

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya di saetên sibehê de bi hinceta lêpirsîna KCD’ê pêk hatin, da.

Baroya Amedê, derbarê destgîrkirina 32 jê parêzer 102 kesan a di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de daxuyaniyeke da.

Daxuyanî li ber Edliya Amedê hat dayîn û Seroka Baroya Amedê Cîhan Aydin, parêzerên endamên baroyê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Cîhan Aydin axaftin kir. Aydin, daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ên têkildarî darazê bibîr xist û got ku bi desthilata wezîr qiyamet rabûye lê edalet pêk nehatiye û careke din bûne şahidê neheqiyê. Aydin sedema operasyonê ya girêdana bi KCD’ê re jî bibîr xist û destnîşan kir ku ew ji vê çîroka desthilatê bawer nakin û wiha got: “Lewre ew bi xwe bi KCD’ê re xebitîne. Heta hûn bi ser mala kesên ku bi KCD’ê re xebitîne de jî negirin em qanih nabin, hûn nikarin tu kesî jî qanih bikin.”

Di berdewamê de Aydin, destnîşan kir ku operasyona li hemberî parêzeran ne lêpirsîneke sûc e û ev tişt anî ziman: “Ev ne lêpirsîneke sûc e, tolhildaneke siyasî ye. Ev operasyona tolhildan girtina ji Baroya Amedê ye. Em qet qebûl û bawer nakin. Me nekişînin nav bêhiqûqiyên xwe. Em li vir bang dikin û dibêjin, ‘heta ku hevalên me yên binçavkirî neyên berdan wê ampûlên baroyê neyên girtin. Heta hevalên me bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wê parêzer bi operasyonan neyên netirsandin û ev tişt got: “Heke em bêdeng bimînin, wê civak bê bêhn bimîne. Em li ser navê civakê li ber xwe didin. Em ê serê xwe ji zilmê re netewînin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.