Ayata: Sakîne navê şoreşgeriya yekpare bû

Hevrêyê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz Mûzaffer Ayata qala wê kir û got, "Eger mirov tenê ji aliyekî ve binirxîne, wê neheqî lê bê kirin. Sakîne navê şoreşgeriyeke yekpare bû."

Mûzaffer Ayata ku hevrêyê Sakîne Cansiz ê li zindana Amedê ye, qala kesayetî û têkoşîna wê kir.

Ayata da xuyakirin ku Sakîne Cansiz di nava şoreşgeriya jinên Kurd û şoreşgeriya jinên cîhanê de xwedî cihekî cuda ye û got, "Dema ku mirov qala hevala Sakîne bike, têrê nake ku tenê mirov sekna wê ya li nava têkoşînê û taybetmendiyên wê yên ji aliyê civakê û hevrêyên wê ve hatine dîtin vebêjin. Ew kesayeteke yekpare bû, nîşaneya van hemûyan bû. Miroveke welê bû ku axa lê ji dayik bû, şert û mercên di nav de mezin bû û şert û mercên dîrokî û çandî di şexsê xwe de gihand hev."

Ayata diyar kir, kesayetên pêşeng ên dîrokî, çîroka jiyana ku ya ji rêzê qebûl nake, di şexsê Sakîne de dihate dîtin û got, "Çawa difikirî, ji çi bawer dikir bi wî rengî dijiya. Cewhera wê, gotina wê, pratîk û nêrîna wê ji hev nakok nebû. Taybetmendiya wê ya herî bingehîn ew bû ku weke kesayeteke dîrokî di nava zor û zehmetiyên têkoşînê de timî li ser lingan ma."

Ayata bi bîr xist ku li Sakîne Cansiz li zindana Amedê bi sekna xwe ya li dijî xiyanetê û bi tifa ku li rûyê dijmin kir, bû efsane û destnîşan kir ku taybetmendiya 'sekna cuda' yek ji taybetmendiyên bingehîn ên Cansiz bû. Ayata wiha dewam kir: "Belê gelek zehmetî kişand, lê belê serê wê timî bilind bû. Ti zor û zehmetiyan ew dudil nekir. Timî bi çavê ku divê ji holê bê rakirin li zehmetiyan dinerî û ji bo vê têdikoşiya. Ti carî bi tiştekî nebaş re li hev nekir."

Mûzaffer Ayata destnîşan kir ku Cansiz şoreşgerî weke hêz an jî erka di destê xwe de nedît û got, "Ew bi xwe navenda şoreşê bû. Ne li gorî hêzê, lê li gorî rastiyê, li gorî bedewiyê meşiya û di vê rêyê de timî bi hevrêyên xwe re têkoşiya. PKK, bawerî û dilsoziya xwe bi xurtî jiya û ev yek timî nîşan da."

Ayata diyar kir ku hin mirov ji aliyê rêxistinî, hinek ji aliyê leşkerî ve dikarin xwe bi pêş bixin û bibin xwedî rêzdariyê, lê belê kesayetiya Sakîne yekparebûna van hemûyan bû.

BEND DANÎ BER XIYANETÊ, RÊ LI BER AZADIYÊ VEKIR

Di dewama axaftina xwe de Ayata anî ziman ku Sakîne Cansiz temsîla nasnameya jinê ye û got, nifşê piştre bê divê xeta wê ji xwe re esas bigirin. Ayata wiha dewam kir: "Niha pêşî li şoreşê vebû, bi hezaran jin li nava refên azadiyê ne. Salên 1970, 80, 90'î rewş bi vî rengî nebû. Sakîne rêyek vekir; rêyek ji wateya azadiyê ya ji bo jinan. Bend danî ber xiyanetê û rê li ber azadiyê vekir. Serbilind bû, raperîner û têkoşer bû. Timî li başî û bedewiyê geriya. Dema ku ev dikir jî ji serbilindiya sekna xwe ya fîzîkî û nêrîna xwe ti carî tawîz neda."

Ayata ragihand ku li Zindana Amedê û piştre li gelek herêmên din wan hev du dîtin û got, "Demeke dirêj em bi hev re xebitîn. Car carna me hev dîtin. Sakîne timî heman Sakîne bû. Bi ruhê xwe yê zarokatiyê dijiya. Ruhê xwe yê Apoyî, pakbûna zarokatiyê û dînamîzma ciwantiyê ti carî ji dest neda. Min ti carî nedît ku gilî û gazin kiriye. Her tim ji têkoşînê re amade bû, ji kar re amade bû."

NAVÊ ŞOREŞGERIYÊ BÛ

Mûzaffer Ayata diyar kir ku ji bo guhertina çarenûsa gelekî di bin zordariya qirkirin û mêtingeriyê de bû, Sakîne navê şoreşgeriyê bû û da zanîn ku dewleta Tirk bi zanebûn ew kiriye hedef.

Ayata diyar kir ku Sakîne ti carî ji rêzê nêzî dost û dijminan nebû û got, "Ji xwe ji ber ku ev karaktera wê baş dihate zanîn, û temsîla şoreşgeriya jinê ya li Kurdistanê dikir, bû hedefa dewleta Tirk. Ev cînayeta li paytexteke Ewropayê li Parîsê, kuştineke ji rêzê nîne. Bi vê komkujiyê re hewl hate dayin tol ji şoreşgeriya jinên Kurd bê hilanîn."

Di dawiya axaftina xwe de Ayata destnîşan kir ku ji bo her ciwaneke/î li Kurdistanê şoreşgeriyê dike, Sakîne Cansiz kesayeteke bingehîn e ku divê mînak bê dîtin.