Avêtin ser avahiya HDP’ê ya Yenişehîrê

Di serdegirtina ser avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê de pankarta bi nivîsa ‘Em Berxwedana Zindanan Mezin Bikin’ a ku balê dikişîne ser berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate desteserkirin.

Li Amedê HDP'a Yenîşehîrê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 76 roj in ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, pankarta li ser "Em berxwedana zindanan mezin bikin" li avahiya navçeyê daliqand. Piştî pankart hat daliqandin polîsan avêt ser avahiya partiyê.

Di avêtina ser avahiya partiyê de Hevserokê HDP'a Yenîşehîrê Vahap Gunaydin û rêvebera partiyê Arzû Candan hatin destgîrkirin. Polîsan kesên hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.