Ayata: Nêzîkatiya ji pirsgirêka Kurd gelek da windakirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata got, “Eger Tirkiye li dijî Kurdan şer nekiriba, îro li cîhanê ewqasî îzole nedibû, hemû derfetên xwe yên li hundir û derve bi kar nedianî. Berovajî wê Kurd bibin pirek di navbera Sûriye-Tirkiye-Iraqê de.

Mûzaffer Ayata di derbarê tiştên ku li hember Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat kirin de ev tişt anî ziman: “Ji bo wêneyê ku bi gerîla û nasên xwe re kişandiye, tiştek nema ku bi parlamentera jin Semra Guzel re nekirin. Hemû sîstemên ewlehiyê yên Tirkiyê serûbin bûne. Tirkiye li ber hilweşandinê ye wê hilweşe. Mîna ku Tirkiye di jiyana xwe de gerîla nedîtiye. Gerîla ji fezayê hat. Tu yê bêjî qey wê tu eleqeya Kurdan bi hev re tune be, silavê nedin, hevdu nebînin. Mîna ku şerxwazî cara yekem be, mirovan diavêjin beroşan û dikelînin. Ew li dora wê dansa mirovxwaran dikin. Hewaya operasyonê ku bêjin vaye, me Semra girt... Şerm jî nemaye. Parlementereka jin a li welatekî ye. Hûn parêzbendiya wê radikin û bi neheqî û weke ku sûcdar be tînin ziman.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Muzaffer Ayata ji ANF’ê re nirxand.

Hikûmeta niha çima pirsgirêka Kurd bi terorê tîne ziman?

Çima hûn ji her kesî zêdetir pirsgirêka Kurd dadixînin tenê terorê? Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek 100 salî ye. Ger em dîroka komarê bidin ber çavan, bi komarê re destpê kiriye. Avakirina komarê ev pirsgirêk afirand. Dema Şêx Seîd hat qetilkirin, Seyît Riza wab hatin qetilkirin, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin û şandin sirgûnê, ma PKK hebû? Ev ne pirsgirêkeke ku bi PKK’ê û terorê re bê nîşandan. Pirsgirêkeke civakî ya dîrokî ye. Ev yek pirsgirêka nasname û hebûna Kurdan a çandî ye. Ji ber ku li gorî destûra bingehîn a wê Kurd tune, her kes Tirk e. Dewlet dixwaze her kesî bike Tirk. Yanî ev ne fermanek îlahî, rêgezek û zagonek xwezayê ye. Kurd jî naxwazin bibin Tirk. Dewletê sed sal ceriband lê pêk nehat. Ji ber vê yekê divê dest jê berde. Divê destûra bingehîn ji nû ve binivîsin.

Kurd û Tirk dîsa bi hev re dijîn. Gelek aliyên wan ên hevpar hene. Çima ewqas xwîn, tundî, înkar; nifûsa wê 40 milyon e. Di nava 4 parçeyan de niha li Başûr bûye xwedî statû, li Rojava jî statuyek ava bûye. Ji bo ku wê tune bikin qiyamet rakiriye. Tevahiya têkiliyên cîhanê, çavkaniyên aborî, rezervên ramanî, îdeolojîk û hişmendî yên Tirkiyeyê, hemû bi kar anîn, ango mezaxtin. Ger hûn ji bo vê ji muxalefetê piştgirî bistînin wê çi bibe. Ger hûn careke din di hilbijartinê de bi ser bikevin wê çi bibe? Eger hûn hindek din Kurdan bikujin û êşê bi wan bidin kişandin wê çi bibe?

Tu nikarî dîrokê sifir bikî, tu nikarî dîrokê wekî ku tu dixwazî teşe bidî û binivîsî. Heger wisa bibûya, jixwe Mustafa Kemal çareser kiribû.

-Ger bi awayekî cuda nêzîkatî li pirsgirêka Kurd bihata kirin wê niha rewş çawa bûya?

Di pêşengiya PKK’ê de lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd, bi taybetî lêgerînên avakirina raman, stratejî û taktîkên jîr ên ji aliyê Rêber Apo yên ji bo afirandina atmosfera çareseriyê di nava dijmin de û kişandina wî ya nava çareseriyê, bê encam man. Li hember pirsên ji bo mafê tayînkirinê û gelek têgihiştinên din ên navneteweyî, nêzîkatiyeke rexneyî raber kir. Li ser avakirina dewletek cuda plan nekir. Bi projeya Neteweya Demokratîk, lêgerînên wî yên di Rojhilata Navîn de bêyî guhertina sînoran, bi hev re jiyankirin, ders derxistina ji hesûdiya tepisandina serhildanan, di têkiliyên Tirk-Kurd de çek danîna aliyekê, her tim bê encam ma. Ev çareserî ji bo Tirkiyeyê çareseriyên herî guncaw, destketiyekî bê mesref ji bo Tirkiyeyê bûn.

Em bifikirin, ger Tirkiyê şerê Kurdan nekiriba, bi taybetî jî ger di van salên dawî de bi serê xwe neketa nav şerê Sûriyê, îro li cîhanê ewqas tenê nedima, ew qas di hundir û ji derwe de bêîtîbar nedibû, hemû îmkanên xwe yên li hundir û derve nedihatin mezaxtin. Berovajî wê Kurd bibûna pirek di navbera Sûriye-Tirkiye-Iraqê de. Bi modela xwe ya demokratîk wê bibûya stêrka geş a Rojhilata Navîn. Têkiliyên bazirganî û aborî wê pir pêşde biçûya. Tirkiye wê dewlemend bibûya, wê Tirkiye bi hêsanî biketiba Yekîtiya Ewropayê. Ji bo ketina wê ya Yekîtiya Ewropayê tu astengî tunebû.

-Rêjeya ziyana ku nêzîkatiya êrîşkar a ji çareseriyê direve di desthilatdarî de û li Rojhilata Navîn çêkirî çiqas e?

Li Tirkiyeyê wisa kir ku faşîzma Erdogan û MHP’ê bi taybetî bi hemû welatên Ereb re têkiliyên xwe xera kir. Sûriyeyî di şerekî bi xwîn de hatin fetisandin. Bi lez û bez ket nav şerê Sûriyê, Sûriyê kişand nav şer. Destûr da çeteyên wekî DAÎŞ’ê ku şer li cîhanê berovajî bikin û bi hêsanî li ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bibin. Hemû xerabiyên wan ji bo Kurdan plan kirin. DAÎŞ ajotin ser Kurdan, El Nûsra jî di nav de bi her kesî re îttîfaq çêkir, piştgirî da wan, di dema ku hemû cîhan bi DAÎŞ’ê re mijûl bû de, Tirkiye ji binî ve piştgirî da wê. Dixwest bi taybetî li Sûriyê Kurdan tepeser bike û bifetisîne.

Kurdan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn û berdêlên mezin dan. Bi Ereban re dest bi paqijkirina xaka xwe kirin û bi hev re rêvebirin. Tevî hemû zextên Tirkiyeyê jî bi Tirkiye û çeteyan re nebûn yek. Li ser xeteke cuda man. Dijminatiya rejîmê jî nekirin. Ji ber ku pirsgirêka Kurdan nasnameya wan û jiyana azad bû. Ne hewce bû ku dijminatiya yekî bike û ne jî bibe dûvikê kesekî. Tirkiyê xwe li vê yekê negirt. Hemû çeteyên Sûriyeyê li dora xwe kom kir û êrîşî Kurdan kir. Ew çete niha ji bo Tirkiyeyê bûne bela. Zîhniyeta faşîst a ku Tirkiyeyê bi rêve dibe ev e ku dibêje, “Kurd, PKK li ser lingên me bûne zincîr. Ka em vê zincîrê bavêjin.” Heger Kurdan têk bibin wê bifirin, wê dinyayê feth bikin. Bi demagojiyeke wiha gelê xwe dixapînin.

JI BO DAÎŞ’Ê PADÎŞAHÎ DAMEZRANDIN

DAÎŞ û El Nûsra hene, li ser lingên wan zincîr û li stûyê wan lekeyên reş hene. Li Sûriyeyê qatilên ku li ser gel tên berdan hene. Herêmên dagirkeriyê veguheriye bihuşta qatil, qatil û çeteyan. Tirkiye îro ji bo ewlekariya cîhanê xeteriyeke mezin e. Cîhana Ereb li hemberî Îxwanîstan, DAIŞ û El Nûsrayê li ber xwe da. Hay ji xwe hebin, tu welatekî Ereb piştgiriya wan nake. Li xaka xwe wan qebûl nake. Tenê Erdogan vê yekê dike. Bi wan gefan li cîhana Ereban dixwe. Tirkiye bi penaberên ku dikişîne Ewropayê reş dike. Bi awayekî DAIŞ’ê tehdîd dike ku rêxistinên din jî li Ewropayê bikişîne nava tevgerê. Ji ber ku ew her dem di destê wan de ne.

Heger em bala xwe bidinê, hemû rêveberên DAÎŞ’ê El-Bexdadî, El-Kureşî hemû li herêmên di bin parastina Tirkiyê de li wan hatine xistin. Ev tê wê wateyê ku ew herêmên din ji bo xwe ewle nabînin. Herêmên herî ewle yên di bin kontrola Tirkiyê de ne. Di operasyonan de hinek ji wan hatin kuştin û dîl hatin girtin. Her wiha gelek ên ku nehatine girtin û yên nayên naskirin jî hene. Ji ber ku li van herêman bi Tirkan re tevdigerin. Dema ku dixwazin Tirkiye ji wan re sponsortiyê dike, navên wan diguherîne. Hemû cîhanê îro El Nûsra weke terorîst îlan kiriye. Tirkiye neçar ma ku wê weke terorîst îlan bike. Lê Tirkiyê ji wan re padîşahî ava kir. Artêşa Tirk wana diparêze.

Qeliştokên hevsengiya navxweyî ya Tirkiyeyê niha zêdetir eşkere dibe. Di demekê de ku çeteyên li derdora qesrê tên rewakirin, ev bijartiyên di encama îradeya gelê Kurd de hatine hilbijartin, hedefbûyîna wan ji aliyê hikûmetê ve tê çi wateyê?

Tirkiye îro veguheriye şebekeya diziyê ya çeteyî. Siyaseta ku gelê xwe ditepisîne, dixapîne, li dijî wê şerê psîkolojîk dimeşîne, yên rexne dike, muxalefetê dike, yên ku demokrasiyê û edaletê  dixwazin, dike dijmin û ditepisîne û yên ku aştî û demokrasiyê dixwazin cihêkariyê lê dike û biçûk dixîne. Bifikirin ku Kurd li gor qanûnên Tirkiyê ketine hilbijartinan. Dozgeriyê li sicîlên wan lêkolînan dike û tê gotin ku tu pirsgirêk di tevlêbûna wan a hilbijartinê de tune ye. Lê yê ku di hilbijartinê de bi ser dikeve terorîst tê ragihandin. Serokşaredar diavêjin girtîgehê. Bi lez mafên parêzbendiyê tên betalkirin.

Ji bo wêneyê ku bi gerîla û nasên xwe re kişandiye, tiştek nema ku bi parlamentera jin Semra Guzel re nekirin. Hemû sîstemên ewlehiyê yên Tirkiyê serûbin bûne. Tirkiye li ber hilweşandinê ye wê hilweşe. Mîna ku Tirkiye di jiyana xwe de gerîla nedîtiye. Gerîla ji fezayê hat. Tu yê bêjî qey wê tu eleqeya Kurdan bi hev re tune be, silavê nedin, hevdu nebînin. Mîna ku şerxwazî cara yekem be, mirovan diavêjin beroşan û dikelînin. Ew li dora wê dansa mirovxwaran dikin. Hewaya operasyonê ku bêjin vaye, me Semra girt... Şerm jî nemaye. Parlementereka jin a li welatekî ye. Hûn parêzbendiya wê radikin û bi neheqî û weke ku sûcdar be tînin ziman.

ÇETEYÊN DIZ BI KEYFA XWE DIGERIN

Lê hemû çete û dizên li dora wî jî bi keyfa xwe digerin. Wêneyên hemûyan bi Suleyman Soylû re derdikevin. Ew nayên darizandin. Wana teşhîr nakin. Ew mirovên bijartî û bi îtîbar ên welat in. Wate hezkiriyên Erdogan. Erdogan kesekî ku di warê rêveberî û zîhniyetê de sifir e. Dema ku digot ez derketim ser nêrandina neteweyî, sextekarî dikir. Her wiha dema got ku ez misilman im û em xizmeta civaka misilmanan bikin jî derew dikir. Ger ne wisa bûya, 20 sal xwe bi desthilatdariyê nezeliqandiba. Eger ewqas birçiyê desthilatdariyê û mal û milkê nebûya, têrê dikir. Li hemû welatên demokratîk berê mirov bi hilbijartinan dihatin û bi hilbijartinan diçûn.

Merkel 16 salan serokwezîr bû. Wî gelek bi rêzdarî û li gorî pîvanan erka xwe radest kir. Lê belê Erdogan li gorî rêgezan tevnagere. Îro li Tirkiyeyê her kes, derdorên muxalefetê jî di nav de, vaye Erdogan wê şerê navxweyî derxîne. Erdogan wê fêlan bike. Erdogan wê rewşa awarte ragihîne. Erdogan wê li cihekî şer derxîne. Encax di atmosferra kaos û krîzê de yan wê di hilbijartinan de bi ser bikeve yan jî wê taloq bike. Bide sekinandin. Ev tên nîqaşkirin. Lê ev di serdema Mesût Yilmaz de di serdema Ecevît de nehatin nîqaşkirin. Erdogan 20 sal li ser desthilatdariyê ma û welat anî vê rewşê. hemû fikr û lêhûrbûnên demokratîk ên Tirkiyeyê tarûmar kiriye. Hemû sazî bêfonksîyon kir, vala kir û bi xwe ve girêda. Wî modelek hukûmetê tam mîna Hîtler afirand. Ger şêwaza rêveberiya Hîtler bê lêkolîn kirin, wê bê dîtin ku ew çiqasî dişibin hevûdu.

Ev hemû cihekî çawa di dîroka Tirkiyeyê de digirin?

Hewl dide bi avêtina destûrê li aliyekî bi krîz û kaosa domdar dijminatiyê li welat pêş bixe û wisa rêvebibe. Di dîroka Tirkiyeyê de hiqûq ev qas bêîtîbar nebûye. Di serdema 12’ê Îlonê de jî wiha nebû. Ti carî ewqasî destwerdan li darazê nehatiye kirin. Dadger û dozger tu carî nebûn piyonên wisa erzan. Wê terîqetên li Tirkiyeyê wê nebûna piyonên erzan û dûvik ên desthilata siyasî ya ku tu carî ew qasê nebûye holdîngî û di madiyatê de nefetisiyayî. Belê, têkiliya hin cemaet û partiyan bi desthilatan re hebûne. Desthilatê ji wan û wan jî ji desthilatê sûd werdigirt. Lê ew tu carî di asta heyî de çênebûye.

Civakên olî yên li Tirkiyeyê aliyê xwe yê manewî winda kirin. Ji bûyîna saziyên ku xizmeta olê dikin dûr ketine. Erdogan wana tune kir, qedand. Erdogan li Tirkiyeyê ya herî xerab li Îslamê kiriye. Wî hemû mîrateya Erbakan mezaxtiye. Bi ked û xebateke 50 salî, li Tirkiyeyê nêrîna neteweyî herî kêm di derdorên îslamparêz de hêviyek û alternatîfek bû. Em wana rexne dikin, ev mijareke cuda ye, lê Erbakan di nav derdorên Îslamî de xwedî navûdeng bû. Wî digot pergala adil. Erdogan pergala mafya û diziyê ava kir. Wî pergala enflasyon saz kir. Bi borsayê û bi faîzê dilîze. Gel xizantir dibe. Di rewşa niha de, banqeyan di vê hawîrdora enflasyonê ya xizaniyê de 4 qat zêdetir qezenc kirine. Buhabûna pêdiviyên jiyanê her ku diçe zêdetir dibe. Tevî ku li ser rêjeya enflasyonê hejmarên derewîn diweşînin jî şampiyoniya cîhanê dilîzin.

Ev yek asta xizaniya civakê nîşan dide. Gel talan dikin, tiştên di destê gel de distînin. Dewlemendî dest diguherîne, çavkanî di hin destan de berhev dibe. Li vir di Îslamê de hêviyek, lêgerînek, xeyal û îdîaya paşerojê hebû. Niha Erdogan ew tune kir. Çawa ku DAÎŞ li Rojhilata Navîn dilsozî an lêgerîna ji bo Îslamiyetê û xîlafetê tune kir, ji ber ku DAÎŞ bi hezaran kes li seranserê cîhanê dikişand. Ji Asya û Ewropayê bi hezaran kes bi gotina ku em diçin xîlafetê, em ê di bin şerîetê de bên rêvebirin, ev tiştekî xêr e, cîhad heye; dihatin. Lê DAÎŞ’ê hemû di xwînê de xeniqand, ew kirin qatil û tecawizkar. Cihên ku derbas dibû veguherand zeviyên mirinê. Wî jin ji mêran re wek xenîmet dihesiband. Îslama derveyî feraseta xwe ya Îslamê jî hilweşand. Wî Êzîdî û Xiristiyan kirin dijminê hemû civakên cîhanê û ew tune kirin. Niha hawîrdor û tevgerên îslamî yên bi vî rengî li Rojhilata Navîn ne hêvî ne. Ew êdî di navenda cazîbeyê de nînin. Rûyên wan ên xwînmij aşkera bûn. Bi lez û bez dinya li hember xwe rakirin. Erdogan jî li Tirkiyeyê Îslam ewqasî tine kir, naveroka wê vala kir.

Wî stûna desthilatdariyê çêkir. Piyonê wê çêkir. Bi desthilatdariyê ve girêda, madiyat da û manewiyat stand. Naveroka hemûyan vala kir û ruhê wê ziwa kir. Li Tirkiyê êdî jiyanek, lêgerînek ku pêşerojeke siyasî ya derdorên îslamî yên wekî nêrîna neteweyî, mîna ya Erbakan hêvî bide nema. Erdogan hemû mezaxt. Dîn û birçiyê desthilatdariyê dimire jî dest jê bernade. Dibêje welat di xeterê de ye, pirsgirêka hebûnê heye. Dora me dijmin, emperyalîst girtiye û êrîş dikin, em li hember cîhanê li berxwe didin... Ev hemû derew û xapandinin. Diçe ber lingên hemû emperyalîstên cîhanê û lahiyan dike. Dibêje piştgirî bidin min. Dibêje werin em li hev bikin. Dibêje ez ê tawîzan bidim we.

PÊŞKÊŞÎ RÛSYAYÊ DIKE

Tirkiyeyê pêşkêşî Pûtîn dike. Di dîroka Osmaniyan de jî Tirkiye heta niha tawîzên wiha nedaye Rûsyayê. Îhaleyên santralên atomî, pergalên mûşekan ên wê nekaribe bixebitîne bi mîlyaran dolar dayin, hemî ji bo desthilatdariya wî ne. Hem di NATO’yê de dibêje ku ew ê dijminatiya Rûsyayê bike û peymanê îmze dike. Hem jî Pûtîn digire pişt xwe û dibêje werin, em bi hev re van Kurdan tune bikin, qetil bikin, hinekî piştgirî bidin min. Ez jî te li ser piyan bihêlim û tevlî ambargoyê nebim. Yanî her tim hewl dide ji hemû nakokiyan an jî zehmetiyên civakan bi awayeke firsendxwaz sûdê bigire û her tiştî ji bo desthilatdariya xwe bike amûr.

Ji aliyekî ve dibêje em li Ukraynayê aştiyê biparêzin, em bibin navbeynkar, Pûtîn û Zelenskî bînin cem hev. Li aliyê din jî dibêje min berdin ezê derbasê Sûriyê bibim û belav bikim. Jixwe Sûriye belav bûye, di nava xwînê de maye. Dinya êdî ji vê yekê têr bû. Her kes dibêje ku bila êdî ev şer bi dawî bibe. Eger em bala xwe bidinê tu kes li Sûriyê amadekariya şer nake. Tenê Erdogan amadekariya şer dike. Hemû çeteyan sor û biçek dike. Ew ê wan li hemberî Kurdan an jî rejîmê bide êrîşkirin. Artêşa xwe amade kiriye, dibêje min berdin, ezê biçim û wan herêmên Kurdan belav bikim, ezê Kurdan ji wir derxim û li şûna wan çete, malbatên wan an jî Erebên Sunnî bi cih bikim. Li dijî Kurdan plana qirkirina ji sedî sed pêk tîne.