Avesta: Têkoşîn bi ser dixe!

Endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di serî de berxwedaniya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û hemû çalakvanê grava birçîbunê ya bêbêdawî-bêdorveger silav kirin.

Endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, duh êvarê bû mêvanê bernameya Stêrk TV'yê û mijarên di rojevê de heyî nirxandin. Avesta di derbarê gireva birçîbûnê ya bêdawî bêdorveger de nirxandinên berfire kir û wiha axivî:

“Ez destpêkê di kesayeta Hevseroka KCD’ê û Parlemantera HDP’ê ya Colemêrgê hevrê Leyla Guven de, hemû çalakvanê grevên birçîbçn ya bêdawî- bêdorveger dane, wana ji wargêhên azad, ji dil û can silav û heskirin û rêzdariya xwe pêşkêş dikim.

Çalakiya ku bi pêşengtiya xeta jina azad destpêkirî ku du meh û nîv li pey xwe hişt, pêl bi pêl li tevahî Kurdistan û li derveyî welat û cîhanê belav bûye. Dîsa li tevahî zindanên dewleta Tirk a faşîst girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û welatparêzên birûmet ketine grevên bêdawî û bêdorveger. Her wiha li Hewlêr, Strasboûrg, Galler, Şengal û tevahî Rojavayê Kurdistanê ev çalakî didomin.

RÊBERTIYA ME TÊKOŞÎNEKE MEZIN LI ÎMRALÎ DIDE

Em baş dizanin ku em Tevgera Azadiyê bi berxwedanê mezin bûne. Ev destketiyên pîroz îro hatine bidestxistin hemû bi encama têkoşîneke mezin û berxwednana bi dehê salan çêbûne. Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ev 20 sal in komployê li ser Rêbertiya me lidar xistine, di encama vê komploya navdewletî de Rêbertiya me birin Grava Îmraliyê û tecrîdeke şidandî li ser dane kirin. Rêbertiya me ev 20 sal in li Îmarliyê li dijî tecrî û faşîzmê têkoşîneke mezin dide. Gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê îro vê tecrîda li ser Rêbertiyê, wek tecrîda li ser xwe pênase dikin û ji bo şikandina vê tecrîdê di nava çalakiyan de ne. Beriya niha jî gelek pêngavên mîna vê hatibûn destpêkirin û hemû pêngav jî bi serketî encam bûn.

GELÊ ME BI LÎSTIKAN NEXAPIYA Û BI BIRYARDARÎ ÇALAKIYÊ DIDOMÎNIN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a 8’ê Mijdara 2018’an bi pêşengtiya hevrêya me Leyla Guven ve hatibû destpêkirin û belavî Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat bû, kir ku dewleta Tirk a faşîst rojeke dawiya hefteyê, roja Yekşemê bi lez bû bez malbata Rêbertiyê birin Îmraliyê ji bo dawî li vê berxwedanê bînin û bi lîstikekê vîna gelê Kurd bişkênin. Lê gelê me yê zana, bi keramet û bi rûmet xwedî li biryar, helwest û vîna azad kes bi vê lîstikê nexapiya û biryara domandina çalakiyên xwe dan. Çûna birayê Serokatiya me bi encama vê berxwedana mezin bû. Ji xwe vê berxwedanê neçar kir ku hikûmeta AKP-MHP rê bide ku hevdîtin pêk were. Bila her kes vê bizane; gelê me, Tevgeara Azadî û jina azad wê ti car rê nede faşîzim xwe li ser vîna gelan bike serwer. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me dayîn destpêkirin bi sekneke birûmet ya Rêbertiya me ev 20 sal in tê valaderxistin. Li ser hev lîstik tên kirin, em vê yekê baş dizanin û em ê vala derbixin.

TÊKOŞÎNA GELÊ ME DEWAM DIKE

Salek li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê re derbas bû. Dewleta Tirk rojên borî ango 20’ê Çileya 2017’an bi 72 balafirên şer û teknolojiya xwe yê ji NATO’yê girtî êrîş bire ser Efrînê ya weke vîna gelê Kurd dihate naskirin. Berxwedana Serdemê ya ku li dijî her cûre êrîşê pêş ket, dîsa sekna gelê me û dostên em yên bi felsefe û ramanê Rêber Apo li ber xwe dan, dan nîşandan her çendî demkî jî be Efrîn hatibe dagirkirin, lê bi ser neketin. Gelê me di nava salê de têkoşîna xwe domand û li her derê di nava çalakiyan de bûn.

PÊVAJO RAST NIRXANDIN Û XISTIN MERYETÊ

Tevgera Azadiyê pêngava bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ bi rengekî rêk û pêk da destpêkirin. Hevrêya me Leyla Guven û hevrêyên din ên jin ev pêvajo rast xwendin û nirxandin, heman demê xistin meryetê. Helwesta hevrê Leyla Guven helwestekî birûmet û hêja ye. Helwestekî nirxê azadiyê têde tije ye. Ew dilsoza bi azadî, demokrasî, wekhevî û dilsoza bi jina azad û azadiyê re ye.

DIVÊ EM PÊVAJOYA PÊŞIYA XWE BAŞ BINIRXÎNIN

Tevgera Jinên Kurdistanê (TJK) 6 mehên pêşiya me weke meha seferberiyê îlan kiriye. Di nava van 6 mehê de têkoşîneke mezin heye. Dîsa heman demê salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêbertiya me ye. Çawa 20 salên derbasbûyî têkoşîneke mezin li tevahî qadan bi rengekî azad hate kirin, wê di vê demê pêşiya me de jî bi heman rengî pêş bikeve. Ji bo vê yekê,divê em pêvajoya pêşya xwe baş binirxînin. Divê di serî de hemû ciwan, jin, gelê me yê dilsoz, dostên me, saziyên civaka sivîl, hemû hunermend, kesayetên rewşenbîr, civaka Tirkiyeyê yên azadîxwaz, gelên Rojhilata Navîn û gelên li herêmê dijîn bila baş bizain faşîzim dixwazin carekî din bi lîstikên nû komployê zindî bikin. Heman demê çalakiya ku niha tê kirin pêşîgirtina ji nû ve zindînekirina van komployan e. Divê her kes li gorî vê yekê tevger bike.

ALA JI SAKÎNEYAN HATIYE DEWIRGIRTIN, PÊŞENGITYA WÊ DIKÎ Û TÊDIKOŞÎ

Divê ev çalakî ne çalakiyeke bi çend kesan hatiye destpêkirin bê destgirtin, ne wisa ye. Em îro dibînin, ev çalakî mezin dibe û pêl bi pêl belav dibe. Em baş dizanin vîna jina azad çawa li hember xiyanet, çawa li dijî komployê, dîsa di sala 1992’an de hevrêya me Gulnaz Karataş (Bêrîtan) xiyanet li erdê xist, xeta jina azad bilind kir û bû sembola artêşa jina azad. Her wiha hervrêya me Zeyneb Kinaci (Zîlan) xwedî li Rêbertiyê derket, hemû hesabên komplogeran vala derxist û pêngaveke nû da destpêkirin. Di heman demê de Viyan Soran, Arîn Mîrkan, Avesta Barînan, Felat Xebatan û Şaristanan bi sirûda ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ li derdorî Rêber Apo bûn xelekek ji agir, rê nedan ku agirê berxwedanê bivemire. Em dizanin Hevrêya me Leyla Guven û hemû kesên dest bi çalakiyê kirine li ser vê xetê dimeşin. Îro li Girtîgeha Amedê berî 36 salan berxwedana bi Sakîne Cansiz îro bi Leyla Guven ji nû ve destpê dike. Ala ku ji Sakîneyan hatiye dewirgirtin, îro pêşengtiya wê dike û têkoşînê dike.

Em carekî din tînin ziman ku ew hêzên ku dixwazin vê çalakiyê bişkînin, ew kesên ku spîkulasyonan çêdikin û ew kesên ku dixwazin van çalakiyan bitengijînin vêyekê baş bizainbin; Tevgera Azadiyê xwedî ezmûneke 45 salî ye. Jina azad bi pêşengtiya Rêber Apo xwedî ezmûneke 40 salî ye. Li ser xeta Sarayan têkoşîna xwe mezin kiriye.

ROJ ROJA AZADÎ Û XWEDÎDERETINA LI RÊBER APO YE

Dem dema mezinkirina têkoşîn, dem dema berxwedan mezinkiriyê û encamgirtinê ye. Dem dema xwedî li nirxên xwe derketinê ye. Dem dema li azadiya xwe û xwedîderketina li Rêbertiya xwe ye. Bila her kes baş bizane Rêber Apo bi pardîgmaya xweseriya demokratîk û komfederalîzam demokratîk bîr û bawerî daye hemû cîhan û gleên bindest. Li ser vî esasî, xwedî li Rêber Apo derketin, şikandina tecrîdê û li nirxê mirovahiyê xwedî derketine, li jiyana azad xwedî derketine. Li Heq û hiqûqa xwe xwedî derketin e. Hevrêya me Leyla Guven, yên li Hewlêr û Strasobûrgê û tevahî Kurdistanê di nava çalakiyan de ne baş dizain bi milyonan kes li pişt wan in. Bi milyonan Leyla ne. Em hevrêyên Leyla ne. Li ser bî bingehî bang li hemû jinan, jinên ciwan ên cîhanê û gelê Kurd û welatparêz dikim ku ev roj rojên xurtkirina têkoşînê ne. Ev rojên bi sekin û rûmetê û li dijî faşîza Tirk rawestînê ye. Em ê li her derê xwedî li nirxên xwe derbikevin û biparêzin.

Em ê bi şev û roj li derdorî çalavanên grevên biçîbûnê bibin xelek û li ser piya bin. Heta tecrîd bidawî nebe, heta ku faşîzim nehilweşe wê ji me re ne sekin û ne jî jiyîn nebe. Em ê li gel van berxwedêran li ber xwe bibin û têbikoşin.

Bi vê mebestê bang li her kesî dikim ku li dorî van çalakiyan kom bibin û dengê xwe tevlî dengê wan bikin û çalakiyên xwe bi çalakiyên Leyla Guven re bikin yek.

Herî dawî dîsa hemû çalakvanan silav dikim, ji dil û can wa himêz dikim û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim. Çalakiya wan serketiye, çalakiya wan gihiştiye armanca xwe wê bi teqez tecrîd bişkê, faşîzim hilweşe û Kurdistan azad bibe.