Avêtina ser malan: Polîsan êşkece li jina ducanî kir

Di serdegirtina malan a polîsan a li Hezexê pêk anî de, êşkece li Hatîce Baykara ya 8 mehî ya ducanî kir.

Li navçeya Hezex a Şirnexê, polîsan li gund û û navenda navçeyê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtina malan de polîsan Aydin Baykara, Saît Tatli û Hacî Dervîş Abay bi lêdanê destgîr kirin. Polîsan, li taxa Tûrgût Ozal a navçeyê avêtin ser mala Aydin Baykara û birayê wî Omer Baykara. Di serdegirtinê de polîsan derî û camên şibakeyên mala Omer Baykara şikandin û wisa ketin hundir. Polîsan, li hevjîna Baykara Hatîce Baykara ya ducanî dan. Polîsan, bi qundaxa çekê li Baykara dan û bi porê girtin û bi erdê ve kaş kirin. 

Hate ragihandin polîsan bi çek ketine hundir û çek li yên hundir rast kirine.

Hatîce Baykara bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.