Aydin ê ku li gundê Talê bi giranî birîndar bûbû bi ser hişê xwe ve hat

Îsmaîl Aydin ê ku SÎHA’yan li gundê Talê ew birîndar kiribû, piştî tedawiya bi rojan îro bi ser hişê xwe ve hat.

Li gundê Talê 31’ê Tebaxê leşkerên Tİrk bi SÎHA’yê li 4 kesan reşandibû ku yek ji van Îsmaîl Aydin bû. Tedawiya Aydin li Nexweşxaeneya Dewletê ya Colemêrgê didome. Aydin bi rojan e gelek caran emeliyat bû, parçeyek ji kezab û gurçikeke wî hate jêkirin. Aydin bi ser hişê xwe ve hat.

 ‘LEŞKER NAHÊLIN BI KURÊ XWE RE BIAXVIM’

Bav Mehmet Aydin got li ber serwîsa lênerîna giran du leşker disekinin û got: ‘’ev çend roj bûn me rûyê kurê xwe jî nedidît. Îro li ber serwîsa lênerîna giran em sekinînin. Ji bo ku rontgenê Îsmaîl bigirin ji serwîsê derxistin. Me wê kêliyê dît lê nehiştin ku em nêzî wî bibin. Piştre dema ku anîna serwîsê li me nerî, me wiha dît. Me xwest em biaxivin lê leşkeran nehiştin.’’

ŞEVÊ DÎ KEÇEK JÊ RE ÇÊBÛ

Aydin got şevê dî keçek ji Îsmaîl re çêbûye û got li gel ku kurê wî bi rojan e birîndar e jî wan ev rewş ji diya wî veşartine; ‘’Kurê min li ber mirinê ye. Diya wî nexweş e, ji bo vê me rewş jê re negotiye. Her wiha şevê dî keçek ji Îsmaîl re çêbû.’’

DOKTORÊN KU SONDA XWE XWARIN!

Her wiha lêpirsîna Îbrahîm Sak û Mûsa Tarhan didome. Kurê Mûsa Tarhan Leşker Tarhan got ji bo rewşa tendirûstiya bavê xwe bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dane û got: ‘’Rewşa bavê min ne baş e. Parêzeran serî li dozgeriyê dan, dozgeriyê got li gorî rapora doktoran ew tevdigerin û doktoran gotiye ‘dikare biçe’ û wiha wan bavê min birine emniyetê.’’

Tarhan got ew bi doktoran re axivîne û got: Piştî vê gotina dozger ez bi doktoran re axivîm, got, ‘ji bo ku rewşa wî baş bû, min got dikare biçe’. Lê biya min gef li doktor xwarine, ji bo vê destûr dane ku bav êmin û Îbrahîm biçin. Min jî jê re got li ser vê mijarê ez ê li deverên hewce gilî bikim.’’